03:11 23 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    ‘Rûsya û Tirkiye di aboriyê de dostanî û di siyasetê de jî di nava reqabetê de ne'

    © REUTERS /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 52

    Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Ekrem Onen civîna bilind a sêalî ya Rûsya-Tirkiye-Îranê li Enqereyê ji Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Bi raya Onen Rûsya dixwaze ji nakokiya Tirkiyeyê ya bi welatên Rojavayê re sûd werbigire û ji bo xurtkirina nifûza xwe li herêmê hevkariyê bike.

    Her sê serokê welatên garantor ên pêvajoya Astanayê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo civîna sêalî ya li Enqereyê civiyan û bo yêkrêziya xaka Sûriyê pabendiya xwe misoger kirin. Erdogan ragihand ku ew operasyonên li ser axa welatên din qebûl nakin, Rûhanî Amerîka rexne kir û Pûtîn bêhtir bal kişande ser rewş û alîkariyên mirovî û projeyên enerjiyê. Akademîsyen, pisporê rojhilata navîn û şîrovekarê siyasî Ekrem Onen civîna sêalî ya li Enqereyê ji Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen di şîroveya xwe ya bo Spûtnîkê got, "Rûsya û Îran û Tirkiye weke eniyekê li ser hinek xalan hev kirine, lê di navbeyna wan de gele xalan bi nakokî jî hene. Dûhî di civîna rojnamevaniyê de Pûtîn diyar kir ku ‘kurd perçeyekî girîng in li xaka Sûriyê ne û divê di pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyê ku em piştgiriyê didinê de xwedî maf bin.' Ji aliyê din Erdogan got, ‘PYD terorîst e, em li hemberî wê şer dikin da ku em terorê ji holê rakin' Heman tişt di daxuyaniya wan a îro de jî rû da û gotin ‘(serokan) di têkoşîna li dijî terorê de, cudakirina van rêxistinên li jorê hatine diyarkirin ji komên çekdar ên tev li rejîma agirbestê bûne yan jî dê bibin, ji bo rêgirtina li ber wendahiyên sivîlan gelekî giring e, em dê şerê terorê bikin' lê weke ku hun jî dizanin ku her yek ji wan ji terorê tiştekî din fam dike. Bo nimûne Tirkiye YPG/PYD weke terorîst dibînin lê Rûsya nabîne wek hêz. Herwiha daxuyaniya ‘bêyî kurdan pirsgirêka Sûriyê çareser nabe' jî wisa ye. Tirkiye bi awayekî fam dike û şîrove dike, Rûsya bi awayekî, Îran bi awayekî din."

    ‘RUSYA-TIRKIYE-ÎRAN DI WARÊ YÊKRÊZIYA SÛRIYEYÊ Û ALÎKARIYÊN MIROVÎ DE LI HEVKIRIN'

    Şîrovekarê siyasî Onen di berdewamiya nirxandinên xwe de ev tişt anîne ziman, "Rûsya, Tirkiye û Îranê di warê pabendiya yêkrêziya xaka Sûriyê de li hev kirin û alîkariyên mirovî de li hev kirin lê bi ya min xalan ku li hev nekirin jî hebûn, behs nekirin. Esas tişta ku van her sê aliyan gihande hev dijberiya hevpeymaniyê ne ku Amerîka pêşengiya wê dike, lewra problemên her sêyan jî pê re hene, bi taybeyî du hêzên herêmî Îran û Tirkiye problemên wan bi Amerîka re hene, Rûsya ji bi welatên Rojava û Amerîka re li hev nake. Rûsya du hêzên giring û esasî li herêmî bi aliyê xwe de kişandiye. Pirsgirêkên sereke yên Rûsya û welatên Rojava ew tiştin ku jê nayê behskirin e; Rûsya doza hinek welatên Rojhilatê Nezîk û Navîn (Iraq-Sûriye-Libya-Yemen), doza hinek welatên Balkan û doza hinek welatên Rojava dike, dixwaze têxe bin bandora xwe. Amerîka û Eropa jî qebûl nakin, nakokiya esasî di vir de ye. Rûsya niha li herêmê, li ser Sûrî Rûsya û Amerîka bazara ciyên din bi hev re dikin; bazara Balkan, Rojavayê Ewropa dikin; bazara xetên enerjiyê dikin. Meselêyên bingehîn, meseleyên global in"

    Onen li ser daxuyaniya Erdogan ya ku gotibû ‘heta ku hemû herêm bi aram û asayî nebê em dê nesekinin got ‘Îran ji hebûna Tirkî li Sûrî aciz e' û wiha pê de çû: "Îran ji hebûna Tirkiye li Sûriyê aciz e, Sûrîye jî aciz e lê diyar e Rûsya, Îran û Sûriyê hinekî nerm kirine ya jî ew îkna kirine ku dixwazin esas Tirkiye heta ku jê bê ji amerîkî û ewropiyan bidûr bixe û heta astekê belkî dixwaze Tirkiyê bi Amerîka re têxe şerekî. Lewra ez dikarim bibêjim ku ne dûr e ku Tirkiye biçe Til rifetê, biçe Minbicê jî. Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê tekoşîna dijî DAIŞê Breet McGurk daxuyanî da û got pirs ne tenê pirsa Minbicê ye. Pirs li wî aliyê Firatê ye jî. Ji bo wê jî ez dihesibîni Tirkî ji Îran û Rûsya û Sûrî kartblasek wergirtiye û dibêje, yan Tirkiye bi tena serê xwe nikare. Ketina Tilrefet û Minbicê her çiqas ne bi dilê Îran û Sûriyê be jî, Rûsya ew hinekî îkna kirine, weke ku rê dane Tirkiyê, Rûsya jî weke me got dixwaze Tirkî bixê pêsîra Amerîka û Ewropiyan ku nehêlê li herêmê nifûza wan xurt bibe. Ev îhtimal ne dûrî aqilan e."

    ‘RÛSYA DIXWAZE NAKOKIYA TIRKIYÊ YA BI WELATÊN ROJAVA RE JI BO XURTKIRINA NIFÛZA XWE BI KAR BÎNE'

    Li ser hevkariyên enerjiyê yên Rûsya û Tirkiyeyê Onen diyar dike ku, têkiliyên Rûsya û Tirkiyê tradîsyonel (tarîxî) in û wiha pê de çû, "Ne ku Rûsya û Tirkiyê dixwazin an naxwazin bibin dostên stratejîk, berjewendiyên wan li hev nakin. Berjewendiyên Rûsya û Tirkiye ne li Kafkasya ne Asyaya Navîn; ne li Balkan û nejî li herêma Rojhilata Nêzîk û Navîn li hev nakin. Ji ber wê jî nikarin bibine dostên stratejîk. Bi raya min Rûsya û Tirkiye di aboriyê de di nava têkiliyek dostane û di siyasetê de jî di nava reqabetê de ne. Aniha têkiliyên wan wiha ne. Rûsya piştî têkçûna Sovyetê û heta 2007an berê xwe dabû hundirê xwe, piştî 2007an êdî Rûsya dîsa berê xwe da devre û niha dixwaze nifûza xwe li Rojhilata Nêzîk û Navîn dîsa xurt bike. Tirkiyê jî perçeyekî ji vê polîtîka û stratejiyê ye."

    ‘TIRKIYE BI WELATÊN ROJAVAYÊ Û WELATÊN ENDAMÊN NATOyê HER TIM BI PROBLEM E, RÛSYA WEKE WELATEKÎ KU LI SER ROJHILATÊ NÊZÎK Û NAVÎN PROJEYÊN WÊ HENE, DIXWAZE JI VÊ YEKÊ SÛD WERBIGIRE Û HEVKARIYEKÊ AVA BIKE'

    Di dawiya axaftina xwe de Onen ev nirxandin kirin: "Tirkiye bi awayekî tradisyonel bi welatên Rojava û endamên NATOyê her tim bi problem e. Niha bi têkiliyên xwe yên welatên Rojava û NATOyê hatiye asta qutkirina têkiliyan. Bêguman Rûsya weke welatekî ku li ser Rojhilatê Nêzîk û Navîn heye, dixwaze ji vê yekê sûd werbigire. Ev tişt normal e jî. Ji bo wê jî Rûsya hesabên dûr û dirêj dike û ji aliyê aboriyê de jî fêdeya wê heye. Niha Rûsya bi 20 milyarî santrala atomê çê bike, ew projeya dê xeta tirkî têxe fealiyetê û heke li hev bikin xetekê bibibe Ewropa. Rûsya hesabên darayî jî dike. Lê ji aliyê stratejiyê ve Rûsya dixwaze nakokiya bi welatên Rojava re ji bo xurtkirina nifûza xwe bi kar bîne. Lewra ez difikirim ew ê santrala atomê jî ava bike, ew xeta herka tirk jî bigihîne Tirkiyê."

    Bi heman mijarî:

    'Dê Pûtîn Erdogan û Rûhanî tevdîrên reforma destûra bingehîn a Sûriyeyê binirxînin'
    Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li meha Nîsanê li Stenbolê dicivin
    Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
    Peskov: Ji bo civîna Pûtîn-Erdogan-Rûhanî amadekarî têne kirin
    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Etîketan:
    Polîtîka, Cîvîn, Yêkrêziya Xaka Sûriyê, Çareseriya Pirsa Sûriyê, Civîna sêalî, Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Dîplomasî, Civîn, Aborî, Spûtnik Kurdistan, Ekrem Onen, Vladimîr Pûtîn, Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Ewropa, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de