18:38 20 Gulan 2018
    Efserên hêza Pêşmerge barwernameyên xwe wergirtin

    Serfermandarê Pêşmerge: Ji bo vegera Pêşmergeyan ti rêkeftin bi Bexdayê re çênebûye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Piştî hat îdîakirin ku Hêzên Pêşmerge dê vegerin herêmên nakok, Sputnik Kurdistanê derbarê mijarê de bi Serfermandarê Pêşmerge Cemal Êmînkî re axift ku wî jî diyar kir ku "ti rêkeftin di navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de çênebûye û hîn ti dsaxwazeke bi vî awayî jî ji wan nehatiye kirin."

    Di medyaya kurdî de nûçe derketibûn ku Hêzên Pêşmerge vedigerin herêmên nakok û "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka li hev kiriye û dê hefteya pêşiya hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê."

    Herwiha hinek îdîa hebûn ku Iraq û Kurdistanê li hev kiriye ku hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hev re wan herêmên nakok bi rê ve bibin.

    Serfermandarê Pêşmerge Cemal Êmînkî derbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axift û diyar kir ku "ti rêkeftin li gel Iraqê nebûye. Ev mijar jî çawa ketiye rojevê. Hefteya borî fermandarên amerîkî û fermandarên leşkerî yên Amerîka û hevpeymaniyê li Iraqê li gel şandeyekê û herwiha şêwirmendê Serokwezîrê Brîtanyayê yê leşkerî li gel şandeyekê serdana Wezareta pêşmerge kiribû. Vê şandeyê behsa herêmên nakok kir bê gelo boçûna me li ser vê çi ye. Boçûna me ew bû ku ew herêm ji aliyê hêzên Pêşmerge û leşkerên Iraqê ve bi dabeşî werin girtin. Ji ber çûn û hatina DAIŞê li wan herêman gelek e. Ihtimal heye ku hêzên Iraqê nikaribe bi tenê wan herêman ji êrîşên DAIŞê biparêze."

    "HETA PÊŞMERGE VENEGERE, NE PIŞTGIRÎ NE JÎ NAVENDÊN HEVAHENGIYÊ VENABIN"

    Êmînkî diyar kir van şandeyan daxwaz kiriye ku navendên hevahengiyê yên hevpar werin damezirandin û wiha got: "Boçûna me ji bo wan ew bû; heta hêzên Pêşmerge venegerin wan deveran, ne piştgiriya hêzên Iraqê dikin ne jî navendên hevahengiyê vedikin. Bila biçin li gel Iraqê vê mijarê gotûbêj bikin. Ti civîneke me li gel Iraqê nebûye û ti rêkeftin jî çênebûye."

    Li ser pirsyara bê gelo hêzên hevpeymaniyê dixwazin Hêzên Pêşmerge vegerin an na, Êmînkî dibêje ku şandeya hatibû tenê xwestiye fikira wan hîn bibe û wiha dibêje: "Wan tenê boçûna me pirsî lê wan ev daxwaz nekir. Dibe ku li ser heman tiştî li gel Iraqê jî biaxivin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Etîketan:
    Peşmerge, Artêşa Iraqê, Cemal Êmînkî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de