18:43 20 Gulan 2018
    Hêza Amerîkayê

    Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 10

    Hate ragihandin ku Amerîka û Fransa hebûna xwe yê li Minbicê piştî gefxwarinên Tirkiyeyê yên li ser Minbicê, zêdetir kirine. Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Xelîl Bozî ji Sputnikê re diyar kir ku Amerîka û Fransa hebûna xwe yê leşkerî li Minbicê zêde kirine û leşkerên Brîtanyayê jî li herêmê heye.

    Hikmet Durgun

    Piştî operasyona leşkerî li dijî Efrînê Tirkiye eşkere kiribû ku hedefa wan a nû Minbicê û dê hêzên kurd ji wir paqij bikin. Fermandarê HSDê Xelîl Bozî diyar kir ku kî êrişî Minbivê bikin dê heta dawî berxwe bidin.

    ‘AMERÎKA HÊZA XWE YA TAYBET ŞAND MINBICÊ'

    Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Xelîl Bozî li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û destnîşan kir ku Amerîka û Fransa hebûna xwe yên leşkerî li Minbicê zêde kirine û got: "Hêzên koalîsyona navdewletî bersiva gefên Tirkiyeyê yên li ser Minbicê dan. Hêzên koalîsyonê diyar kirin ku dê bersiva êrişên li ser axa ku ji DAIŞê rizgar kirine, bidin. Piştî daxuyaniya Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê koalîsyonê hêzên xwe zêdekirin. Amerîka û Fransa hêza xwe zêdekirin. Niha leşkerên Brîtanyayê jî li Minbicê heye. Amerîka hêzên xwe yên taybet anîtin Minbicê û li sînorê Sacûrê bicih kirin û bivê yekê jî peyama ku kî ji vir derbas bike em ê êriş bikin. Hevkariya me ya bi koalîsyona navdewletî re dewam dike. Ti guhertin çênebûye û alîkariya ji bo me jî berdewam e. Lê ez nikarim naveroka alîkariyê eşkere bikim."

    ‘EGER AMERÎKA BI TIRKIYEYÊ RE LI HEV BIKIRA HÊZÊN XWE NEDIŞAND MINBICÊ'

    Bozî destnîşan kir ku Tirkiye di mijara Minbicê de bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye û wiha pê de çû: "Eger Tirkiye bi Amerîkayê re li hev bikira, Amerîka hêzên leşkerî nedişand Minbicê. Amerîka û hêzên koalîsyonê di demên dawî de hêzeke mezin şandin Minbicê. Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kî êrişê me bike em ê heta dawiyê bexwe bidin."

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
    Erdogan: Ev kar bi Efrînê bidawî na be, piştre Idlib û Minbic hene
    The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
    France 24: Minbic amadekariyên şerî dike
    Erdogan: Piştî Efrîne Minbic û dûre heta sînorên Iraqê
    Etîketan:
    hêz, HSD, Sputnik, Xelîl Bozî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de