18:46 19 Nîsan 2018
    Efrîn

    ENKS: Em li dijî operasyona Efrînê bûn û li dijî operasyonên din ên Tirkiyeyê ne jî

    © Sputnik / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Serkirdeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa) Hewas Egîdî derbarê rewşa dawî ya Efrînê, xebat û karên xwe ji bo Efrînê û helwesta xwe ji operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li dijî Minbic û herêmên din ên kurdî de ji Sputnik Kurdistanê re axift.

    Egîd diyar kir ku asteng li pêşberî vegera xelkê Efrînê hene, metirsiya guhertina demografîk li wê derê heye û got ku "berpirsyariya vî tiştî di destê wan aliyan de ye yên ku niha di hundirê Efrînê de ne".

    Li ser wan astengên ku derdikevin pêşberî vegera xelkê Efrînê, rayedarê ENKSê got, " bêguman hîn gelek asteng li pêşiya vegera xelkê bo Efrînê hene û metirsiya guhertina demografîk jî berdewam dike. Li gorî agahiyên di destê me de, hinek niştîcihên ereb hatine û li çend herêmên Efrînê bi cî bûne. Herwiha em li ser dixebitin bê çawa xelk bi rengekî aram vegerin herêm û malên xwe, ji ber encex ew tişt rê li ber metirsiya guhertina demografîk bigire."

    "XELKÊ EFRÎNÊ LI SER XALÊN KONTROLÊ TÊ SEKINANDIN"

    Li gorî endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê, gelek alî astengiyan li ber vegera xelkê Efrînê derdixin, hinek ji wan komên li Efrînê ne ku xelkê li ser xalê kontrolê disekinîn. Egîd wiha dibêje: Carinan xelkê Efrînê bêtirî rojekê li ser wan xalan dimînin. PYD û daxwazên wê yên fermî ku naxwazin xelk vegerin. Herwiha hinek aliyên rejîmê jî hene ku li aliyê bajarên Nubil û Zehrayê jî nahêlin xelk vegerin û ji bilî van jî hemû mayin û teqemeniyan jî dibe asteng li pêşberî xelkê."

    "PÊŞÎ DIVÊ XELKÊ EFRÎNÊ VEGERE"

    Egîd diyar dike ku berê jî hinek welatiyên ereb ên Sûriyeyê ji ber rewşa Sûriyeyê çûbûn Efrînê ku li gorî wî wê çaxê ew rewş asayî ye, ji ber xelkê Efrînê wê çaxê li wê derê bû û wiha dibêje: Wek tê zanîn ku ji berê ve niştîcihên ereb li Efrînê hebûn lê ew rewşeke asayî bû ji ber di nav xelkê kurd bi cî bûbûn. Jixwe niha rewşên wiha li hemû bajar û bajarokên Sûriyeyê hene. Lê niha xelkê Efrînê penaber in û ev tên bicîkirin. Ji berê ve, xelkek ereb ên ku ji Heleb û Idlib û deverên din li Efrînê hebûn û wê çaxê metirsî tine bû, ji ber xelkê Efrînê li wir bû. Heta ku xelkê Efrînê venegere, berpirsyariya vî tiştî di destê wan aliyan de ye yên ku niha di hundirê Efrînê de ne. Berî rê ji xelkê din re were vekirin, divê rê li ber xelkê Efrînê were vekirin.

    "EV KARÊ TÊ KIRIN, TÊRA VEGERA XELKÊ EFRÎNÊ NAKE"

    Ji aliyê din ve, Hewas Egîd behsa komên ku di nava Efrînê de ne û tiştên ku hatine kirin da ku talan, dizî û destdirêjiyê rawestînin kir û got: "Hemû hêzên çekdar ên li Efrînê ne girêdayî îtîlafê ne. Em têkiliyan bi Îtîlafê, heyeta gotûbêjan a dijberiya Sûriyeyê, rêxistina civaka sivîl û yên navdewletî, dewletên cîhanê û Konseya Ewlekariyê ya NYê re li ser wê bingehê datînin bê çawa astengî li pêşiya xelkê Efrînê bên rakirin ku bikarin vegerin cih û warê xwe. Di nava Îtîlafê di rêya hikûmeta demkî komîteyeke lêkolînan damezirand û li gorî agahiyên ku dane me jî, ew komên talan û destdirêjî kirine hatine girtin. Daxuyaniyek jî derbarê wê de derket. Lê gelo ev bes e ku xelk vegere cihê xwe. Em wiha bawer dikin ku pêwîstî bi karekî pratîk heye da ku vegera xelkê Efrînê were rehetkirin."

    "ME ÇEND DAXWAZ JI TIRKIYEYÊ Û CIVAKA NAVDEWLETÎ KIRIN"

    Derbarê têkiliyên ENKS û Tirkiyeyê û danûstendinên wan ji Efrînê de, Egîdî diyar kir ku bi gelek nûnerên civaka navdewletî re civiyane ku yên Tirkiyeyê jî di nav wan de bûn û her heman daxwaz ji wan kirine.
    Egîd derbarê mijarê de wiha dibêje: "Em bi nûnerên civaka navdewletî yên amerîkî, Yekîtiya Ewropa û welatên Îskandanvayê re civiyan ku nûnerên Tirkiyeyê jî di nav wan de bûn. Daxwazên me yên sereke ew bûn bê çawa rê ji xelkê re bê vekirin û komên navdewletî derbas bibin ji bo mayin û teqemeniyan-eger hebin- li Efrînê werin paqijkirin, herwiha ev komên çekdar ji Efrînê derkevin û xelkê Efrînê xwe bi rê ve bibin û ew bixwe pirsên xwe çareser bikin. Rê li ber rxistinên navdewletî û medyayê bê vekirin ku bikarin derbasî Efrînê bibin. Me ev ji her kesî re daxwaz kir."

    "ERKA ME YA SEREKE VEGERA XELKÊ EFRÎNÊ YE"

    Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa sûrî ya dijber) dibêje ku karê wan ê sereke ew e ku vegera xelkê Efrînê rehet û hêsan bikin û wiha dewam dike: Erka ENKSê ya sereke ew e bê em çawa bihêlin xelkê Efrînê li ser xaka xwe be, em rê li ber guhertina demografîk bigirin, em çawa bikarin aramiyê li nava Efrînê peyda bikin, rêxistinên navdewletî derbas bibin û xizmetguzariya wê were dabînkirin. Piştî vê jî mesele tê ser wê yekê ku em bingehê demokrasiyê deynin ku ev bi dehan salan e, em ji bo wê têdikoşin. Eger bingehekî demokrasiyê li Efrînê were peydakirin, hingê sindoqên dengdanê dê biryarê bidin bê çawa Efrîn were birêvebirin.

    "TI TÊKILIYA ME BI ENCÛMA DÎLOKÊ RE TINE"

    Piştî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê bi dawî bû, hinek kes li bajarê Dîlokê civiyan û wan kongreyek ji bo Efrînê damezirand da ku birêveberiya Efrînê bike. Egîd li ser têkiliya ENKSê û wê kongreyê jî diaxive û dibêje: Em wek ENKSê ti têkiliya me bi wê encûmê ve tine û xelkê Efrînê ji xwe re çêkiriye. Xelkê Efrînê ew civat damezirandiye.

    "REJÎMA SÛRIYEYÊ BIXWE QEBÛL DIKE KU 93% JI NIŞTÎCIEN EFRÎNÊ KURD IN"

    Herwiha hinek îdîa hebûn ku Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Sûriyeyê kurd nexistina lijneya çavdêriya damezirandina encûmênên herêmî yên Efrînê ku Egîd ev îdîa red kirin û teqez kir ku hîn ti encûmenên herêmî ji bo Efrînê nehatine damezirandin û got ku ti encûmen li Efrînê hîn jî nehatiye damezirandin û hemû amar û dane dibêjin ku "rejîma Sûriyeyê bi xwe jî di sala 2004an de gotibû, hebûna kurdan li Efrînê 93% ye. Lewra xelkê Efrînê dê birêveberiya Efrînê bike û ji bilî xelkê Efrînê ti kes dê nikaribe birêveberiya herêmê bike."

    "ÇAWA HEBÛNA HÊZÊN DIN NE MEŞRÛ YE, YA TIRKIYEYÊ YE NE MEŞRÛ YE"
    Egîd di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku bi gelek nûnerên dewletan re dicivin û heta astekê nerînên me û yên civaka navdewletî wek hev in.

    Rayedarê ENKSê li ser helwesta xwe bo operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li ser Minbic û herêmên din ên kurdî jî wiha got: "Helwesta me ji destpêkê ve zelal bû û daxuyaniyên ENKSê zelal bû. Em dijî derbasbûna her hêzekê bo herêmên kurdî yan jî çi sûrî ne. Çawa em hebûna hêzên din ên navdewletî li nava Sûriyeyê ne meşrû ne, em nabînin Tirkiyeyê jî meşrû ye. Me bi daxuyaniyên Encûmena Niştimanî Kurdî jî helwesta xwe nîşan da û ev zelal in. Daxuyaniya me ya ENKSê zelal e. Berî operasyonê zelal bûn û em xwediyê wê nerînê ne.

    Bi heman mijarî:

    'ENKSê xwestibû ku wek tekane nûnera kurdên Sûriyeyê bê pejirandin'
    2 nivîsgehên ENKSê hatin girtin
    Nivîsgeha ENKSê hate girtin
    Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
    ENKSê li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek li dar xist
    Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê pêşwaziya heyeta ENKSê kir
    Etîketan:
    Îtîlaf, ENKS, Hewas Egîd, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de