02:19 25 Gulan 2018
    Fesih Bozan

    SP: Tirkiye di hiquqê de ji komê ket, di MALLan de bu şampiyon

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 11

    Serokê Partiya Saadetê (SP) yê Amedê Fesih Bozan têkildarî ‘tifaqa cumhurê' de got "AKP li her derê tifaqê weke pêwistîyekê nîşan dide, yên qebul nekin jî weke ‘xayîn' nîşan didin. Tirkiyeya ku di hiquq û dadê de ji komê ket, di MALLan an de bu şampiyon."

    Serokê Partiya Saadetê (SP) yê Amedê Fesih Bozan têkildarî rojeva siyasî ya Tirkiyê axivî. Bozan têkildarî tifaqa AKP û MHPê de got yên ku bi AKPê re nakevin nava tifaqê weke ‘xayîn' tên nîşandan û wiha axivî: "AKP û MHP ji bo AKP desthilatdarîya xwe bi domîne û MHP nekeve binê bendavê qanûna tifaqê amade kirin. AKP li her derê vê tifaqê weke pêwistîyekê nîşan dide. Zordarîya ‘hun li ba min in an li dijî mi nin' destpêkir. Partiyên din jî an wê bi wan re bin an jî wê xayîn werin nîşandan. Hinek parlamanterên AKPê jî êdi wiha dikin."

    ‘TIFAQ NE JI BO BERJEWENDIYÊN GEL, JI BO BERJEWENDIYÊN DU SEROKAN E'

    Bozan helwesta AKPê rexne kir û got: "Hun dikarin navê ‘Tifaqa cumhur' li xwe bikin û bi partiyên ku hun dixwazin re tifaqê bikin, ev xweza ye, Lê hun bi vî navî xwe weke nûnerê hemu gel bibînin xelete. Weke di referandûma ‘Erê' an ‘Na' de yên ku weke we na fikirin hun wan weke xayîn nîşan bidin ne raste. Em zelal bibêjin ku ev tifaqa we ne ji bo berjewendiyên gel e ji bo berjewendîya du serokên ku winda nekine."

    ‘TIRKIYE DI HIQUQÊ DE JI KOMÊ KET, DI AVMYAN DE BU ŞAMPIYON'

    Bozan wiha got "Heger li Tirkiyê li şuna MALLan kargeh vekirina îro 3 milyon û nîv kes bêkar nediman. Tirkiyeya ku di hiquqê, dadê, bêrêtîyê û bêşezasiyê de ji komê ket, di avakirina MALLan (Navenda kirin û firotinê) de bû şampiyon. Li Tirkiyê hejmara MALLan 401 in. Hûn li şûna ku Tirkiyê bi MALLan bi xemilînin we bi kargehan bixemilandina, li şûna aborîya xerîdariyê we aborîya hilberînê çêtir bigirta, îro 3 milyon û nîv kes bêkar ne diman."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir
    ‘Rêjeya dengê tifaqa cumhur ji %47 e, bandora operasyona Efrînê zêde ye'
    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
    'Tifaqa AKP-MHPê li ser dijminatiya kurdan tê meşandin'
    Pêşnûmaya tifaqa hilbijartinê li Parlementoya Tirkiyeyê hat erêkirin
    Etîketan:
    tifaq, Sputnik, Fesih Bozan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de