21:50 25 Gulan 2018
Sîdekan - Herêma Kurdistanê

Rewşa dawî ya gundên Sîdekanê ku artêşa tirk bi pêş de çûye

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 02

Hêzên Artêşa tirk sînorê Herêma Kurdistanê derbas kir û nêzî 20 km. ketine nava xaka herêmê û bi taybetî li devera deşta Berazgir li navçeya Biradost. Artêşa tirk li nêzê her dû gundên Bermîz û Êşme li deşta Berazgir qereqol û sengerên xwe lê dane.

Ev demeke tê gotin ku hêzên dewleta tirk ketine nav axa Herêma Kurdistanê. Spûtnîk Kurdistanê bi armanca zelalkirina vê mijarê serdana Sîdekanê kir û hewil da ji nêz ve rewşa xelkê wan her dû gundan bi şopîne, lê hêzên asayîşa Herêma kurdistanê rê neda bigehîte nava gundan û ji dûr ve dîmenên deverê girtin.

‘HÊZÊN TIRKÎ GELEKÎ NÊZÎ GUNDÊ ME BÛNE, LI NÊZÊ MALA NE. XELKÊ GUND NIKARIN JI MALÊN XWE DERKEVIN'

Derbarê mijarê de muxtarê gundê Bermîzê Ebdulrezaq Biradostî bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand, "bi rastî hêzên tirkî gelekî nêzî gundê me bûne, li nêzê mala ne. Xelkê gund nikare ji malên xwe derkevin, gelek bêzar bûne û di heman demê tirseke mezin li cem xelkê gundî çêbûye, lê çi cih nîn e berê xwe bidinê û ji gund derkevin, belê hêj kes malên xwe nehêlane û hemiya destên xwe bi ser serê xwe dane û çaverê rewşê dikin bizan wê çi çê bibe. Herweha got rast e, Artêşa tirk nehatiye nava gundî û li gel xelkê gund ne axiviye, lê nahêlin kes bi aliyê wan ve biçe, eger çil û pezên me biçin bo aliyê wan divê bixwe bizvirin eger na ew nahêlin xwediyên wan biçin û bizivrînin. Herweha hinek caran xelkê gundî neçar dibe peywendiyê bi rêya telefonê bi gundiyên bakûrê Kurdistanê ve bike ji bo ku alîkariya wan biken û çil û pez û heywanên wan bo bizivrîn.

‘KANIYA GUNDÎ KETIYE DESTÊ ARTÊŞA TIRK EGER PÊWÎST BIKE DIVÊ DESTURYÊ JÊ WERBIGRÎN'

Muxtar got, "Kanî û ava gundî ketiye destê artêşa tirk eger pêwîst bike divê desturyê jê werbigrîn ew jî bi zehmet rê didin biçin ava xwe çê bikeyn..raste niha rewş hinekî baştr buye jiber ku li destpêka ketna artêşa turk her ro dever topbabaran dikr û şer hebu niha şer nîne.
Herwesa Ebdulrezaq got, "berî niha hêzên PKKê li deverê hebûn lê tu kêşe û arîşeyek bo xelkê deverê çênedkir û alîkar bûn li gel gundyia, lê niha PKKê bi eşkere nema ye û hin cara eger êrişan bikine ser artêşa tirk, bi şev dibe."

Derbarê gundên ku ji ber şerê PKK ê û artêşta tirk li devera deşta Berazgir çol bûne muxtarê gundê Bermîze ragihand: "nêzî 20 gundan çol bûne, bo nimûne gundê Bermîze niha ta 235 malan dibe ji ber hejmareke malbatên wan gundên çol bûne nikarin vegerin ser gundên xwe li Bermîze akincî bûne.

Rûbarê Bermîz- Herêma Kurdistanê
© Sputnik / Osman Başqalî
Rûbarê Bermîz- Herêma Kurdistanê

‘GUNDÎ NIKARIN JI BER HÊZÊN TIRK BIÇIN SER ZEVÎ Û REZÊN XWE'

Herweha Ebdulrezaq Biradostî da zanîn ku li gel artêşa tirk tu hêz tune ne û wiha pê de çû, "Ji aliyê din muxtarê gundê Êşme Sîrwan Biradostî ku hêzên tirkya ketîne nêzê gundê wan bo Sputnîk kurdistan ragihand, "yekem car hêzên tirk ketine nava gundê me de, lê di piştrw hinekî vekişiyan, niha 2-3 km. ji gundê Êşme dûr in, Ya rast hîç stem û zordariyek li xelkê gundî nekirye, lê xelk ditirse ji hatina wan, werzê buharê ye û dema karkirinê ye dinêv rez û bax û zeviyan de, lê xelkê gundî nikare jiber hêzên turk biçe ser zevî û rezên xwe û kar bike ji ber ku rê nadin."

‘PIŞTÎ ARTÊŞA TIRK KETIYE DEVERÊ XELK DE DITIRSIN KU EV YEK BIBE SEDEMA ŞEREKÎ MEZIN Û EM NEÇAR BIBÎN MAL Û GUNDÊN XWE BITERIKÎNIN'

Herweha Spûtnîk Kurdistanê derbarê hebûna PKKê û hatina hêzên artêşa tirk nerîn, ra û boçûnên hin xelkê herdu gundên Bermîz û Êşme û devera deşta Berazgir wergirtin, "Bi rastî PKK berî niha li deverê hebû, lê hebûneke veşartî bû, bi roj kes PKKe nedidîtin û eger çalakiyeke wan heba, tenê bi şev bû di heman demê ew gelekî alîkar bûn ji xelkê gundan û deverê, bi hîç awayekî arîşe û kêşe bo xelkê deverê çê nedkirin. Lê niha piştî Artêşa tirk ketiye deverê xelk tev de ditirsin û dibêjin çê dibe bibe sedema şerekî mezin li gel hêzên PKKê û em neçar bibîn mal û gundên xwe biterikînin."

Bi heman mijarî:

Rêveberê Sîdekanê: Hêzên tirk heta 15-17 kîlometroyan ketine nav axa Kurdistanê
PKK: Me operasyona artêşa tirk a Sîdekanê şikand
Arkeolog li Sîdekanê ji bo dîrok û ekolojiya Kurdistanê lêkolînan dikin
Etîketan:
kanî, pêşdeçûna artêş tirk li herêma kurdistanê, gel, leşker, operasyon, Spûtnîk Kurdistan, TSK, PKK, Ebdulrezaq Biradostî, Sîdekan, Herêma Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de