17:37 20 Nîsan 2018
    YPG

    'Şerê li dijî kurdan ku hat destpêkirin dikeve qonaxeke nû'

    © REUTERS / Goran Tomasevic
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 20

    Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsifê diyar kir ku kuştina Omer Elûş û sûîqasta li dijî Şervan Derwîş heman plan in ku bi van planan tê xwestin ku dijminatiyê bixin navbera kurd û ereban. Yûsifê got, "Di hemen demê de planeke nû ye. Ev şerê ku li dijî kurdan hat destpêkirin dikeve qonaxeke nû."

    Birêveberê PYDê û Hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Eluş li mala xwe ya li Girê Spî hatibû kuştin û Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê jî roja yekşema borî rastî siûqastê hatibû. Li ser mijarê Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku hêzên dijberî aştiya sûrî û dijberî projeya demokratîk ku kurd pêşengiya wê dikin, ji karên Elûş û Derwîş gelek aciz bûn, şerê ku li dijî kurdan hat destpêkirin dikeve qonaxeke nû.

    ‘ELÛŞ JI BO PÊŞXISTINA TÊKILIYÊN DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE KEDEKÎ MEZIN DA'

    Yûsif wiha pê de çû: "Omer Elûş di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cih digirt û miroveke welatparêz bû. Bi dehan sal têkoşîna xwe meşandin. Elûş ji malbateke welatparêz hatibû û bi sekna xwe hertim nirxên netewe kurd û nirxên tevahiya gelên herêmê diparast. Elûş windahiyeke gelek mezin bû, lê kiryarên bi vê rengî îradeya me lawaz nake, beravajî di xeta neteweya demokratîk, xeta biratiya gelan, ev têkoşîn bêtir dê pêş bikeve. Elûş ji destpêka şoreşa Rojava û heta ku şehît ket, têkiliyên di navbera gelê kurd û herêmê, bi taybet gelê ereb de pêş bixin û li bakurê Sûriyeyê li ser esasa aştiyane jiyan bikin, kedekî mezin da. Bi taybet piştî rizgarkirina Reqayê û hebûna Elûş ya li Reqayê, têkiliyên baş bi pêkhateya ereban re pêk anîn. Bi pêşxitina têkiliyên stratejîk di navbera kurd û ereban de kedeke mezin dida. Hêzên dijberî aştiya sûrî û dijberî projeya demokratîk ku kurd pêşengiya wê dikin, ji vê yekê gelek aciz bûn."

    ‘TIRKIYE HERTIM DIXWAZE DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE NEXWEŞÎ HEBE'

    Foza Yûsif got: "Bi taybet ez dikarim bibêjim yek ji dewleta sereke Tirkiye ye ku hertim dixwaze di navbera kurd û ereban de nexweşî çibibin, lihevkirineke çênebe û dijminatî di navbera wan de çêbibe, gelek car Omer Elûş ji aliyê wan ve hatibû tehdîdkirin. Mirov dikare bibêje ku hedef girtina Elûş tirsê bixe nav wan kesên ku li ser vê xetê kar dikin û ji bo aştiya navxweyî ya gelên bakurê Sûriyeyê dixebitin û derbe li wan xebat û têkoşînên bi van rengî bixin e. Ji bo vê yekê jî Elûş hat kuştin. Ez dikarim vê yekê bibêjim ku siûqasta li hemberî Omer Elûş pêk hat, ne tenê ji bo şexsê wî bû. Têkbirina xeta aştiya gelan, biratiya gelan û têkiliyên stratejîk ên di navbera kurd û gelê ereb ku bipêş dixin de bû. Hemû îşaret Tirkiye dide nîşandan û heman demê de hêzên ku naxwazin îstîqrar li bakurê Sûriyeyê çêbibe dibe vê siûqastê pêk anîbin."

    ‘KUŞTINA ELÛŞ JI BO KU DI NAV KURDAN DE BÊHÊVÎ ÇÊBIBE BÛ'

    Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku di pêvajoya şerê li dijî Efrînê de kuştina Elûş, konseptekî li dijî gelê kurd ji bo ku di nav me de bêhêvî û bêîradebûyîn çêbibe û di nav milet de tirsek wisa çêbibe ku ev êriş ne tenê bi Efrînê re girêdayê ye, li ser tevahiya Rojava ye. Bêguman mirov dikare bibêje ku ev yek hevdu temam dikin. Êrişa li ser Efrînê û êrişên li ser kesên welaparêz mirov dikare bibêje ku konsepta heman parçe û planê ne.

    ‘KUŞTINA ELÛŞ Û SÛÎQASTA LI DIJÎ ŞERVAN DERWÎŞ HEMAN PLAN E'

    Leşkerên Tirkiyê Hatay-Sûriye
    © AP Photo / Umit Bektas
    Li ser pirsa gelo ti têkilî di navbera siûqasta li dijî Omer Elûş û Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şerwan Derwîş de heye an ne Foza got: "Hewldana siûqastê li hemberî Şervan Derwîş jî, di heman plane de ye. Şerwan Derwîş Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê ye û ew jî çawa ku Omer Elûş di ware siyasî de roleke girîng dilîst Derwîş jî di ware leşkerî de roleke girîng di nav pêkhateya ereb û pêkhateya kurdan de dilîze. Ji ber ku hezkirina milet, baweriya milet bi dest xistine û tesîreke erênî çêkiriye ev siûqast pêk hat. Armanca van yek e. Him çavên kurdan û ereban bitirsînin him jî dixwazin peyameke bi vî rengî bidin mirovan da ku kî di vî rê de karekî bike û bimeşe dibe hedefa me ye. Ev yek tim tên kirin, lê belê dîsa ez dibêjim ku hewldanên bi vî rengî bandore li biryara me yê têkoşînê nake. Ev yek jî dide nîşandan, karên ku em dikin gelek baş e û bandorekî bi xwe re tîne. Ev hewldanên wan hêzan ên bi vî rengî nikare projeyên ku em dikin, asteng bikin. Ev hewldan xebatên me yên di vî warî de bêtir xurttir dikin. "

    ‘ŞERÊ KU LI DIJÎ KURDAN DAN DESTPÊKIRIN DIKEVE QONAXE KÎ NÛ'

    Li ser mijara çûna milîtanên Feyleq el Rehmen bo Efrînê Foza destnîşan kir ku, "Encama tifaqa rûsan û tirkan a li ser Efrînê û Xûtaya Rojhilat çêbû ye. Bi esasî Efrîn kirin qurbana Xûtayê, Xûta jî kirin qûrbana Efrînê. Di vir de Sûriye winda kir, gelê sûrî winda kir. Ew jî berjewendiyên xwe diparêzin. Ji bo ku berjewendiyên wan pêk were, herkesî dikarin bikin qûrban. Ev yek jî di rewşa şerê Efrînê û Xûtayê de baş hat fêmkirin. Ev komkujiyeke ye li ser gelê sûrî ku tê meşandin e. Dawiya wê yekê jî parçekirina Sûriyeyê ye. Ew li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Tirkiye komkujî li Efrînê pêk anî. Ew komkujiya cesedî niha vedigere, komkujiyeke siyasî, çandî û civakî bi meseleya guhertina demokrafiyê pêk tînin. Ev yek sûcê mirovahiyê ye û rê li ber kareseteke mezin veke. Lewre ew kesên ku bûn sedema kuştin û talankirina efrîniyan, dê werin li Efrînê bicih bibin. Ev yek xetereyeke gelek mezin bi xwe re bîne. Dixwazin dijminatiyeke di navbera kurd û ereban de ava bikin. Herêmekî kurdî dê demografiya wê biguherînin, yanî mirov dikare bibeje ku êrişeke nû ye. Di hemen demê de planeke nû ye. Ev şerê ku li dijî kurdan hat destpêkirin dikeve qonaxeke nû.

    ‘GELÊ EFRÎNÊ JI BER TIRSA TIRKIYEYÊ NIKARÊN VEGERIN'

    Yûsif li ser penaberên Efrînê ku ji ber şer bajêr terikandin dê gelo vegerin ser mal û milkên xwe û tê îdiakirin ku Birêveberiya Xweser desrtûr nade ku ev pênaber vegerin Efrînê destnîşan kir ku, "Ne ku Revebiriya Xweser destûr nade, dewleta tirk û çetên wan gelê Efrînê dikujin işkencedike, tecaviz dike, talan dike lewma gelê Efrîne nikare vegerin. Ji ber tirsa Tirkiyeyê venagerin."

    Bi heman mijarî:

    TSK: Li Efrînê 2 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan
    'Desteserkirina kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin, binepkirina mafê mirovan e'
    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Li taxa Eşrefiye ya navenda Efrînê teqîn: 6 kuştî
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    Etîketan:
    sûîqest, şer, kuştin, Sputnik, Foza Yûsif
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de