14:47 19 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Dr. Emîn Bekir: Serokê Parlemantoya lraqê rê neda behsa êrişên Tirkiyeyê bê kirin

    © Sputnik / Osman Baqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Îro wiha biryar bû ku di civîna Parlemantoya lraqa FedEral de pirsgirêka gefên Erdogan û êrişên dewleta Tirkiyeyê bo ser Herêma Kurdistanê bikevin karnameya civînê û bên gotubêjkirin, lê serokê parlemantoyê rê neda ev mijar bikeve bernameya civînê.

    Di vê barê de Serokê Fraksiyona Tevgera Goranê di Parlemantoya lraqê de Dr. Emîn Bekir bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand,

    ‘ME HEWIL DA ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ LI SER KURDISTANÊ BIAXIVIN LÊ SEROKÊ PARLEMENTOYÊ NEHIŞT'

     "Me hewl da bi taybet Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlemantoyê Aram Miheme ku mijara êrişên dewleta tirk bo ser Herêma Kurdistanê û gefên Erdogan li djî Şingalê bikevin karnama civîna îro ya PArlemantoya lraqê, lê mixabin Serokê Parlemantoyê Selîm Ciburî rê li ber vê yekê girt û destûr neda ev mijar were gotûbêjkirin. Herwiha Cîgirê yekem jî ku Hemam Hemudi ye û kesekî şîe ye, ew jî qaîl bu ku ev mijar di civînê de bê behs kirin, lê Ciburî nehêla û rêgirt."

    ‘JI BO KU MÛÇE Û MAFÊN MALBATÊN ŞEHÎDAN Û ZÎNDANIYÊN SIYASÎ WEKHEVBIN PROJEYEK HAT PÊŞKÊŞKIRIN'

    Herweha Dr. Emîn Bekir ew yek jî ragihand Fraksyona Goran projeyek amade kiriye derbarê mûçeyên malbatên şehîdan û zîndaniyên siyasî li Herêma Kurdistanê ku weku mûçeyên malbatên şehîd û zîndaniyên siyasî li lraqê be. Herwesa proje dixwaze Wezareta Karubarên Şehîda û Komela Zîndaniyên Siyasî li Herêmê bi hev re li gel saziyên havildarên li lraqê hemahengiyê bike û rêketnekê bike ji bo ku muçe û tev mafên malbatên şehîd û zîndanyên siyasî li herêma kurdistanê weku lraqê bin û heman maf û mûçe û mehaneyên xwe bistînin û li seranserê lraqê weku hevbe."

    Bi heman mijarî:

    Enqereyî bo qurbaniyên Kemerovoyê destegul û pêlîstokan datînine ber Balyozxaneya Rûsyayê
    Carter: Wezîfedarkirina Boltonî ji bo Amerîkayê karesateke niştimanî ye
    Xelkê Kemerovoyê ji bo edaletê derketin kolanan
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Moldova jî dê dîplomatên rûsî dersînor bike
    Etîketan:
    parlementoya Iraqê, êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan, Spûtnîk Kurdistan, Emîn Bekir, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de