19:17 25 Nîsan 2018
    Şervan Derviş

    Şervan Derwîş rastî sûîqastê hat

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 01

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş rastî sûîqastê hat. Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku hewla kuştina Şervan Derwîş hatiye kirin lê niha rewşa wî baş e.

    Foza Yûsif ragihand ku Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş rastî siûqastê hatiye û ev konsepta planekê de pêk hatiye û got: "Derwîş jî di ware leşkerî de roleke girîng di nav pêkhateya ereb û pêkhateya kurd de dilîze. Ji ber ku hezkirina milet, baweriya milet bi dest xistine û tesîreke erênî çêkiriye. Ev siûqast pêk hat. Çawa ku Omer Elûş (Di encama siûqasteke ya li Girê Spî hatibû kuştin) ku di ware siyasî de roleke girîng dilîst, hat kuştin, Derwîş jî di warê leşkerî de roleke girîng dilîze. Armanca van herdu sûiqestan yek e."

    ‘DIXWAZIN ÇEVÊN ME BITIRSÎNIN'

    Yûsifê diyar kir ku hemû nîşan diyar dikin ku Tirkiye li dû van hewlên kuştinê ye û wiha pê de çû: "Him dixwazin çavên kurdan û ereban bi vê yekê bitirsînin him jî dixwazin peyameke bi vî rengî bidin mirovan da ku bibêjin, kî di vê rêyê de karekî bike û bimeşe hedefa me ye. Ev yek tim tên kirin, lê belê dîsa ez dibêjim ku hewldanên bi vî rengî bandore li biryara me yê têkoşînê nake. Ev yek jî dide nîşandan ku karên em dikin gelek baş in û bandoreke bi xwe re tînin. Ev hewldanên wan hêzan ên bi vî rengî nikarin projeyên ku em dikin, asteng bikin. Ev hewldan xebatên me yên di vî warî de bêtir xurttir dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Şervan Derwîş ji bo Sputnikê: Piştî YPG vekişiya, Tirkiyê êrîşî Minbicê kir
    Şervan Derwîş: Tirkiye siyasteyên qirkirinê dimeşîne
    Şervan Derwîş: Tirkiye êrîşî hêzên me dike
    Etîketan:
    Sûîqesd, Sputnik, Şerwan Derwîş, Foza Yûsif, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de