01:07 26 Nîsan 2018
    Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl

    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem

    © Sputnik /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Şingal mijara rojeva Herêma kurdistanê û lraqê û Rojhelata Navîn e. Erdogan gefa dagîrkirina wê dike û PKK dibêje em vekişiyan û tê gotin lraqê hêzeke din dişîne şengalê. Qaymeqamê berê yê Şingalê Mehma Xelîl derbarê rewşa dawî Şingalê ji Sputnîk kurdistan re axivî. Mehma Xelîl da zanîn "ta niha endamên PKKê bi tevahî ji Şingalê venekişiyane."

    Mehma Xelîl derbarê rewşa Şingalê de ev tişt gotin: "Bi rastî rewşa Şingalê xerab e, gefên Tirkiyeyê li dijî Şingalê berdewam in û ta niha gêrîlayên PKKê bi tevahî ji Şingalê venekişiyane. Em weku Birêveberiya Şingalê bo çêbûna her şerekî li ser devera Şingalê —ku devereke jenosîd e- em Tirkiye û PKKê berpirsyar dizanin. Em ji hêzên hevpeyman, hikûmeta lraqê û hêzên pêşmerge dixwazin derbarê çewaniya birêvebirina deverê hemahengiyek hebe. Şingal ne meydana çalakiyên gerîla ye û ne meydana gefên Erdogan e. Eger Erdogan bixwaze Şingalê dagîr bike, ew nikare; şengale devereke wêran e û xelkê Şingalê guman dikin ku Erdogan piştevaniya DAIŞ û El Nûsrayê dike û devera Şingalêl jî bi destê destê wan hatiye wêran kirin."

    ‘DIVÊ PKK RÊ NEDE TIRKIYEYÊ KU ŞINGALÊ BIKE EFRÎNA DUYEM'

    Xelîl derbarê hewildanên parastina deverê got, "Bi rastî îro planeke dijwar û dijminane li djî kurdan tê kirin, vêca çi li Efrînê be yan li Şingal û Kerkûkê be, em baş hay ji vê planê hene, hem weku perlemanterekî êzidî û hem weku qaymeqamê Şingalê min dengê gelê Şingalê gihandiye Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) û tev nûnerên welatên biyanî ku haydarî rewşa Şingalê bin. Berpirsyareke exlaqî dikeve ser milê Amerîka ku rê nede deverên kêm netewe û olan ku cardin bi şer û kavilkariyan re rû bi rû bimînin. Ta niha hejmareke keçên me yên êzidî ku DAIŞê revandîne li Tirkiyeyê ne. Tirkiye rolekî baş naleyize, ew çend bihêz bibe, ew çedn çavê wê li ser Şingal û bajarê Musilê zêde dibe. Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingal bibe Efrîna duyem."

    ‘EM AMADE NE KU LI HEMBERÎ ŞERÊ TIRKIYEYÊ LI BER XWE BIDIN'

    Xelîl amajê dike ku ew amade ne li hemberî şerê Tirkiyeyê li ber xwe bidin: "Bi hemû awayî em amade ne, lê parastina Şingalê erka Amerîka û hikumeta lraqê ye, bi rastî peyama Erdogan çi bo Efrînê û çi bo Şingalê be, ya zelal peyama dagîrkirinê ye û ji name û peyama Erdogan xûya ye ku xewna Osmanya dibîne û ji saykolojiya wî diyar e ku piştevaniya DAIŞ û El Nûsrayê dike û heman hizr û bawerî ne."

    ‘VIYAN DEXÎL BI MIJARA ŞINGALÊ Û GEFÊN ERDOGAN LI GEL NÛNERÊ NY LI IRAQÊ JAN KUBIS RE CIVIYA'

    Ji aliyê din parlemantara kurd a êzidî di perlemantoya lraqê Viyan Dexîl jî ragihand ku derbarê rewşa Şingalê û gefên Erdogan li gel nûnerên NY li lraqê Jan Kubis civînek li dar xistiye û di civînê de ji NY xwestiye bihadayineke baştir bi 10 hezar malbatên êzidî bidin li ser Çiyayê Şingalê û derdorên wê. Herweha da xuyakirin ku pêwîst e valatiyeke ewlehiyê li devera Şingalê çê nebe ji bo ku her kes bikare û bi kêfa xwe yaraya pê bike û guh nede berjwendiya gelê Şingalê. Şingal nikare xwe li ber tu şer û êrişên din bigire."

     

    Bi heman mijarî:

    Gelo operasyona Tirkiyeyê li Şingalê dest pê kir an jî şerekî derûnî ye?
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê
    Erdogan: Iraq li Şingalê bi ser nekeve, em ê tiştê pêwîst bikin
    Qemeqamê Şingalê derbarê rewşa dawî ya herêmê de axivî
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya Şingalê
    'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'
    Iraqê ji bo Şingalê bersiv da Tirkiyeyê
    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
    Etîketan:
    Ihtîmala Operasyona li dijî Şingalê, Şingal, Spûtnîk Kurdistan, Mehma Xelîl, Iraq, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de