06:27 21 Gulan 2018
    li dijî sîstema paşkeftkirina mûçeyên fermanberan xwepêşandana cemawerî

    Li dijî paşkeftkirina mûçeyan li piraniya bajarê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebçe û çendîn bajarokên din fermanberên hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepêşandan li dijî sîstema paşkeftkirina mûçeyên xwe kirin.

    Di xwepêşandanê de xwepêşandêran daxwaz ji hikumeta herêma Kurdistanê kirin ku sistema paşxistina beşeke mûçeyan wan anku toloqkirina mûçeyan helweşîne û çi dî kar pê neke.

    Li Hewlêrê piranya xwepêşanderan ji mamostayên perwerde û Wezareta Tendrustiyê bûn. Dr. Aras Hemed bo Sputnîk Kurdistanê ragihand, "Îro em li ir xwepêşandanê dikin ji ber ku hem hikûmeta herêmê û hem jî hikûmeta lraqî sozên xwe li hember nojdar û karmendên Wezareta Tenduristiyê cî bicî nekirin. Em ji hikûmeta herêmê dixwazin sistema paşkefta mûçeyên me hilweşîne û mûçeyan weku berê bibê paşkeft anku birîna beşeka wî bide me."

    ‘TA KU HIKÛMET HEMÛ MAFÊN ME YÊN DARAYÎ DABÎN NEKE, EM DEST JI XWEPÊŞANDANÊ BERNADIN'

    li dijî sîstema paşkeftkirina mûçeyên fermanberan xwepêşandana cemawerî
    © Sputnik / Osman Başqalî
    li dijî sîstema paşkeftkirina mûçeyên fermanberan xwepêşandana cemawerî

    Herweha fermanber Hêro Berzencî weke fermanberekî da xuyakirin, "Îro beşdarî xwepêşandanê dikim û ta hikumet hemû mafên me yên darayî ji pere û mûçe dabîn neke em dest ji xwepîşandanê bernadin."

    Ji aliyê din ve Endamê Desteya Mamostayên Nerazî Mamosta Deştî Salih jî raghand, "dahatê petrola herêma Kurdistanê û li el parê ku hikûmeta lraqê bo herêmê şandiye beşê mûçeyê dû mehan dike, nekû yek meh. Em ê berdewam bîn li ser xwepêşandanê û partiyên siyasî dixwazin mûçeyên karmendên xwe li ser hisaba fermanberan bidin, em vê yekê qbul nakin."

    ‘XWEPÊŞANDÊRAN DIRÛŞM AVÊTIN Û DAXWAZÊN XWE ANÎNE ZIMAN'

    Hêjayî gotinê ye ku xwepêşandeêran bi dirûşm û sloganên wek 'bi rûxê diz', 'birûxê gendelî', 'birûxê sîstema paşkeft', 'hey hikûmeta qumarçî parey newt da be çî û diz û gendela perwerde û da xuyandin kire berhela' û çendîn dirûşmên din ên li dijî hikumetê bi lêv kirin.

    Ji aliyê din her îro li gel xwepêşandanên herêma Kurdistanê hikûmeta herêmî civînek li dar xist û li gor zanyariyên Sputnîk Kurdistan beşeke civînê taybet bu bi xwepêşandanên cemawerî û sîstema paşekefta mûçeyên fermanberan, lê derbarê vê civînê de tu agahî nehatin bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê mûçeyên Herêma Kurdistanê şandin
    ‘Bexdayê mûçeyên wezaretên Perwerde û Tenduristiyê şand'
    'Iraqê dema dayîna mûçeyên Kurdistanê eşkere kir'
    Mamoste Adil Elî: Heta mûçeyên me neyên dayîn em dê baykotê berdewam bikin
    Iraqê beşeke mûçeyên Herêma Kurdistanê şand
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Etîketan:
    Xwenîşandan, Çalakî, Mûçe, Xwepêşandan, Deştî Salih, Hêro Berzencî, Aras Hemed, Helebçe, Silêmanî, Duhok, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de