15:43 22 Nîsan 2018
    PKK-Qendil

    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?

    © AP Photo /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa dewleta tirk ve serokomarê tirk Erdogan gef xwarin ku dê operasyonên leşkerî yên li Suriye û Iraqê berdewam bikin û dibêje ew dê 'şevekê ji nişka ve' ji bo derxistina endamên PKKê li wê deverê operasyonekê li dar bixin. Piştî daxuyaniyên Erdogan birêveberiya PKKê ragihandibû ku ew ji Şingalê vekişiyane.

    Berdevkê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Serhed Varto ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser vekişîna PKKê ji Şingalê axivî.

    Varto derbarê ketina PKKê bo Şingalê de wiha axivî, "Gelê kurd ê êzidî bi hovanetirîn êrişa terorîstên DAIŞê re rû bi rû mabû. Ji gelê me yê êzîdî bi sedan hatin şehîdkirin, revandin û talankirin. PKK bi erka xwe biryar da ku bi mebesta parastina êzidiya kete devera Şingalê û hate dîtin bê PKKê êzîdî çawa ji destê wan terorîstan parastin."

    'NIHA DEVERA ŞINGALÊ ARAM E Û GELÊ ÊZIDÎ HÊZA XWE HE YE Û DIKARE PARÊZVANIYÊ XWE BIKE'

    Berdevkê PKKê Varto derbarê vekişandina hêzên PKKê de wiha axivî:

    "Biryara vekişandinê hat wergirtin, ji ber ku ew armancên di pêşiya çûyîna wê hêzê de hebûn, tev cî bcî bûn, niha devera Şingalê aram e û gelê êzidî hêza xwe he ye û dikare parêzvaniyê xwe bike."

    ‘TU FIŞAR Û METIRSÎ LI SER ŞINGALÊ NEMA YE Û PÊWÎSIYA ŞINGALIYAN BI PKKÊ NEMA YE, JI BER VÊ YEKÊ PKK JI ŞINGALÊ VEKIŞIYA'

    Varto: "Di heman demê de niha êzidî li Şingalê xwe bi xwe bi rêve dibin û tu fişar û metirsî li ser wan ne mane û pêwîsiya wan bi hêza PKKê nema ye, ji ber vê yekê PKKê biryara vekşandina hêzên xwe ji Şingalê da."

    ‘GEFÊN ERDOGAN TU BANDORÊ LI SER BIRYARA VEKIŞÎNA JI ŞINGALÊ NEKIRINE'

    Derheqê helwesta hikûmeta lraqê û hebûna hemahengiyê di navbera herdû aiyan de, varto da xuyakirin, "Derbarê vekişîna PKKê ji Şingalê bi hikûmeta Iraqê re tu rêkeftin çêne bûne hikûmeta lraqê baş dizan'i ku hebûna hêzên PKKê bo parastina gelê Şingalê ye û hikûmeta lraqê tu fişarek jî li ser PKKê nekiriye ku hêzên xwe vekişîne û tu peywendiya gefên Erdogan li ser vê vê biryarê bandor nekiriye. PKK bi salan e bi dewleta tirk re şer dike û lewra ji gefên dewleta tirk natirse."

    Hêjayî gotinê ye ku du roj berê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku li Şingalê û derdora wê ewlehî hatiye pêkanîn û hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna daxwazên êzidiyan ketiye nava tevgerê û ji ber vê yekê ew hêzên xwe yên li Şingalê vedikişînin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da
    Cemil Bayik: Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de firehtir dibe
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Kartal li ser ihtîmala pêvajoyeke nû di navbera PKK û Tirkiyeyê de ji Sputnikê re axivî
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Etîketan:
    Vekişîna PKKê ji Şingalê, PKK, Spûtnîk Kurdistan, Serhed Varto, Çiyayê Şingalê, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de