02:27 25 Gulan 2018
    Ala Rûsya û Amerîkayê

    ‘Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan a li Sûriyeyê li hev kirine'

    © AP Photo / Ivan Sekretarev
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 22

    Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ragihand ku siyaseta Rûsyayê ya li hemberî kurdan a piştî hilbijartina serokatiya dewletê ya Rûsyayê dê neguhere. Onen destnîşan kir ku Rûsya dixwaze li herêmê guhertin çêbibe û kurdan jî aktorekî esasî digire. Lê eger Rûsya dixwaze li Sûriyeyê îstîqrar çêbibe, dive mafên kurdan bê dayîn.

    Di 18ê Adarê re hilbijartina serokatiya dewletê ya Rûsyayê bi rê ve çû û di encamê de jî li gorî daneyên fermî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji sedî 76.69ê denga bi dest xist û dîsa bû serok. Herwiha piştî hilbijartinê gelo di polîtîkaya Rûsyayê de guhertin çê bibe, siyaseta Rûsyayê li dijî kurdan dê biguhere, şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ji Spunikê re li ser encamên hilbijartinê axivî û diyar kir ku dê di siyaseta Rûsyayê de ti guhertin çênebe û Rûsya jî wek welatên din li gorî berjewendiyên xwe siyasete li hemberî kurdan bi de meşandin.

    ‘ZILM LI KURDAN DIKIN, JI BER KU BERJEWENDIYÊN WAN BI KURDAN RE TINE YE'

    Onen wiha pê de çû: "Bi taybetî hemû welatên mezin wek Rûsya, Amerîka û yên din, siyaset û stratejiya wan li gorî konjekturê naguhere. Belê dikarin konjektura xwe hin nerm bikin an jî tund bikin. Ew sistbûn û nermbûn jî li gorî armancên ku dane beriya xwe dikin. Ez ne bawerim ku di siyaseta Rûsyayê de guhertineke pozîtîf an jî negatîf çêbibe, dê wek xwe dewam bike. Gelek car kurd ji siyaseta Rûsya û Amerîkayê gazinan dikin. Bi ya min siyaseta wan dewletan li gorî berjewendiyên wan dimeşe. Ji ber ku berjewendiyên wan global in û li gorî vê tevdigerin. Ez tim dibêjim ku dijminatiya ne Rûsya, Amerîka û welatên Ewropayê li dijî kurdan tine ye. Lê çî ye berjewendiyên wan hene. Car carna berjewendiyên wan û kurdan digihîje hev, carna jî ne wekhev e û li rêya xwe diçin. Zilmê li kurdan dikin, ji ber ku berjewendiyên kurdan û wan ne wekhev e."

    ‘DIJMINATIYA LI DIJÎ AMERÎKA RÛSYA Û EWROPAYÊ YA KURDAN GELEK ŞAŞ E'

    Onen got: "Divê dostê me û berjewendiyên me hebin. Lê em çawa dikin, esas şaşî bi me re jî heye, divê dostê me û berjewendiyê me hebe û ne şerte ku em ji xelqê re bibêjin doh dostê me bûn îro em xapandin. Kes kesî naxapîne. Di siyasetê de herkes berjewendiyên xwe dişopîne. Wekê ku dibêjin di siyasetê de dost û dijmin tine ye, berjewendî heye. Wekê gotineke ku di kurdî de heye; bira biraye, bazar cuda ye. Dema têkiliyên me bi Amerîkayê re çêdibin, herkes ji xwe re bazariyan dike, şertên wan jî heye, yên me jî hene. Herkes ya xwe diparêze. Lê nabe em ê rojek ji wan re bibêjin baş e, roja din bibêjin xirab e. Li gorî min dijminatiya li dijî Amerîka, Rûsya û dewletên Ewropayê ya kurdan gelek şaş e."

    ‘AMERÎKA Û RÛSYA LI SER STATÛYA KURDAN A LI SÛRIYEYÊ LI HEV KIRINE'

    Onen wiha berdewam kir: "Siyaseteke Rûsyayê li Rojhilata Navîn heye, ne ji bo xatirê kurdan ku hezdikin an nakin, Rûsya dixwaze li herêmê guhertin çêbibe û kurdan jî aktorekî esasî digire. Lê Rûsya jî eger dixwaze îstîqrar li Sûriyeyê çêbibe dive mafê kurdan bê dayîn. Rûsya bi vekirî dibêje ku kurd li Sûriyeyê statûyeke bistînin. Forma vê statûyê çawa be, bi çi awayî be. Tişta ku tê zanîn Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan li Sûriyeyê li hev kirine, tişta ku li hev nekirine çî ye? Tişta li hev nakin, Rûsya dibêje otonomiyên ku bên avakirin divê bi navendê ve girêdayî bin, Amerîka jî dixwaze valahî hebe û hertim dixwaze mudaxale li herêmê bike. Lê ez ne bawerim ku siyaseta Rûsyayê ya derbarê kurdan de jî biguhere."

    ‘PÛTÎN RÛSYAYÊ JI ASTA HILWEŞANDINÊ DERXIST ASTA HÊZEKE SUPER'

    Onen li ser encamên hilbijartina Rûsyayê jî axivî û got: "Gelek înformasyon û manîpulasyon di derbarê Rûsyayê de ji aliyê medyaya Amerîka, Ewropa heta Tirkiyeyê heye. Şerê medyayê li hemberî Rûsyayê tê kirin. Di qanaeta min de hilbijartineke demokratîk çêbû, belê him şaşî di hilbijartinê de çêbûn, lê van şaşiyan tesîr li hilbijartinê nekirin. Bi rastî hilbijatineke demokratîk çebû, gel çû ser sindoqan. Ez bi xwe li Swêdê çûm ser sindoqê û gel ji bo bikaranîna dengê xwe ketibûn rêzê û xelkê dengê xwe bi azadî da. Çima gel dengê xwe da Pûtîn (Serokê Dewleta Rûsyayê ku dîsa wek serok hat hilbijartin) piştî têkçûna Sovyetê Rûsya hilweşiya, Pûtîn di navbera 10 salan da Rûsyayê ku hilweşayî, aboriya we ya xirabe, bêîstîqrariya siyasiya derve û civake kî kaos derxist astekî bilind û Rûsya dîsa kir welatekî super. Pûtîn gelek reformên sosyal, çandî, tenduristî û civakî kir. Bi taybetî jî reformên aborî pêk anî. Ev yek di jiyana welatiyên rûsî de guhertineke berbiçev pêk anî. Pûtîn jiyana rûsan xweşkir. Xelqê piştgiriya siyaseta Pûtîn kir."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê kurd: Gotinên parlamenterê tirkmenî yên ji bo kurdan ne rast in
    'Doza miletê kurd bi êrişan nayê tefandin'
    Qeymeqam bo Spûtnîkê got :4 ciwanên kurd li Çomanê ji aliyê balafirên tirk ve hatin kuştin
    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
    Etîketan:
    kurd, hilbijartin, Sputnik, Ekrem Onen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de