13:51 25 Nîsan 2018
    Efrîn - Sivîl - Koçeber-

    Hevseroka Kantona Efrînê: Sivîlên Efrînê li derve û di wesayîtan de radizên

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ji Spûtnikê re ragihand ku 200 hezar sivîlên ku ji Efrînê koç kirin li derve û di wesayîtan de radizên û da zanîn kuji ber şert û mercên xirab sivîl jiayana xwe ji dest didin.

    Hikmet Durgun

    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa derbarê sivîlên ku ji Efrînê koç kirine de ji Spûtnikê re axivî:

    ‘EM DAXWAZ JI SAZÎ Û RÊXISTINÊN MIROVÎ DIKIN KU BÊNE HERÊMÊ Û REWŞA MIROVÎ BIBÎNIN’

    Mistefa diyar kir ku 200 hezar sivîlên ku ji Efrînê koç kirine di şert û mercên dijwar de dijîn û wiha axivî, "Li gelek deverên Efrînê hevwelatî neçar man ku ji Efrînê birevin. Sivîlên ku ji Efrînê koç kirine an li zeviyên xwe an jî di wesayîta xwe de radizên. Stargeheke gelek sivîlan tune ye. Sivîl di şert û mercên gelek xirab de dimînin, nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Sivîl di şert û mercên xirab de ne. Birçî, bê av û bê mal in. Bê derman. Kêmasiya bijîşkan heye. Piraniya sivîlan çune herêma Şehba ye, welatiyên ku çûne deverên din jî hene. Tu rêxistin an jî saziyên mirovî alîkariya sivîlan nekir. Bi tenê Heyva Sor a Sûriyeyê û Kurdan alî me kir. Em weke kantona Efrînê alîkariyan dikin lê alîkariyên me têrê nakin. Em nagihîjine hemû pêwistiya mirovan. Em daxwaz ji sazî û rêxistinên alîkariyên mirovî dikin ku bêne herêmê û rewşa mirovî di cihê cih de bibînin."

    Mistefa amajê pê kir ku sivîl nekarin biçine Efrînê, sedema vê yekê jî muameleyên tunkarî û talanê ye. Herwiha Mistefa ji bo ku sivîl bikaribine vegerine malên xwe bang li raya giştî ya navdewletî kir.

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li navenda Efrînê tankeke Tirkiyeyê hat teqandin: 9 leşker hatin kuştin
    Li Efrînê sê leşkerên tirk hatin kuştin û sisê birîndar bûn
    Erdogan li ser rewşa Efrînê de agahî da serokomarê Almanyayê
    Almanya: Dagirkeriya mayînde ya Efrînê wê rewşeke nû derxe holê
    Berdevkê NYyê: Ji xelkê Efrînê agahiyên tundî, talan û binçavkirinên kêfî tên
    Etîketan:
    Hevseroka Kantona Efrînê, Nexweş, Sivîl, Koçber, Spûtnîk, Hêvî Mistefa, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de