17:32 22 Nîsan 2018
    Heskîf-Çalakî-protest-desteserkirin-binçavkirin-mudaxele-

    ‘Dewlet li Heskîfê bi awayekî xemsar û li djiî mafê mirovan xebatan dimeşîne'

    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 63

    Aktîvîst û endamê Bizava Jiyandina Heskîfê Murat Tekin derbarê çalakiya protestoyî ya îro, rewşa dawî ya Heskîfê û binpêkirinên mafê mirovan li Heskîfê ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî. Tekin got, "heta ku bajarê nû nebe jîngeheke ku mirov bikaribe lê bijî, sûk û dikan bi temamî neqedin em naxwazin ji cihê xwe derkevin."

    Aktîvîst û endamê Hasankeyfi Yaşatma Girişimi (Bizava Jiyandina Heskîfê) Murat Tekin ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û ragihand ku rayedarên dewletê tevî ku hêj avakirina Heskîfa Nû neqediya ye dixwaze bi zorê Heskîfa dîrokî vala bike lewra îro gelê Heskîfê bertek nîşanê vê biryarê da û çalakiyeke protestoyî li darxist. Tekin got, "heta ku bajarên nû nebe jîngeheke ku mirov dikar lê bijî, sûk û dikan bi temamî neqedin em naxwazin ji cihê xwe derkevin."

    Aktîvîst Murat Tekin diyar kir ku DSI (Saziya Avê ya Dewletê) dixwaze li sûka kevn a dîrokî, li kelehê û mizgeftê xebata veguheztina berhemên çandî pêk bîne. Bi vê mebestê li taxê hewil dide rêyeke veke. Lewma jî dixwazin esnafên wê derê tehliye bikin, "Dewlet dixwaze esnafên li Sûka Dîrokî tehliye bike lê li Heskîfa Nû hêj dikan û sûk ne ketine faaliyetê. Em dibêjin ku li Heskîfa Nû mal ne amade ne, sûk û dikan bi temamî hêj ne amade ne, çima hun vê derê tehliye dikin? Esnafên bajêr ên wê taxê dê mexdûr bibin û ji aliyê aborî ve zirarê bibînin."

    Çalakiya li dijî bendava Ilisuyê - Heskîf
    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Çalakiya li dijî bendava Ilisuyê - Heskîf

    Murat Tekin wiha berdewam kir, "Dema me xwest çalakiyeke protestoyî li dar bixin û daxwazên xwe yên rewa bînine zima polîs bi awayekî xurt mudaxeleyî me kir, guleyên plastîk û gaza tûj bikranî, 10-12 hevwelatî bi awayekî sivik birîndar bûn."

    ‘HETA KU DAXWAZÊN ME PÊK BÊN EM DÊ ÇALAKIYÊN XWE BERDEWAM BIKIN'

    Tekin da zanîn, "Tevî ku me gelek caran ji rayedar û berpirsyaran re ev rewş aniye ziman jî guh nedane me. Em mafdar in, heta ku daxwazên me pêk bên em dê çalakiyên xwe berdewam bikin."

    Tekin bal kişand ser bendava Ilisuyê ku niha li ser çemê Dîcleyê tê avakirin û di encamê wê de di serî de navenda Heskîfê û gelek gund dê werin tehliyekirin got û bi dehhezaran mirov dê ji cih û warê xwe bibin, "Me tu carî nexwest bendav (a Ilisuyê) were çêkirin. Em mecbûrî vê yekê kirin. Lewra berpirsyariya dewletê li vir zêde ye. Me nexwest bendavek bê çêkirin, niha bendavek tê çêkirin û di encamdana wê de dixwazin me ji cih û warê me bikin. Li Heskîfa Nû mal, sûk û dikan hêj ne amade ne lê ji şênî û esnafên taxa sûka kevn re dibêjin ji vir derkevin. Hewil didin bi zorê û bi polîsên çevîk tehliyekirinê pêk bînin. Gelê Heskîfê bendavê nexwest, naxwaze bes em mecbûrî vê yekê kirin."

    ‘DEWLET LI HESKÎFÊ BI AWAYEKÎ XEMSAR Û LI DJIÎ MAFÊ MIROVAN XEBATAN DIMEŞÎNE'

    Tekin eşkere kir ku di pêvajoya xebatên bendavê û veguhestinê berhemên dîrokî de berê jî binpêkirin pêk dihatin, "DSIyê bi awayekî xemsar û li dijî mafê mirovan xebat meşandin. Bo nimûne havînan em li ser textan radizên, danê sibehê saet 4-5an beyî anons û hişyariyekê bi tonan dînamîtan bi kar tînin û xelkê bajêr di nava toz û dûmanê de dihiştin. Xebateke wiha ya hovane nayê qebûlkirin. Li Heskîfa Nû jî carinan dînamîtan bi kar tînan, hafriyatê derdixin û zirarên bingehîn didine bajarê nû jî. Bi ser de jî xwendekarên ku li wie perwerdehiyê dibînin hene, xwendekar jî bi awayekî neyînî di bin bandora van rûdanan de dimînin."

    Çalakiya li dijî bendava Ilisuyê - Heskîf
    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Çalakiya li dijî bendava Ilisuyê - Heskîf

    ‘HETA KU BAJAR BI TEVAHÎ NEYÊ AVAKIRIN EM NAXWAZIN JI CIHÊN XWE DERKEVIN'

    Tekin di dawiya axaftina xwe de got ku, "heta ku bajarê nû nebe jîngeheke ku mirov dikare lê bijî, sûk û dikan bi temamî ne qedin em naxwazin ji cihê xwe derkevin. Ya ku dixwazin bikin ev e, beyî ku bajar bi tevahî bê qedandin dixwazin me ji cihê me bi zorê derxin."

    Hêjayî bibirxistinê ye ku navçeya Batmanê Heskîfa dêrîn ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî navendî ji gelek şaristaniyan re kiriye û ji 10 krîterên UNESCOyê 9 dihundirîne, bi çem û xweza û berhemên xwe yên dîrokî ku bala geştyarên welêt û dinayayê dikşîne, ji ber avakirina bendava Ilisuyê niha bi tunekirinê re rû bi rû ye.

    Bi heman mijarî:

    DDBê vîzeya tinekirina Heskîfê da
    Dildarên Heskîfê: Bila Dicle Azad biherike!
    Cihê tirba dîrokî Zeynel Beg a Heskîfê hat veguhestin
    Wênegirê Fransî li Heskîfê hat binçavkirin
    Tirbeya dîrokî ya Heskîfê dê bê veguhestin bo cihê xwe yê nû
    Etîketan:
    Şermezarkirin, Portesto, Heskîfa Nû, Bendava Ilisuyê, Ilisu, Aktîvîst û endamê Hasankeyfi Yaşatma Girişimi, Nêrîn, Tehliyekirin, Mudaxele, DSI, Bizava Jiyandina Heskîfê, Murat Tekin, Hasanekyf, Heskîf, Batman, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de