13:55 25 Nîsan 2018
    Xwepêşandanên piştgriya Efrînê li Herêma Kurdistanê - Hewlêr

    Mamosteya Oxfordê: Îdolojiyeke neyînî li hemberî kurdan a Brîtanyayê heye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 24

    Hîndekara Zanîngeha Oxfordê Dr. Ozlem Belçim Galip diyar kir ku Brîtanya ticarî helwesteke ji bo piştgiriya kurdan nedaye nîşandan. Ji ber ku îdeolojiyeke fermî ya li hemberî kurdan a Brîtanyayê heye û partî biguherin jî ev îdeolojî naguhere. Herwiha Brîtanya dê ticarî piştgiriya kurdan jî neke.

    Galip li ser helwesta Brîtanyayê ya li hemberî kurdan û bêdengiya Brîtanyayê di mijara operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Brîtanya ti wext helwesteke ji bo piştgiriya kurdan neda nîşandan û got: "Di dema ku Amerîkayê piştgiriya kurdên başûr kir jî, hikûmeta Brîtanyayê ji kurdan dûr sekini. Hin parlamenterên ji Partiya Karkeran ku bi sempati li doza kurdan dinerin û dozên kurdan bi baldarî dişopînin û li gel kurdan disekinin hene. Bi taybetî Serokê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn ku bêtirî 30 sal e parlamenterê, herdem li aliyê kurdan sekini. Lê ev koma parlamenteran heta niha di mijara kurdan de nekarîn bandorê li polîtîkayên hikûmetê bikin. Polîtîkayên fermî yên hikûmetan heya û ev yek jî bi hêsanî naguhere."

    ‘ÎDOLOJIYEKE FERMÎ LI HEMBERÎ KURDAN A BRÎTANYAYÊ HEYE Û EV YEK JÎ NAGUHERE'

    Galip wiha pê de çû: "Ji mêj ve hikûmeta Brîtanyayê helwesteke ji bo piştgiriya kurdan neda nîşandan. Niha jî partiyeke muhafazekar li ser kar e. Beriya wan jî Partiya Karker ku nêzî çepê ye li ser kar bû. Dîsa nêrîna li hemberî kurdan û polîtîkaya Rojhilata Navîn heman bû. Îdolojiyeke fermî li hemberî kurdan ya hikûmeta Brîtanyayê heye. Ev îdeolojî partî biguherin jî, ev helwest, îdeolojî naguhere. Piştgiriya Amerîkayê ku hevalbendê herî mezin a Brîtanyayê ye, piştî piştgiriya kurdên başûr, piştgiriya kurdên Rojava kir jî polîtîkaya Brîtanyayê neguherand. Berevajî, şervanên brîtînî yên ku ji bo şer tevlî YPGê bibin hişyar kir û carna jî bo wan muemeleya terorîtan kir. Hesasiyetên Tirkiyeyê piştguh nekir. Brîtanya di vî baweriyê de bû ku kurd îro hene sibê tine ne û Tirkiye jî mayînde ye."

    ‘BRÎTANYA DÊ TI WEXT PIŞTGIRIYA KURDAN NEKE'

    Hîndera Oxfordê Galîp got: "Ji bo vê yekê daxuyaniya wezareta kare derve yê Brîtanyayê di dema destpêkirina operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê em şaş nekirin. Wezaretê eşkere kir ku Tirkiyeyê di çerçoveya parastina sivîlan de dikare ewlehiya sînorê xwe bigire. Di operasyonê de sivîlan zerareke mezin dîtin û gelek windahî çêbûn. Lê derbarê vê yekê de ji hikûmeta Brîtanyayê ti daxuyanî nehat. Têkiliyên Brîtanyayê ya bi Tirkiyeyê re heta zerar negihîje wan dê dewam bike. Brîtanya welateke wisa ye ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞê jî nekir mesele. Yanî Brîtanya ji bo têkiliyê xwe yên bi Tirkiyeyê, dê ti wext piştgiriya kurdan neke."

    ‘KIRYARÊN TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ ROJAVA BANDORÊ LI TÊKILIYÊN BI BRÎTANYAYÊ RE NEKE

    Galip da zanîn ku, "Çi polîtîkayên Erdogan çi jî yên Tirkiyeyê ku li dijî Rojava pêk tîne, dê bandorê li têkiliyên Brîtanya û Tirkiyeyê neke. Divê em vê yekê jî bibêjin rayagiştî û çapameniya Brîtanyayê ji hikûmetê cudatir li meseleye dinêre. Rayagiştiya Brîtanyayê ji têkoşîna kurdên Rojava haydar in û piştgiriya xwe jî herdem tînin ziman. Gotina peyva terorîst ji bo şervanên YPGê ya hikûmeta Brîtanyayê ji aliyê rayagiştî ve rastî bertekên tûnd hatibû."

    Bi heman mijarî:

    Bulut: Tirkiye dixwaze erdên Dewleta Osmanî vegerîne
    Şêx Alî: Bila Tirkiye pabendiyê bi qanûna navdewletî bike
    Tirkiye bertek da rapora NYyê: Hûn piştgirê terorê ne
    Tirkiye: Amerîka hê ji operasyona Efrînê tênegihîştiye
    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
    Etîketan:
    polîtîka, kurd, Sputnik, Dr. Ozlem Belçim Galip
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de