00:56 21 Nîsan 2018
    Londra'nın sınır dışı edeceği 23 Rus diplomat büyükelçilik binasından ayrıldı

    ‘Rûsya ji Brîtanyayê natirse û dê bersiveke tund bide Brîtanyayê'

    © REUTERS / Toby Melville
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 0 0

    Hîndekara Zanîngeha Oxfordê Dr. Ozlem Belçim Galip ragihand ku Britanya ji aliyê aborî û dîplomasiyê ve gelek lawaz bûye û ji bo têkçûna xwe ya di pêvajoya derketina ji Yekîtiya Ewropayê veşêre, meseleya bi Rûsyayê re da destpêkirin. Herwiha Galipê da zanîn ku Rûsya ji Brîtanyayê natirse û dê bi heman şêwazê bersivê bide.

    Welatê Brîtanyayê li ser jehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliya Salisbûryê, Rûsyayê sûcdar kiribû û 23 dîplomatên rûsî jî dersînor kiribû. Rûsyayê jî biryar girtibû dê kiryarên Brîtanyayê dê bê bersiv neminin. Hîndekara Zanîngeha Oxfordê Dr. Ozlem Belçim Galip li ser vê mijarê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Brîtanya dixwaze têkçûna xwe ya di pêvajoya derketina ji YEyê biweşêre û piştgiriya welatên Ewropayê bi dest bixe.

    'BRÎTANYA DI WARÊ ABORÎ Û DÎPLOMASIYÊ DE DI HEYAMEKE GELEK LAWAZ DE YE'

    Galip wiha pê de çû: "Niha Brîtanya him ji aliyê aboriyê him jî ji aliyê dîplomasiyê ve di heyameke gelek lawaz de ye. Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê David Cameron texmîn nedikir ku encameke wiha ji referandûma derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî derxist pêş, derkeve. Bi ratî ti kesî îhtîmala ku Brîtanya ji YEyê derkeve nedida. Derketina Brîtanyayê ji YEyê ji ber kampanyayeke baş ya alîgirên ku dixwestin ji YEyê derkevin nebû. Nêrîna ku ji kotaya koçberên sûrî ku YEyê bi taybetî ku Almanyayê pêk anî xwe xilas bikin, di rayagiştî de hat belavkirin. Li ser vê yekê aliyên ku li dijî koçberan bûn ji bo derketina Brîtanyayê ji YEyê deng bikar anîn."

    Boris Johnson
    © AFP 2018 / NIKLAS HALLE'N
    ‘RÛSYA JI BRÎTANYAYÊ NATIRSE'

    Galip got: "Gelê Brîtanyayê niha poşman e ku ji YEyê derketine. Piraniya muhafazekaran derketina ji Yekîtiya Ewropayê ji xwe re wek çekekî, dixwestin bikar bînin, lê tişta ku difikiriyan negirt. Herwiha YEyê jî ti şertên Brîtanyayê qebûl nekirin, ji ber vê yekê jî Brîtanya ji vê derketinê gelek zerar kir. Brîtanya vê carê jî berê xwe da welatên ku ji aliyê hikûmetên otoriter ve birêve tên birin wek Erebistan Siûdî, Çîn û heta Tirkiyeyê. Bertekên tund ji gel tên, lê hikûmet niha van bertekan piştguh dike. Rûsya jî gelek baş dizane ku Brîtanya niha lawaz e. Ji aliyê din ve Rûsyayê welateke ku wêrektî biryaran dide ye û ji bo bersivdayînê herdem amadeye, ji qutbûna têkiliyên bi Brîtanyayê re jî natirse."

    ‘EGER MIJAR RÛSYA NEBA WELATAKE DIN BÛYE, EWROPA GUH LI BRÎTANYAYÊ NEDIKIRIN'

    Hîndekara Zanngeha Oxfordê Galip da zanîn ku, "Brîtanya di krîza bi Rûsyayê re piştgiriya herî mezin ji Amerîkayê girt. Ji bo piştgiriyê jî Fransa û Almanyayê bi zorê qane kir. Eger mijar Rûsya neba welateke din bûye, ez ne bawerim ku Ewropayê guh bida Brîtanyayê. Rûsya, yek ji dewletên serekeye ku Ewropa nikare pê. Ji bo vê yekê, Ewropa li hemberî Rûsyayê bi yekdegî tevdigere. Lê piştgiriya ku bistîne, dê ji bilî morale wêdatir nebe."

    'EGER AMBARGOYÊN DÎPLOMATÎK Û ABORÎ WERE FERZKIRIN, TÊKILÎ QUT DIBIN'

    Pêvajoya derketina ji Ewropayê, ket rêyeke girtî. Rojev bi temamî bi pêvajoya gotûbêjên têkçûyî ya hikûmeta brîtanî ya YEyê tijî ye, lê niha em şerê li dijî Rûsyayê ya Brîtanyayê diaxivin. Ez difikirim ku hikûmet ser têkçûyîna xwe bide girtin û rayagiştî ji van meseleyan dûr bigire, meseleya Rûsyayê anîn rojevê. Hikûmeta Brîtanyayê, eger ambargoyên dîplomatîk û aboriyên ku qala wan dike li ser Rûsyayê ferz bike, têkiliyên di navbera Brîtanya û Rûsyayê de bi temamî qut dibe. Lê welatên Ewropayê dê gotina Brîtanyayê nekin û ambargoyê li ser Rûsyayê ferz nekin. Eger Brîtanya di meseleya ambargoya li ser Rûsyayê cidî be divê li ser rûsên ku li Brîtanyayê kar dikin jî ambargo ferz bike.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    Wê termînator di arteşa Rûsyayê de kar bikin
    Wêneyên ji konsera di çarçoveya salvegera Kirimê ku bi Rûsyayê ve hat girêdan
    Çavdêrê Bosna Hersekê: Li Rûsyayê cejna demokrasiyê heye
    Hilbijartinên Rûsyayê: Putin ji sedî 76.67ên denga stend, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67.4 e
    Etîketan:
    rûsî, dîplomat, ambargo, aborî, Sputnik, Dr. Ozlem Belçim Galip
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de