18:46 19 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkayê

    Encamên ketina Amerîkayê ya Iraqê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û kurdan kir

    © AFP 2018 / Ali al-Saadi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 01

    Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ragihand ku şer, pevçûn, komkujî û wêrankirina îro jî ku li Rojhilata Navîn hene, encama siyaseta Amerîkayê ya ketina Iraqê ye û ketina Iraqê bi xwe re kaosê anî Rojhilata Navîn. Onen destnîşan kir ku encama ketina Amerîkayê ya Iraqê bo kurdan erênî bû û kurdan statû bi dest xist.

    Hêzên Koalîsyona Piralî ku Amerîka û Brîtanya pêşengiya wê dikirin, di 20ê Adara 2003an de li dijî Iraqê operasyona leşkerî pêk anîn. Tê texmînkirin ku di wî şerî de ku nêzî 1 milyon welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan kes birîndar bûne û koçber bûne. Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen li ser ketina Amerîkayê ya Iraqê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Amerîka bi ketina Iraqê, bi valahiya piştî têkçûna Sovyetê xwest cîhanê ji nû ve li gorî xwe dizayn bike. Herwiha bi ketina Amerîkayê ya Iraqê, bêguman kurdan statûyeke bi dest xist, herêmên xwe kontrol kirin. Em dikarin bibêjin ku encamên wê ji bo kurdan pozîtîv bûn.

    ‘PIŞTÎ TÊKÇÛMA SOVYETÊ BALANSA CÎHANÊ JÎ TÊKÇÛ'

    Onen wiha pê de çû: "Di salên 80î de li cîhanê du pakt hebûn. Pakta Varşovayê û ya NATOyê. Di navbera herduyan de rageşiyên mezin hebûn. Piştî têkçûna Sovyetê ya sala 1989an, li cîhanê valehiyek çêbû. Beriyê vê baş an jî xirab îstîqrarek li cîhanê hebû. Sînorê Amerîkayê jî diyar bû, yê Sovyetê jî diyar bû û kes qarişî kesî nedibû. Piştî têkçûna Sovyetê ew balansa cîhanê jî têk çû. Li ser vê Rûsya mecbûr ma bi pirsgirekên xwe yên navxweyî re eleqadar bû. Lewre piştî têkçûna Sovyetê, Rûsya di warê aborî, siyasî û civakî de gelek lawaz bû û dest ji siyaseta derve berda. Welatên rojava û endamên NATOyê ev yek ji xwe re wek serkeftinek dît û wan got ku Rûsya hîn lawaz e û bi ser xwe de nehatiye, nikare mudaxaleyê bike, em ê nîzameke din li cîhanê saz bikin."

    ‘AMERÎKA XWEST HEGEMONYA XWE YA TOTAL LI CÎHANÊ HAKIM BIKE'

    Di berdewamiya axiftina xwe de Onen wiha got: "Amerîka her çiqas dewletên rojava bi wan re jî bûn wek Yekîtiya Ewropa, Almanya û Fransa, piştî ku Sovyet hilweşiya valahiyekê çêbû û wan dewletan xwest ku ji Amerîkayê dûr bikevin û vê valahiyê dagirin. Ji bo vê jî bi temamî bi ya Amerîkayê nekirin. Amerîkayê jî ku digot, 'em ê nîzameke nû li cîhanê saz bikin'. Lê Amerîkayê çi kir, Brîtanyayê da kêleka xwe û xwest vê siyaseta xwe pêk bîne. Wan xwest ku ev nîzama nû li Rojhilata Navîn bidin destpêkirin. Wek ku tê zanîn dewleta Sovyetan li Rojhilata Navîn xurt bû. Li welatê wek Sûriye, Iraq, Lîbya û gelek welatên din xurt bû. Amerîka bêtir xwest li wan deveran bixe û bandora xwe li wir xwe xurt bike. Di rastiyê de jî Amerîka hegemoniya xwe ya total xwest li cîhanê hakim bike. Pêşî xwest êriş bibe ser welatên ku him nêzî Sovyetê bûn û ji xwe re xeter didît."

    ‘AMERÎKA XWEST DI SER IRAQÊ RE BANDORA XWE LI SER ÎRAN, SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ ZÊDETIR BIKE'

    Onen diyar kir ku Amerîka û Brîtanyayê dixwest di ser Iraqê re bandora xwe li herêmê berfirehtir bike, wiha berdewam kir: "Wan xwest di ser Iraqê ve bandora xwe li Îranê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê zêdetir bikin. Ji bo vê jî biryar girtin ku li Iraqê bixin. Ewil xwestin ji Neteweyên Yekbûyî (NY) biryarê derxin, lê li ser îtîraza Rûsya, Çîn û Fransayê, ev hat redkirin. Ji bo vê nekarîn biryareke NYê derxin. Lê Amerîka bi Brîtanyayê re êrişî Iraqê kirin."

    ‘AMERÎKA NAKOKIYA DI NAVBERA KURDAN DE ÇARESER KIR'

    Şîrovekarê siyasî Onen da zanîn ku divê prosesê de kurd jî faktorekî girîng bûn, lê wê demê di navbera kurdan de nakokî hebûn û got: "Wê demê nakokî di navbera tevgera kurdan a li Başûrê Kurdistanê de hebû. Di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hebû. Wê demê Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright beriya ku li Iraqê bixin kurd vexwendin Amerîkayê û ew li hev anîn. Ewil xwestin ji ser Kurdistanê ve mudaxaleyê Iraqê bikin, lê ev derfet wê demê nîn bû. Piştre jî xwestin di ser Tirkiyeyê re mudaxale bikin, lê wê demê Parlamentoya Tirkiyeyê destûr neda, Amerîka li ser vê di ser welatên Kendavê re ket Iraqê."

    ‘BI KETINA AMERÎKAYÊ YA IRAQÊ KURDAN STATÛ BI DEST XISTIN'

    Li ser pirsa gelo mudexaleya Iraqê encameke çawa li Rojhilata Navîn da, Onen got: "Eger ez wek kurdekî li meseleyê binêrim, bêguman encameke her çiqas kurdan êşeke mezin dîtibe jî, bi tevahî ku em li meseleyê binêrin kurdan statûyeke bi dest xistin, herêmên xwe kontrol kirin. Em dikarin bibêjin ku encamê wê ji bo kurdan pozîtîv bûn. Demê em wek miroveke ji Rojhilata Navîn li meseleyê binêrin, ti tiştekî ji herêmê re neanî. Ji bilî kaosê, wêrankirin û qetlîaman tiştek neanî. Dema em îro li meseleyê binêrin, Amerîka wê demê digot em ê di bin navê sekularîzmê de demokrasiyê bînin Rojhilata Navîn. Lê dema em bala xwe bidinê, Amerîka û Brîtanya berî her kesî berê xwe dan welatên sekuler, ne welatên totalîter bûn. Mînak Sûriye, Iraq û Libya. Her çi hikmet bû Amerîka destê xwe neda Erebistana Siûdî, Kuweytê û Qeterê ku welatên totolîter û demokrasî tine ne."

    ‘ARMANCA KETINA AMERÎKAYÊ YA IRAQÊ NE DEMOKRASÎ Û EDALET BÛ'

    Onen destnîşan kir ku "armanca welatên Rojava ne demokrasî, edalet û sekularîzm bû, berjewendiyên wan hebûn. Ev welatên ku me behsa wan kirin, Libya jî Iraq jî û Sûriye jî hevkarê Sovyetê bûn. Piştî ku Sovyet têk çû jî nêzî Rûsyayê bûn. Nedixwestin nêzî welatên Rojava bibin. Herwiha mijareke din jî ew bû ku welatên em behsa wan dikin, enerjiyeke dewlemend li wan welatan heye û ev enerjî jî male dewletan bû. Ji bo ku şirketên rojava wan enerjiyan bi dest bixin berê xwe dan wan welatan. Welatên rojava ji bo berjewendiyên xwe hatin Iraqê û ji bo berjewendiyên xwe jî li gorî hiqûqê, edaletê û mafê mirovan tevnegeriyan û kî ji wan re bû asteng dan ber xwe. Şer, pevçûn, qetlîam û werankirina îro jî ku li Rojhilata Navîn hene, em dikarin bibêjin encama siyaseta Amerîkayê bû. Ketina Amerîkayê ya Iraqê bi xwe re kaosê anî Rojhilata Navîn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Mudaxeleya li Iraqê bû sedema kaoseke mezin'
    Helîkoptera ku leşkerên amerîkî tê de bûn li rojavayê Iraqê ket
    Serşêwirmendê serokomarê tirk: Bi kurdên Iraqê re dema normalîzebûnê hatiye
    ‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
    Serokkomarê Iraqê projeya budçeya Iraqê red kir
    Serokê PSDK: Divê kurd li hemberî Iraqê hewqas xwe biçûk nekin
    Etîketan:
    ketin, şer, kurd, Sputnik, Ekrem Onen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de