20:42 23 Nîsan 2018
    Akre Herêma Kurdistanê

    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berdevkê Hêzên Polîsan Efrûsiya Kamil diyar kir ku "Newroz cejneke neteweyî ya kurdan e û hikûmeta Iraqê îtîraf bi wê cejnê kiriye, lewra dê li devereke Iraqê astengiyan li ber dernexe û ji bo dadana agirê Newrozê li Kerkûkê jî got, "wek her sal, îsal jî dê agirê Newrozê bi merasîmeke taybet li Kerkûkê were dadan."

    Bajarê Kerkûkê
    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Wek tê zanîn ku li Herêma Kurdistanê her sal êvara Newrozê, agir tê dadan ku ew merasîm li Kerkûkê jî bi rê ve diçû û piştî bûyerên 16 Cotmeha sala borî ku hikûmeta federal a Iraqê parêzgeha Kerkûkê kontrol kir, nîqaş çêbûn bê gelo îsal  agirê Newrozê dê li Kerkûkê were dadan an na.

    Berdevkê Hêzên Polîsan Afrasiyab Kamil Weysî li Kerkûkê derbarê çawaniya dadana agirê Newrozê li Kerkûkê ji Sputnik Kurdistanê re axift û got, "îro li ser keleha dêrîn anku keleha dîrokî ya Kerkûkê bi beşdariya tevahiya pêkhateyên Kerkûk bi kurd, tirkmen û mesîhî bi merasîmeke taybet û herwiha bi beşdariya berpirsên îdarî yên parêzgarê dê agirê Newroz neteweyî, Newroza kurdan dê bê dadan."

    "NEWROZ LI KERKÛKÊ TENÊ NE YA KURDAN E"

    Herwiha Kamil Weysî diyar kir ku "Newroz li Kerkûkê tenê ne ya kurdan e lê ya tevahiya pêkhateyên Kerkûkê ji kurd, ereb, tirkmen û mesîhiyan e. Her sal pêkhateyên Kerkûkê beşdariyê di helkefta dadana agirê Newrozê de dikin û îsal jî dê bi heman şêweyî dê beşdar wê helkeftê bibin a ku li ser keleha dîrokî ya Kerkûkê bi rê ve diçe."

    Li ser destûra Hikûmeta Iraqê jî axift û got ku "li gorî destûra Iraqê, cejna Newrozê cejneke neteweyî ya kurdan e û îtîraf jî pê hatiye kirin lewra Hikûmeta Iraqê bi ti awayî rêgiriyê li ber wê û dadana agirê Newrozê li ti cihekî Iraqê nake, ji ber ku ev mafekî neteweyî û destûrî yê kurdan e. Lewra kurd dê her sal vê cejnî zindî bikin û pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    Newroz wê li Êlihê di 20ê Adarê de were pîrozkirin
    Li Stenbolê banga li dijî qedexeyê: Newroz û Berxwedan!
    Newroz li Rojavayê hat qedexekirin
    Li Qendîlê Newroz bi çoşek mezin hate pîrozkirin
    KJA: Emê 1ê Gulanê, bi rûhê newroz û 8ê adarê pîroz bikin!
    Etîketan:
    tirkmen, mesîhî, kurd, Efrûsiya Kamil, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de