13:53 25 Nîsan 2018
    Cizîr

    'Qiyamet anîn serê gelê kurd'

    © Sputnik . Ömer Faruk Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Dadgeha Tribunala Navdewletî li Parîsa paytexta Fransayê dewleta Tirkiyeyê bi tohmeta tawanên şerî yên li dijî mirovahiyê, nexasim tawanên di serdema desthilatiya AKPê de pêk hatine, darizand. Parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz ragihand ku Neteweyên Yakbûyî ji bo bûyerên li Cizîrê gotibû ku ‘qiyamet' rabû, rast bû 'qiyamet anîn serê gelê kurd'.

    Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî di navbera 15-16ê Adarê de dê li avahiya Borsaya Xebatê (Bourse de Travail) darizandina Tirkiyeyê li dar xist. Nêzikî 40 saziyên navdewletî û 300 kesan piştgiriyê didin vê dadgehê û ji aliyê 7 dadgeran ve ku xwediyê rewatiyeke exlaqî ne, tê birêvebirin. Parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz ku mafê parlamenteriya wî ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat betalkirin, beşdarî darizandinê bûbû û derbarê darizandinê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku " Neteweyên Yakbûyî ji bo bûyerên li Cizîrê gotibû ku ‘qiyamet' rabû, rast bû 'qiyamet anîn serê gelê kurd'."

    ‘ZILMA KU BI SIYASETA DEWLETÊ PÊK HATIYE BÛ MIJARA DADGEHÊ'

    Sariyildiz wiha pê de çû: "Dadgeha Tribunalê ango mehkemeya gel du rojan li Parisê rûnişt û mijara mehkemeyê jî ew tişt bûn ku li Kurdistanê diqewimin. Sûçên şer, sûçên mirovahiyê yên ku li Kurdistanê qewimîn bûn mijara dadgehê. Beriya her tiştî ev ji bo me nû ye û tiştekî hêja ye, ji ber çi hêja ye? Ew dadgeh xwe naspêre ti hêzan, xwe naspêrê ti desthilatdarî û derdorê ji bo vê yekê di biryarên xwe de jî biryarên azad dide. Ev tiştekî hêja ye. Di du rojan de bi taybetî bûyerên ku 2 — 3 salên dawî ku li Kurdistanê diqewîbûn, zilma ku bi siyaseta dewletê pêk hatiye, sûcên li pêşberî civakê pêk hatiye bûn mijara mehkemeyê."

    ‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÛYERÊN LI CIZÎRÊ WEK QIYAMET BINAVKIRIN'

    Parlamenterê HDPê destnîşan kir ku "Ji çar aliyê cîhanê siyasedmedar, parlamenter, akademisyen, rojnamevan û aktîvîst 300 kes beşdarî mehkemeyê bûn. Herwiha 10 kes jî wek şahidên bûyerê beşdarî mehkemeyê bûn û şahidiya bûyeran kirin. Mesela min jî şahidiya tiştên ku li Cizîrê qewimîn min kir, lewre li Cîzîrê sûcê şer, sûçê mirovahiyê pêk hat. Komseriya Mafên Mirovan a Neteweyê Yekbûyî di rapora xwe ya derbarê dîmenên li Cîzîrê de gotibû; dîmenên li Cizîrê hatin tomarkirin, dîmenên qiyametê ne, rast bû qiyametê anîn li serê gelê kurd, zarokên kurdan bi komî şewitandin, malê wan bi ser wan de wêran kirin.

    ‘NYê LI ŞÛNA SÛCÊ ŞER Û MIROVAHIYÊ BI ZANEBÛN PEYVA QIYAMETÊ BIKAR ANÎ'

    Sariyildiz got: "Di lîteratora Neteweyên Yekbûyî (NY) de gotina ‘qiyametê' tine ye. Divê ev yek bi pênaseyeke hiqûqî bihata gotin, lê wê demê rayedarên NYê ji vê yekê reviyan. Baş dizanîn ku navê wê ne ‘qiyametê' lê sûçê şer an jî sûcê mirovahiyê ye. Eger wan ew peyv bi kar bianiya, divê li gorî wê jî tevbigeriyana. Eger dewleteke sûcê şer pêk bîne, ji aliyê dadgehên navneteweyî ve tên darizandin. Wê demê Neteweyên Yekbûyî xwe amade nedît ku Tirkiyeyê li dadgehêke sûcê şer bidarzîne. Wê demê NYê daxwaz kir ku şandeyekê bişîne û lêkolînan bike, lê Tirkiye ev yek jî qebûl nekir. Lê heta niha NYê jî tiştek nekiriye. Di salên 80î de li Iraqê jî bi fermana Sedam (Serokê berê yê Iraqê) bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Wê demê dîsa NYê tiştek ji Sedam re nekir, ji ber ku hêzên mezin piştgiriya wî dikir. Lê dema ku Sedam têk çû, ev komkujî xistin rojeva xwe. Niha li Tirkiyeyê jî sûcên mezin dibin, lê ne doz ne jî dosya vedikin. Neteweyên Yekbûyî dikarî biryarek derxista, ji ber NY di ser hemû hêzan re ye. Ji ber vê em helwesta wan exlaqî nabînin."

    ‘DÊ BIRYARA DADGEHÊ BANDORÊ JI BO DAWÎKIRINA ZILMÊ Û ŞERÊ BIKE'

    Sariyildiz da zanîn ku di mehkemeyê de hovîtî û kiryarên Tirkiyeyê yên li Efrînê yên kuştina sivîlan, bombebarankirina nexweşxaneyan jî hatin rojevê. Ne tenê ev siyasedmedarê kurd Hatip Dicle behsa bûyerên salên 90î kir, tiştên ku wê deme qewimîn anîn rojeve. Biryara dadgehê dê niha dernekeve. Piştî lêkolîneke domdirêj derkeve. Ez di vê baweriyê de me ku ev biryar dê bandorê ji bo bidawîkirina zilmê û şerî bike. Ji ber vê yekê jî ev dadgeh hêja ye û pîroz dibînim.

    ‘DADGEH JI ALIYÊ EXLAQÎ Û WIJDANÎ VE XURT E'

    Sariyildiz got: "Heyeta dadgehê eşkere kir ku vexwendname ji konsolxaneya Tirkiyeyê re şandiye, rêbaza dadgehê wiha ye, dadgeh di derbarê kîjan welatî de doz dibînin, ji konsolxaneya wî welatî re vexwendnameyekê dişinin ku beşdarî dadgehkirinê bibin. Lê rayedarên tirk beşdarî rûniştinê nebûne. Hêza sepandina dadgehê ji ber ku mehkemeke ne fermî ye, sepandineke wî ya fermî nîn e. Lê ji aliyê exlaqî û wijdanî ve xurt e. Dema mehkeme biryarek erênî bide, ji aliyê polîtîk ve meşrûiyeta vê zêde dibe û ji aliyê polîtîk ve jî dewletên ku tenê sûcdarkirin jî îtîbara wan dikeve. Her çiqas dadgeh ne fermî be jî li cîhanê giranî û îtîbareke wê li cîhanê heye. Dema dadgehên navneteweyî mijareke bigirin dest, biyara vê mehkemeyê daye, wek referans tê girtin."

    Ev dadgeh di înisiyatîfa Komeleya Dadgerên Demokrat yên Navdewletî, Komeleya Dadgerên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovî, komeleya hiqûqnasên bi navenda Almanyayê MAF-DAD û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê de hat avakirin. Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî an jî Dadgeha Gel ya Mayînde dadgeheke ûjdanî ye û cara pêşîn di 24ê Hezîrana 1979an de li Bolognayê hat avakirin.

    Bi heman mijarî:

    Helbestkaran bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê
    Berdevkê ‘Kongreya Rizkarina Efrînê' ji Spûtnîkê re axivî
    'Herêmên din ên kurdan, ne wek Efrînê ne'
    Deniz Naki ji bo Efrînê li pêşberî NYyê dest bi girêva birçîbûnê dike
    Xaça Sor: Rêxistina Kizilayê ya tirk nikare bi kurdên Efrînê re bixebite
    Etîketan:
    kurd, dadgeh, Sputnik, Faysal Sariyildiz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de