02:24 20 Nîsan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Tariq Gerdî: Biryara Dadgeha Federal a lraqê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye

    © AP Photo / Karim Kadim
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Duhî Dadgeha Federal ya lraqê biryareke taybet derbarê çewaniya şirovekirina madeya 140î ya destûra lraqê ku taybet e bi tev navçeyên erebkirî derxist, ew dever ji Xaneqîn ta Kerkûk û Mexmur û şengalê despê dikin.

    Nûnerê yasazan û endamê Lijneya Karubarên Destûr û Yasayê di perlemantoya lraqê Tariq Gerdî ev mijar ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand. Bi ya Gerdî biryara Dadgeha Federal a Iraqê di berjewendiyên Herêma Kurdistanê de ye.

    ‘BIRYARA DADGEHA FEDERAL A IRAQÊ DI BERJEWENDIYA HERÊMA KURDISTANÊ DE YE'

    Tariq Gerdî ragihand, "ew biryara duhî ya Dadgeha Federal a lraqê di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye ji ber ku şîroveya yasaya madeya 140î kir her wekî çewa di destûra lraqê de hatiye ku Herêma Kurdistanê jî weha dixwaze, ew jî divê pirsgirêka wan navçeyên erebkirî li gor wê madeyê bê çareserkirin.

    Herweha Gerdî da xuyakirin ku ew biryara Dadgeha Federal a lraqê li ser daxwaza Parlemanterekî kurd hat. Parlementerê kurd li dema ji dadgehê xwastibû ku şîroveya madeya 140 ya destûra lraqê bike ku taybet e bi deverên nakokî li ser û yekek ji erkên wê dadgehê jî şirovekirina tekst û madeyên destûra lraqê ye."

    ‘DADGEHÊ DÛPAT KIRIYE KU PÊWÎST E REWŞA DEVERÊN NAKOK VEGERE BO REWŞA ASAYÎ YA XWE YA BERÊ'

    Herwesa Endamê Lijneya Karubarên Yasayî da zanîn ku, rast e biryara Dadgeha Federal a lraqê tiştek nû ne gotiye lê ya girîng ew jî dibêje ew madeya destûrî ye û taybet bi deverên erebkirî û nakokî li ser û navê Kerkûkê jî di biryara xwe de bîne û çewa made behsa çareseriya pirsgirêka wan deveran kiriye, dadgehê jî dûpat kirye ku pêwîst e rewşa wan deveran vegere bo rewşa asayî ya xwe ya berê û di piştre serjmêriya xelkê wê deverê bê kirin û di dawiyê de jî referandom di nav xelkê wê de bê encamdan gelo dixwazin vegerin bo ser Herêma Kurdistanê yan jî her li gel lraqê bimînin."

    Gerdi, derbarê wê yekê ku hin siyasetzanên tirkman û ereb, bi taybet piştî bûyerên 16 cotmeha sala par gotin taze madeya 140î ya destûra lraqê mir û bidawî bû. Tariq Gerdî raghand li ser vê yekê ev nirxandin kir, "ew madeyeke destûrî tu car namire, tenê eger bê rastvekirin ew jî pêwîst e bi rêya referandûmeke gelê lraqê be, ew kesên wan goitnan dikin armancên xwe yên siyasî hene û ew dimrin madeya 140 namire."

    Bi heman mijarî:

    Talebanî: Biryara Dadgeha Federal hêvî da me
    Dadgeha Federal a Iraqê: Alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî ye
    Barzanî: Em rêzê li biryara dadgeha federal digirin
    Nûneriya NYyê li Iraqê: Dadgeha Federal biryara xwe ji bo referandûmê da, mesele xelas bû
    Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Federal a Iraqê red kir
    Etîketan:
    Endamê lijneya karubarên yasayî, Dadgeha Federal a Iraqê, Madeya 140î, Dadgeh, Destûra Bingehîn, berjewendiyên Kurdistanê, Spûtnîk Kurdsita, Tariq Gerdî, kurdistan, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de