15:43 22 Nîsan 2018
    Deşta Halepçê

    Komela Qurbaniyên Kîmyabarankirina Helebçe di salvegera karesatê de peyamek weşand

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Îro roja 16 adarê 30 saliya salvgera Karesata Kîmyabarankirina bajarê Helebçeye bi destê rejîma Beisa lraqê ku di encamê da zêdetirî 5000 hezar welatiyên sivîl ji zarok û jin û zelam û pîr û kal şehîd ketin û bi hezaran jî birîndar bûn.

    Mûzexaneya Helepçeyê - Helepçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Bi vê helkefta diltezîn Serokê Komeleya Qurbanyên Kîmyabarankirina Helebçe Luqman Ebdulqadir bi rêya Sputnîk Kurdistanê peyamek weşandin û tê de ragihand:

    ‘DI VÊ ROJÊ DE EM JI CÎHAN Û CIVAKA NAVDEWLETÎ DIXWAZÎN KAR BIKIN BO BÊTIRÎ NASANDINA VÊ KARESTA MIROVÎ’

    "di vê rojê de em ji cîhan û civaka navdewletî dixwazîn kar bikin bo bêtirî nasandina vê karesta mirovî ji boy ku careke din ev cûre karesate bi serê milletê kurd de danehêne ve, bi rastî de divê karesatê de hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbanî û hin şehîd ketin û hin jî birîndar bûn, em daxwazkarîna xizmeta van qurbaniyan bê kirin ji ber ku pêwîstiya wan bi xizmetkirina tendrustî û aborî û civakî heye, herweha em dixwazin hemû alîkar bin ku Helebçe bi dirustî bibe parêzgeh ji ber ku ta niha tenê navê wê bûye parêzgeh tu karek bo nehatiye kirin.

    ‘PÊWÎST E RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN SERDANA HELEBÇE BIKEN Û GUH BIDIN ÊŞ Û AZARÊN XELKÊ'

    Herwisa Serokê Komeleya Qurbanyên Helebçe da xuyakir raste lraqê weku jenosîd karesata Helebçe nas kirye, lê pêwîst e hin gavên din biavêje ji ber ku tenê nasandin bes nîn e, "herweha li ser asta navdewletî jî nûnerên welatan tên Helebçe xwe xemgîn dikin, lê hîç alîkariya ji bo xelkê Helebçe nakin, tawana Helebçe tawaneke li djî hemû mirovayetiyê, evca pêwîst e rêxistina mafên mirovan serdana Helebçe biken û guh ji êş û azarên xelkê wê bigirin û alîkariya wan bikin ji ber ku ta niha 900 kes ji birîndarên Helebçe ji ber birînên xwe dinalin û ji sala 2003 ve ta nihA 104 kes ji birîndarên kîmyabarankirina Helebçe ji ber sarêj û nekewandina birînên wan canê xwe wenda kiriye."

    Derbarê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember Helebçe Luqman Edbulqadir got, "Cihê daxê ye ku Hikûmeta Herêmê hîç karekê weha bo xelkê Helebce nekiriye ew karê kirî weku kesek serê wî bêşe, pêy wê girê biden. Helebçe niha qeza ye û ne parêzgeh."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bi wêneyan komkujiya Helepçeyê
    'Eger Helepçe bajareke Kurdistanê bûna ev qeltîam pêk nedihat'
    Enfala seyemîn êşa bê derman "Helepçe"
    HELEPÇE - 'Miriyên ne şuştî ango êşa bê derman'
    Kurdistanê ji Bexdayê xwest ku tezmînatê bide qurbaniyên Helepçeyê
    HDPê Komkujiya Helepçeyê şermezar kir
    Etîketan:
    bîranîn, Salveger, Karesat, Komkujî, salvegera komkujiya Helebceyê, Spûtnik Kurdistan, Helepçe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de