20:44 23 Nîsan 2018
    HSD

    HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne

    © REUTERS / Goran Tomasevic
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Berdevkê HSDê Mistefa Balî ragihand ku "Tirkiye di salvegera komkujiya Helebceyê de li Efrînê komkujiyeke nû pêk tîne û di encama bombardûmana Tirkiyeyê de zarok jî di nav de gelek sivîl heta niha hatine kuştin." Balî destnîşan kir ku ji bilî Efrînê şerên li deverên din bi biryara wan rawestiyane.

    Operasyona li dijî Efrînê ket roja 56an û topbaran, bombebarana Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bi hemû dijwariya xwe jî dewam dike. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser operasyona Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku "di encama bomebarana balafirên şer ên tirk de bi dehan zarok hatine kuştin û Tirkiye dixwaze Helebceyeke nû li Efrînê pêk bîne."

    ‘LI EFRÎNÊ JI ALIYÊ SEDAMÊ NÛ VE KOMKUJÎ PÊK TÊ'

    Balî wiha pê de çû: "Di 30mîn salvegera komkujiya Helebceyê ku ji aliyê Sedam (Serokê Iraqê yê berê) ve pêk hatibû de, li Efrînê ji aliyê Sedemê nû ve Recep Tayyip Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) ve bi destûra Rûsyayê komkujî pêk tîne. Ji destpêka şer heta niha bi 10an zarok jî di nav de gelek sivîl hatine kuştin. Efrîn niha di bin bombebaranê de ye. Niha Helebceya duyemîn di salvegera xwe de diqewime."

    Li ser pirsa gelo şer li navenda bajêr dest pê kiriye, Balî got: "Niha li navenda bajêr şerê rûbirû tine ye, lê bajêr bi dijawarî ji aliyê balafirên şer û çekên giran ve tên bombebarankirin." Balî hinek dîmen ji Sputnik Kurdistanê re şandin û diyar kir ku zarok di nav de, sivîl di encama bombebarana Tirkiyeyê de tên kuştin lê ji ber giranî û xwînîtiya dîmenan, me wek Sputnik Kurdistanê nekarî wan dîmenan bi we re parve bikin.

    ‘JI BILÎ EFRÎNÊ ME ŞER LI HEMÛ DEVERAN DA RAWESTANDIN'

    Berdevkê HSDê diyar kir ku niha ji bilî Efrînê dê li ti derê şer nekin. Dê ne li Dêra Zorê ne jî li deverên din jî şer nekin. Şerên li hemû deverên dane rawestandin û wiha got: Niha tenê di rojeva wan de şerê Efrînê heye. Ev biryarên leşkerî biryarê me ne. Me bixwe ev biryar dane.

    Herwiha Balî da zanîn ku "niha li Efrînê ji bo şer têra xwe çek hene û eger pêwistî çêbibe ji bazara reş dikarin bistînin. Niha piraniya çekan ji komên çekdar, El Nusra û komên din jî dikirin"

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Rewşa Efrînê gelekî xerab e'
    Dîplomatê amerîkî piştgirî da konê alîkarî yê Efrînê
    Ji ber bombebaranê nexweşxaneyên Efrînê têne veguhestin
    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin
    Etîketan:
    HSD, sivîl, zarok, komkujî, Sputnik, Mistefa Balî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de