22:12 19 Nîsan 2018
    Mûzexaneya Helepçeyê - Helepçe

    ‘Bila Efrîn nebe Helepçeya nû'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    KCDê têkildarî 30emîn salvegera komkujîya Helepçeyê de got "Ji bo li Efrînê komkujiyeke nû ya wekî Helepçê pêk neyê, di serî de bang li gelê xwe, hemû civak û saziyên navneteweyî dikin ku xwedî li gelê Efrînê derkevin. Divê civaka navneteweyî nehêle ku Efrîn bibe Helepçeya nû."

    Helebçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Di ser komkujiya Helepçe ya di 16ê Adara 1988an de, ji aliyê Saddam Huseyn ve li Iraqê pêk hat 30 sal derbas bûn. Di vê komkujiyê de bombeyên kîmyewî yên weke gaza Sarîn û Hardal tên nasîn, li herêma Germiyan û Helepçê hatin barandin. Di van bombebaranên kîmyewî ku behna sêvan li derdorê belav dike de, 5 hezar mirov mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Piştî balafirên şer paş de vekişiyan, hemû kolanên Helepçeyê bi cenazeyan mişt bûn û di rewşa bajarekê wêrankirî de bû.

    ‘DÛH HELEPÇE ÎRO EFRÎN'

    Kongreya Civaka Demokratik (KCD) jî ji bo salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand. Daxuyanîya KCDê wiha ye: "Komkujiya Helepçê ya ku di şexsê gelê kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. Ligel ku di ser vê komkujiyê de 30 sal derbas bûne jî hêj ew texrîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye. Di roja me de li Efrînê bi heman armancê li hemberî hebûn û nirxên gelê kurd êrîşên dagirkirin, tunekirin û qirkirinê dane destpêkirin."

    PAK
    © Sputnik / Abdulhakim Günaydin
    ‘DESTUR NEDIN KU EFRÎN BIBE HELEPÇEYA NÛ'

    Daxuyanî wiha berdewam dike: "Hêzên emperyalÎst ên navneteweyî, duh li Helepçê îro jî li Efrînê bûne şirîk û hevkarê sûcê şer ên van komkujiyan. Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 30emîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helepçê şermezar dikin. Ji bo li Efrînê komkujiyeke nû ya wekî Helepçê pêk neyê, di serî de bang li gelê xwe, hemû civakên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bi gelê Efrînê re di nava hevkariyê de bin û xwedî li gelê Efrînê derkevin. Divê civaka navneteweyî nehêle ku Efrîn bibe Helepçeya nû û destûrê nedin vê yekê."

    Bi heman mijarî:

    HDPê Komkujiya Helepçeyê şermezar kir
    Polêsan êrişî çalakiya Helepçeyê kirin: 12 binçavkirin!
    Li Helepçeyê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin
    Bi wêneyan komkujiya Helepçeyê
    Etîketan:
    Daxuyanî, Bîranîn, Helebe, KCD, Efrîn, Helebçe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de