18:25 19 Nîsan 2018
    AKP - AKPê

    Li karmendan beşdarbûna kongreya AKPê tê ferz kirin!

    © AFP 2018 /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 01

    Serokomarê tirk û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan sibe diçe Amedê. Egitim-Sen a Amedê ragihand ku tevlîbûna kongreyê li karmendan tê ferz kirin û li yên naxwazin biçin gefa îxrackirinê tê xwarin. Yên neçin kongreyê jî dê bi wêneyan werin tespît kirin.

    Serokomarê tirk û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ji bo kongreya partiya xwe û hinek hewildanan sibe diçe Amedê. Berîya hatina Erdogan li Amedê pankart û alên AKPê li gelek cihan hatin daliqandin û banga tevlîbûna kongreyê tê kirin. Li nava bajêr tevdîrên ewlehîyê jî têne zêde kirin. Tê payîn ku Erdogan vekirina xaniyên Sûrê yên ku nû hatin çêkirin, ku saziyên sivîl yên Amedê dibêjin ne li gorî dîrok û çanda Sûrê hatine çêkirin, veke.

    ‘SAZIYÊN FERMÎ JI BO TEVLÎBÛNA KONGREYÊ DIXEBITIN'

    Amadekarîya kongreyê ne tenê li nava bajêr li saziyên fermî jî destpê kirîye. Li şaraderîyê, midûrîyeta perwerdehiyê û gelek saziyên din ên fermî ji bo hatina Erdogan û kongreya AKPê amadekarî têne kirin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin li karmendan çûna kongreya AKPê tê ferz kirin.

    EGITIM-SEN: LI KARMENDAN BEŞDARBÛNA KONGREYÊ TÊ FERZKIRIN

    Hevseroka Egitim-Sen a Şaxa 2yemîn ya Amedê Fatma Budak dibêje ku mamoste û xwendevanan dixwazin bi zorê bibin kongreya AKPê. Budakli ser mijarê wiha got: "Serokê AKPê û desthiladarîya wî ev 2 sale li heremê bingeha xwe winda dike. Aniha jî dixwazin bi zorê karmendan şûna wan dagirin. Bi civînan û peyaman beşdarbûna kongreyê li ser karmenda ferz dikin. Yên ku naxwazin biçin kongreyê gefa îxraçkirinê li wan dixwin. Ev ne hiqûqî ye û ne li gorî qanunê ye."

    ‘BI WÊNEYAN DÊ WERIN TESPÎTKIRIN'

    Peyameke ku ji karmendekî re hatîye şandin wiha ye: "Midûrên sazîyan, cîgirên midûran, hemû xwendevan, hemû karmend û xebatkarên ÎŞ-KUR bikurtasî hemû xebatkarên me roja Şemiyê Seat di 16.00an de li Melik Ahmet ji bo civîn û vekirina serokkomar peywirdarên fermî ne. Bi mekanîzmayeke ku ji aliyê we wê were amadekirin de dê kesên ku hatine bi wêneyan were tespîtkirin."

    Tê gotin ku heman tişt li şaraderîyan jî heye û beşdarbûna kongreya AKPê li xebatkar û karmendan tê ferz kirin û li yên naxwazin biçin gefa îxrackirinê tê xwarin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê 10 kes hatin desteserkirin
    Naveroka Newroza Amedê diyar bû
    Li Amedê mitînga 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê destpê kir
    Etîketan:
    Beşarbûn, Fişar, Kongre, AKP, Egitim Sen, Spûtnîk Kurdistan, Recep Tayyip Erdogan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de