07:37 24 Nîsan 2018
    Sekretêrê Partiya Çep a Demokrasî ya Kurd li Suriyeyê Şelal Gedo

    Şelal Gedo: Tu hêzên kurdî beşdarî êrişên dewleta tirk a li ser Efrînê nebûye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 12

    Sekretêrê Partiya Çep a Demokrasî ya Kurd li Suriyê Şelal Gedo, li bajarê Hamburgê li welatê Almanya di hevdîtneke de ligel Ajansa Sputnîk Kurdistanê bal kişande ser rewşa Rojavayê û êrişên dewleta tirk a li ser Efrînê û ragihand me bi hemû awayekî ew êriş şermezar û îdane kirin û niha jî her ew e helwesta wê û çi car piştgiriya wan êrişan nekin.

    Şelal Gedo diyar dike ku partiya wan beşeke ji Encûmena Niştîmanya Kurdî ya Surî (ENKS) ye û ENKS jî endama hevpeymaniya opzîsyona Suriyeyê ye, lê her ji destpêka êrişên dewleta tirk û grubên alîkarê wê bo ser kantona Efrînê helwesta me weku Partiya Çep a Demokrasî û ENKSê da xuyabû me bi hemû awayekî ew êriş şermezar û îdanekirin û niha jî her ew e helwesta wê û çi car piştgiriya wan êrişan nakin.

    ‘GER PYD GUH BIDA ENKSÊ, YA NIHA LI EFRÎNÊ DIQEWIME NEDIBU Û TIRKYA ÊRIŞÎ EFRÎNÊ NEDIKIR'

    Herweha Gedo da xuyakirin, "eger PYDê guh bida ENKSê, ya niha li Efrînê didome çênedibu û turkya êrişî ser kantona Efrînê nedikir, lê PYD ê bi hin karên xwe tirkya ture kir û derfet da ku êriş bike, lê ev yek wê ramanê nade ku em wî mafî bi tirkya bidîn êrişî ser gelê me bike li Rojavayê kurdistanê."

    ‘EGER EFRÎN BIKEVE DÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI TEVAHIYA SÛRIYEYÊ BIKE'

    Sekretêrê Partiya Çep a Demokrasî derheqê ketina Efrînê got, "em hêvî dikin Efrîn nekeve û berxwedana wê bi ser keve, lê eger bikeve wê bandora xwe ya nerênî, ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê wê li ser tevahiya Suriyeyê jî hebe."

    ‘BERÎ TIRKYE ÊRIŞÊN BIKE, RÊKEFTINEK DI NAVBERA HIN WELATAN ÇÊBÛYE Û RÊ DAYE KU TIRKIYE ÊRIŞ BIKE'

    Gedo bal dikşîne ser bêdengya cîhanê ya li hember êrişên dewleta tirk bo ser Efrînê û got, "berî tirkya dest bi êrişên xwe bike, rêkeftnek di navbera hin welatan de bi taybetî welatên havildar li ser komên li Suriyeyê çêbûye û rê daye ku Tirkiye êriş bike, lê ya ku min di vê ji hemû kurdan re bêjim "tu car bawer nekin ku cîhan û civaka navdewletî û welatên mezin Tirkiye bi kurdan re bi guherîn e."

    Şelal Gedo li ser piştî kontrolkirina Efrînê û operasyona Minbice û hin deverên din got, "Bi rastî Tirkya qebûl nake li bakûrê suriyeyê deverek hebe û dibin kontrol û desthilata PYDê de be, Tirkiye wê hemû hewlan bide ku ne tenê devera Minbicê hemû bakûrê suriyê anku Rojavayê Kurdistanê ji bin desthilata PYD ê derxîne, evca bi her awayekî be."

    ‘TU HÊZEKE KURDÎ BEŞDARÎ OPERASYONA EFRÎNÊ NEBÛYE'

    Derbarê hin îdiayên medyayê ku dibêjn hejmareke hêzên kurd jî ligel Artêşa Tirkyeyê û komên alîkarên wê beşdarî êrişên li ser kantona Efrînê dikin Gedo ev nirxandin kir, "Na, tu hêzeke kurdî beşdarî wê operasyonê nebûye û çi dibe hin kes hebin li ser asta siyasî piştgîrya wê operasyona Erdogan bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kalin: 70ê ji 100ê Efrînê hatiye dorpêçkirin
    13 kes ji ber parvekirinên Efrînê hatin binçavkirin
    Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
    Artêşa tirk herêma Efrînê bombebaran dike: Hejmara sivîlên kuştî zêde dibin
    ‘Hejmara koçberên Efrînê 170 hezar kesan derbas kiriye’
    Bi wêneyan protestoya Efrînê ya li Parîsê
    Etîketan:
    Daxuyanî, Partiya Çep a Demokrasî, Encûmena Niştîmanya Kurdî ya Surî, ENKS, YPG, PYD, Şelal Gedo, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de