05:51 23 Hezîran 2018
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî

Sefîn Dizeyî: Hikûmeta Herêmê razî nabe ku petrola xwe bixe bin destê Hikûmeta lraqê

© Sputnik / Osman Başqalî
Nêrîn
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Duhî Serokwezîrê lraqa Federal Heyder Ebadî biryara vekirina herdû balefirgehên Herêma Kurdistanê wergrit, di navbera Bexda û Hewlêrê de û hêj çendîn xalên di mane. Di vê babetê de berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva pirsyarên Sputnîk Kurdistanê da.

Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya vekirina balafirxaneyan wiha şîrove kir, "Em pêşwazyê ji biryara rakirina qedexeya ser herdû balefirgehên Hewlêr û Silêmanyê dikîn ku ji aliyê hikumeta lraqê ve hatiye wergrtin. Bêguman ev biryara Bexdayê ji encamê danûstaneke pêşwext bû li ser dû asta lijneyên hikumetan û asta herdû serokwezîran hatiye wergirtin, helbet berî 10 rojan Nêçîrvan Barzanî ligel Ebadî bi telefonê axivî û şeva derbasbuy jî dîsan herdû serokwezîran bi telefonê peywendî danîn. Ebadî di dawiya peywendiya telefonê de soz dabû ku biryara vekirina balefirgehên Herêma Kurdistanê di civîna civata wezîran de werbigire û me dît ew biryar wergirt."

‘BIRYARA VEKIRINA BALEFIRGEHAN BÊGÛMAN WÊ BIBE DESTPÊKEK BAŞ BO SERKETINA DANÛSTANÊN PÊŞEROJÊ'

Dizeyî wiha behsa danûstendinên di navbeyna herdu hikûmetan dike, "Bi rastî ta radeyekê alîkarî û hemahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava bûye derbarê wan mafên destûrî ku hem hikûmeta lraqê û hem hikûmeta herêmê hene di çawaniya birêvebirina balefirgeh û deriyên sînorî, lê hin karên teknîkî mane û niha şandeke Wezareta Naxweyî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji bona çareserkirina van pirsgirêkan, biryara vekirina balefirgehan bêgûman wê bibe destpêkek baş bo serketina danûstanên pêşerojê li ser wan pirsgrêkên ku bê çarserî mane."

‘HER KOMPANIYEKE NAVDEWLETÎ TEV DE PAŞXANEKE DÛR Û DIRÊJ HEYE DI WARÊ KARKIRIN Û TEKNÎKÎ Û SIYASETA ABORÎ DE'

Pirsa petrola herêmê yek ji pirsgrêkên serekî ye di navbera Bexda û Hewlêrê de û kompaniyên biyanî bo mînak kompaniyên rûsî ta niha li herêmê kar dikin. Li ser pirsa ‘gelo di vî warî de tu pirsgirêk hene?' Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Dizeyî wiha bersiv da, "her kompaniyeke navdewletî —çi rûsî be çi Amerîkî û çi ewropî be- tev de paşxaneke (backround) dûr û dirêj heye di warê karkirin û teknîkî û siyaseta aborî de. Bê guman li dema girêbest li gel Hikûmeta herêma Kurdistanê îmze kiriye piştî lêkolîneke baş bûye li ser karkirinê, gelo ji warê yasayî ew maf heye li vir kar bike yan herêma kurdistanê li gor yasa û destûra lraqê ew maf heye banga kompaniya bike bo karkirinê? Evca ev yek xuya dike ku Herêma Kurdistanê karekî ne destûrî ne kiriye, di rastî hîç gaveke wiha berbiçav ya li ser çareseriya vê pirsgrêkê nehatiye avêtin ji ber ku ev pirsgirêk berî Hikumeta Ebadî serhilda û ya kevn e. Lê ta nihu li gel Bexda hatiye başkirin ew petrola herêmê ye ku ji bîrên Kerkûkê hatiye derxistin û di bin kontrola hikûmeta herêma Kurdistanê de bûne û piştî 16 cotmehê cardin getin bin destê hikûmeta Iraqê, herdû aliyan behs kiriye çawa ew petrol cardin bi rêya boriyên veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bê şandin bo Tirkiyeyê û di bin çavdêriya kompaniya SOMOya Iraqê ji bo ku dahatê wê bo hikûmeta lraqê vegere, lê hinek mifa û qazanc jî bo herêmê hebe. Lê ta niha her dû alî negihştîne rêketina dawiyê ka çawa ew petrola kerkûkê bê şandin bo Tirkiyê."

‘HIKÛMETA HERÊMÊ RAZÎ NABE KU KU PETROLA XWE BIXÊ BIN DESTÊ HIKÛMETA IRAQÊ'

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Dizeyî amajê pê dike ku Hikûmeta Herêmê qayîl nabe ku ku petrola xwe bixê bin destê Hhikûmeta Iraqê û wiha pê de çû, "Bi rastî pirsgirêka petrola Herêma Kurdistanê bo nêzî deh salan berdewam e û ta niha tu rêkeftinek nebûye, lê eger tev mafên darayên herêmê di budceya lraqê de bihên dabînkirin û misogerkirin ku hîç girftek û pirsgrêkek bo herêmê nemîne û tev mafên xweyên darayî werbigre, bêguman pirsa bi destdana petrola herêmê bi hikumeta Bexdayê dibe gutubêj li ser bê kirin û rêketin li ser bibe, lê bê garAntya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û wan kompaniyên ku di warê petrola herêmê de kar diken, hikûmeta herêmê qaîl nabe petrola xwe bixe bin destê hikûmeta lraqê."

‘JI BO ÇARESERIYÊ DAWÎ PÊWÎST E MEKANÎZMAYEKE SÊ ALÎ DI NAVBERA HIKÛMETA HERÊMÊ, IRAQÊ Û HÊZÊN HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ BÊ DESTNÎŞANKIRIN'

Navçeyên hatine erebkirin ji Şingalê ta Kerkûk û Xaneqînê ku piştî Refrandûma Serxwebûnê tev ketin bin kontrola Hikûmeta Bexdayê. Dizeyî li ser çareserkirina vê yekê wiha nêrînên xwe anîn ziman:

"Bi rastî dîtina çareseriyekê bo wan navçeya gelek pêwîst e, navçeyên ku nakokî li ser be, ji bo çareseriye herdû hikumetên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin. Ji ber ku madeke destûrî di destûra lraqê de binavê madeya 140î heye û bi herdû aliyan ve girêdaye, pêwîst e mekanîzmayekê bo çawanya çareserkirina pirsan û birêvebirina wan bê dîtin, bo birêvebirina wan niha hêj metirsiya serhildana DAIŞê li ser wan navçeyan heye, pêdiviye yekem car her weku salên berî hatina DAIŞê mekanîzmayeke sê alî di navbera Hikûmeta Herêmê, lraqê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bê destnîşankirin û bo çareserya dawî jî li gor madeya destûrê ya 140î bê çareserkirin."

 

Bi heman mijarî:

Sefîn Dizeyî: Niyeta Hikûmeta Iraqê ji berê baştir dixuyê
Sefîn Dîzeyî: Ji bo Şingalê bersiveke erênî ji PKKê hat
Sefîn Dîzeyî: Em dixwazin hevkariya Rûsyayê bi pêşmergeyan re berdewam bike
Erdogan ji berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî re sersaxî xwest
Dizeyî: Hêza me têr dike, lê pêwîst nake em serê 10 metroyan hêzê deynin
Etîketan:
Aborî, Petrol, Balafirxane, Têkiliyên Bexda û Hewlêrê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Kuristan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de