05:16 23 Hezîran 2018
minbic-şer

Meclisa Minbicê ji bo daxuyaniya Çavuşoglu: Ew gotinên tirkan in, hevkarî dewam dike

© REUTERS/ RODI SAID
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 50

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ku wan û Amerîkayê li ser Minbicê li hev kiriye axivî û got ku "ew gotinên tirkan in û derew in. Karê me li gel Hevpeymaniya Navdewletî wek berê dewam dike. Herwiha Derwîş teqez kir ku şervanên YPGê li Minbicê tine ne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu beriya niha bi daxuyaniyeke eşkere kiribû ku bi Amerîkayê re li ser Minbicê lihevkirine û dê parastina Minbicê jî leşkerên tirk û Amerîkayê pêk bînin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş li ser mijarê ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku ev yek derew e.

Derwîş wiha pê de çû: "Ev gotinên tirkan in, niha tiştek wiha tine ye. Xebatên me yên li Minbicê normal dimeşin. Hevkarî û têkiliyên me yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî dewam dikin. Ji bilî vê jî tiştek niha tine ye."

Derwîş destnîşan kir ku, "Her kes dizane ku şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) li Minbicê nîn e, şervanên ku li Minbicê ne, Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne. Eger tirk dixwzin bibêjin YPG li wir e, ew jî derewên tirkan in û ev derew jî wan eleqedar dikin. Niha li Minbicê YPG tine ye û hevkariya me jî ni koalîsyonê re jî normal dewam dike."

Beriya niha jî Fermandarê hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, Paul E. Funk serdana Minbicê kiribû û ragihandibû ku tevî îtîrazên Tirkiyeyê dê li Minbiçê bimînin û bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê ne û dê piştgiriya wan ya ji bo HSDê jî wê bidome e.

Bi heman mijarî:

France 24: Minbic amadekariyên şerî dike
Erdogan: Piştî Efrîne Minbic û dûre heta sînorên Iraqê
Berpirsyarê PYDê Elî: Tirkiyeyê ava Firatê birî û Kobanî û Minbic bê elektirîk man
Erdogan: Piştî Babê hedef Minbic û Reqqa ye
Etîketan:
daxuyanî, YPG, Sputnik, Şerwan Derwîş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de