05:16 23 Hezîran 2018
Amadekariyên Newroza 2018an a li Amedê

Naveroka Newroza Amedê diyar bû

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 20

Naveroka Newroza Amedê ya îsal diyar bû. Ji bo Newroza ku di 21 Adarê dê were pîroz kirin ji başur, rojhilat û rojava hemu partiyên kurd hatin vexwendin. Herwiha di nava kesên hatin vexwendin de kesên ji malbata Barzanî û Talabanî jî hene. Ji Tirkiyê jî herwiha gelek navdar, siyasetmedar û rojnamevan ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin.

Amadekariyên Newroza Amedê ya 2018an didomin. Newroza Amedê di 21ê Adarê li Qada Newrozê ya Rezan dê were pîroz kirin. Ji bo Newrozê li kolanan, gundan û navçeyan serdana malan tê kirin û belavok têne belav kirin. Naveroka Newrozê jî diyar bû. Li gorî bernameyê dê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, hunermend Halime Omeri, Xêro Abbas, Bandista û Rojhilat Ma dê beşdar bibe. Ji bo Newrozê hezar û 200 vexwendname hatin amadekirin û şandin. Vexwendname ji partî û navdarên kurd yên başur, rojhilat û rojava re hat şandin. Di nava kesên hatin vexwendin de endamên malbata Barzanî û Talabanî jî hene.

JI TIRKIYÊ GELEK KES HAT VEXWENDIN

Ji Tirkiyê jî gelek partî û saziyên sivîl, kesên navdar, sîyasetmedar, hunermend û rojnamevan jî hatine vexwendin. Hevserokê HDPê yê Amedê Şerif Camci têkildarî partiyên sîyasî yên hatine vxwendin de got "Ji bilî ên ku bi kurda xwîn verîşandine û zalim ve me ji gelek partiyan re vexwendname hatin şandin. Ji saziyên Rojava jî vexwendname çû."

‘ZILM Û ÎNKAR DÊ BI BERXWEDANÊ WERE ŞIKANDIN'

Endama Komîteya Amadekar Naşide Toprak têkildarî bernameya Newrozê wiha got, "Em, wekî gelê kurd û gelên rojhilata navîn, Newroza îsal di nava qeyranê de pêşwazî dikin. Ev geşedanên dîrokî yên ku li welatê me pêk tên û dîroka zilm û înkara sed salan a ku li ser gelê me tê ferzkirin, hatiye wê asta ku kêr gihîştiye hestî. Ev zilm û înkar, tenê bi têkoşîn û berxwedanê dikare were şikandin. Ev asta înkar û tunekirinê ya li ser jiyana gelan, pêwistiya xeta azadiyê, jiyana hevpar û wekhev, girîngiya têkoşîn û berxwedanê ya gel û civakan baştir bi me dide zanîn. Di van rojên ku bi bi zext û zorê şert û mercên siyaseta demokratik ji holê hatine rakirin de, ew kesên ku li hemberî hişmendiya derbekar, mêtingeriya kedê, rûxandina xwezayê, polîtîkayên înkar, îmha û asimilasyonê, qirkirin û dagirkeriyê; qirkirina çandî û siyasi hêviya gel û civakan li ser lingan digirin û didin jiyandin, îro mil bi mil û bi hêzeke ji hemû deman zêdetir û xurtir li ber xwe didin."

‘HEZAR Û 200 KES XEBATÊN NEWROZÊ DIMEŞÎNIN'

Toprak derbarê amadekarîyan de wiha axivî: "Welatekî hevpar, hemwelatîbûna wekhev, çareseriya demokratik, têkoşîna li hemberî tevahiya pêkanînên faşîzmê, rakirina tecrîdê, ferzkirina kincên yekreng û herî dawî jî êrîşa Efrînê, rojevên gelê me yên sereke ne. Em Newroza 2018an bi van rojevan pêşwazî dikin. Ji bo ku gelê me cejna azadiyê bi coş û li gorî girîngî û giraniya Amedê pîroz bike, hemû amadekariyên me berdewam in. Ji bo amadekariyên beriya Newrozê hezar û 200 hevalên me bi rihê seferberiyê xebatên xwe dimeşînin. Ji bo ku Newroz bi coşa cejna azadiyê bê pîrozkirin, hemû plansazî bi baldarî tên meşandin. Xebatên me yên mêvanên ku ji hundir û derveyî welat ji bo Newroza Amedê bên vexwendin gihîştine asta dawî û li ber temambûnê ne. Ji hundir û derveyî welat daxwaza beşdarbûna Newroza Amedê ya 2018an di asta herî jor de ye."

Bi heman mijarî:

Gelê Kerkûkê biryara hildana ala Kurdistanê di Newrozê de stand
Temelli: Li Tirkiyê zilm heye, werin bi Newrozê em bi yek bin
Bajar bi bajar bernameya Newrozê hat eşkerekirin
Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
Mamosteya Zanîngeha Newrozê Balatayî: ‘Êrişa Amerîkayê wê bi kêrî Herêma Kurdistanê bê'
Wêneyê Serokomarê Îranê yê Newrozê bû sedema nîqaşê
Aktîvîstê spanyolî yê bo Newrozê hatibû Amedê hat desteserkirin
Malbata ciwanê ku di Newroza Amedê de hat kuştin: Ew bo Newrozê çûbû Amedê
Etîketan:
Qada Newrozê ya Amedê, Qada Newrozê, Newroza Amedê, Newroza 2018an, Bernameya Newrozê, Amadekariyên Newrozê, Newroz, Komîteya Amadekar ya Newrozê, Bandista, Naşide Toprak, Şerif Camci, Berdan Ozturk, Xêro Ebas, Ahmet Turk, Kurdistan, Diyarbekir, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de