15:36 21 Gulan 2018
    HSD / Reqa

    HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya

    © REUTERS / Zohra Bensemra
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike ragihand ku ji ber operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê operasyona li dijî DAIŞê ya li rojhilatê Dêrê Zorê rawestiya.

    Hikmet Durgun

    Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yê Dêre Zorê Mehdî Kobanî ji Spûtnîkê re axivî û got, HSDê ji bo parastina Efrînê operasyona Dêre Zorê rawestand û şervanên HSDê yên li Dêre Zorê çûne Efrînê.

    Fermandarê HSDê Mehdî Kobanî da zanîn ku ji bo parastina Efrînê operasyona li Dêre Zorê rawestandine û wiha axivî:

    'EM NIKARIN LI GORÎ AMERIKAYÊ TEV BIGERIN'

    "Ji ber êrişên li ser Efrînê me operasyona li herêma Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestand. Em nikarin li gorî Amerîkayê tev bigerin. Em nikarin weke daxwaza Amerîkayê hereket bikin. Dema ku êrişên li ser Efrînê bidomin em nikarin bêdengg bimînin. Şervanên me yên li Dêre Zorê anîne ziman ku ew nikarin li hemberî êrişên li dijî Efrînê bêdeng bimînin. Şervanên me helwest nîşan dan û gotin heta ku metirsiya li ser Efrînê hebe ew dê bêdeg nemînin û çûne herêma Efrînê. Niha li Efrînê li dijî Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê şer dikin. Gelek şervanên me çûne Efrînê. Di nava kesên ku çûne Efrînê şervanên Efrînî jî hebûn. Ji ber sedemên ewlehiyê em hejmara şervanan nadin."

    ‘JI BER RAWESTANDINA OPERASYONA DÊRE ZORÊ AMERÎKA FIKARAN DIKE'

    Kobanî amaje dike ku ji ber rawestandina operasyona Dêre Zorê Amerîka fikaran dike û wiha pê de çû, "Amerîka dizane bê em di têkoşîna li dijî DAIŞê çiqasî bi bandor in. Herwiha ji ber rawestandina me ya operasyona Amerîka bi fikar e ku DAIŞ ji nû ve xurt bibe."

    Hêjayî gotinê ye ku bajarê Dêre Zorê yê li kêleka Firatê sala 2014an ketibû destê DAIŞê. Bajar par ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve ji DAIŞê hatibû paqijkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bejahiya rojhilatê bajêr li hemberî DAIŞê operasyon dimeşandin.

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em hêzên xwe ji Rojhilatê Firatê dişînin Efrînê
    HSD encama şerê Efrînê ya 24 saetan ragihand
    Berdevkê Hevpeymaniyê: HSD bi hezaran DAIŞî girtine
    HSD: Me ne helîkopterek lê du helîkopter xistine
    Wall Street Journal: Dibe HSD ji ber operasyona Efrînê hilweşîne
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, têkoşîna li dijî DAIŞê, HSD, YPG, DAIŞ, Mehdî Kobanî, Dêre Zor, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de