13:21 25 Hezîran 2018
PKK-Qendil

Kartal li ser ihtîmala pêvajoyeke nû di navbera PKK û Tirkiyeyê de ji Sputnikê re axivî

© AP Photo /
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 40

Hevserokê KONGRA-GEL Remzi Kartal ragihand ku ji niha ve encama hilbijartina 2019an a li Tirkiyeyê diyar e û hikûmet qanûnan bi awayekî derdixin ku encamên hilbijartinê li gorî dilê wan derkevin. Kartal li ser pêvajoyeke nû jî diyar kir ku bi hebûna vê konsepta şerî ya dewletê li dijî kurdan daye destpêkirin, gelo çawa dê hevdîtinan pêk bînin.

Hevserokê KONGRA-GEL û endamê Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Remzi Kartal li ser hilbijartina 2019an a li Tirkiyeyê, girtina parlamenter û endamên HDPê û ihtîmala pêvajoyeke nû ya çareseriyê ya di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û da zanîn ku "Dewleta Tirkiyeyê ji bo îradeya gelê kurd têk bibe bi giştî şer daye destpêkirin û di van şertan de dê çawa hevdîtinan bi dewletê re pêk bînin. Herwiha Kartal beriya niha jî gotibû ku Tirkiye tenê ne ji statûya kurdan, ji hebûna kurdan aciz e ji ber vê yekê jî êrişî Efrînê dike.

‘ENCAMA HILBIJARTINA 2019AN JI NIHA VE DIYAR E'

Di şert û mercên Rewşa Awarte de ti meneya hilbijartinê tine ye. Ji xwe referandûma 16ê Nîsana 2017an de pêk hat de şûphe û gumaneke mezin di referandûmê de çêbû. Referandûm bi hîleyan bi ser ket. Di şert û mercên îro de Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan) bi hemû awayan xwe li ser berxwedana gelê kurd ferz dike û dixwaze rê li ber ve pêvajoyê bigire. Di vê konseptê ti wateya pêkanîna hilbijartinê tine ye. Ti baweriya vê yekê tine ye. Ji xwe bi van qanûnên ku tên derxistin,  ji niha ve diyar e bê encamên hilbijartinê dê çawa bin. Dixwazin encamên hilbijartinan çawa bin, li gorî wê qanûnan derdixin. Eger ew kesên aştî, azadiyê û demokrasiyê dixwazin li hemberî vê yekê dernekevin û ji derve ve zext li ser Tirkiyeyê nebin, guhertin di encama hilbijartinê de çênabe. Pêwîst e, rayagiştî li ser vê nîqaş bike. Yanî tifaq kî dike, dê çawa be ti bandor lê hilbijartinê nake."

‘DEWLET DIXWAZE DI NAVBERA KURD Û TIRKÊN DI NAV HDPê DE NAKOKIYAN ÇÊBIKE'

Efrîn protesto - YPG
© AP Photo / YPG Press Office
Li ser pirsa di HDPê de ji bo bandora çepên tirk li ser partiyê zêde bibe, kesên esil kurd tên girtin Kartal got: "Ev şîroveya wan kesan e ku siyaseta dewletê baş tehlîl nekrine û bi rastiya dewletê nizanin. Şîroveyeke objektîf nîn e. Nêrîna rast çi ye? Konsepta ku niha li ser HDPê tê meşandin ya dewletê ye ne tenê yê AKPê ye. Hemû partiyên siyasî di nav vê karî de ne. Ji xwe bi vekirî dibêjin (teror) em ê baskê wan yê herî mezin ku HDP ye têk bibin. Dixwazin ku HDP bê taqet bimîne. Hemû birêveber û endamên wê bên girtin û di hilbijartinê de ti bandoreke partiyê nemîne. Dewlet dixwaze di nav kurd û tirkên ên di nav HDPê de nakokiyan çêbike. Dixwazin girêdana wan, hevkariya wan xirab bikin û dixwazin di navbera wan de parçebûnê çêbikin. Ev konsepta dewleta Tirkiyeyê ye ku ev 100 salê li ser gelê kurd dimeşîne. Ji ber vê yekê armanca parçekirina di nav HDPê de ye ku li ser bingeha demokratîk hatiye avakirin."

Operasyona li dijî Efrînê
© REUTERS / Khalil Ashawi
‘DI KONSEPTA ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DE EM Ê ÇAWA BI DEWLETÊ RE DIYALOG DEYNIN'

Li ser pirsa di rojên dawî de HDP herdem qala pêvajoya nû dike gelo di navbera PKKê û dewletê de di rojên dawî de ti hevdîtin heye an ne? Kartal wiha bersivand: "Di rojeva dewletê de têkbirina îradeya gelê Kurdistanê ye, ev têkbirin, ne tenê li Tirkiyeyê li hemû deveran e ku dixwazin îradeya kurdan têk bibin. Cihê ku konsepteke bi vî rengî lê hebe, em ê çawa hevdîtinan pêk bînin. Vê yekê ji bo rayagiştî şêlû bikin, tînin rojevê. Tiştek di rojeva dewleta Tirkiyeyê de heye; têkbirina îradeya gelê kurd e. Ti diyalog di navbera me û dewletê de tine ye. Niha tecrîdeke mezin li ser rêberê PKKê (Abdullah Ocalan) heye. Niha em nizanin rewşa wî çi ye. Dewlet li bakur, rojava, rojhilat û li ku derê destkeftiyeke kurdan hebe dixwaze têk bibe."

Bi heman mijarî:

Konsulê amerîkî pesnê birincpêjê kurd da û daxwaza serkeftinê jê re kir
Di du salên dawî de 19 zarok ji ber teqemeniyê jiyana xwe winda kirin
Qeymeqamê Şingalê: Heta niha ji bo YPGê daxwazeke fermî ji me re nehatiye
'Amerîka li ser hesabê kurdan têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re baş dike'
Etîketan:
referandum, pêvajo, dewlet, kurd, PKK, Sputnik, Abdullah Ocalan, Remzî Kartal, Recep Tayyip Erdogan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de