Li ser vê mijarê Dr. Saman Sîweylî pisporê warê civakî û mamostayê komelnasî di zanîngeha Selahedînê de li Hewlêrê ji Sputnik Kurdistanê ragihand" berî biryara kanala kurdsatê û MBCya erebî, ev çend sal bûn ku wek pisporên warê civakî daxwaz kiriye ku ev rêzefilmên dûblajkirî yên tirkî ji ekranên televizyonên kurdî bên rakirin ji ber ku kartêkirineke gelek xerab û neyînî li derûnî, reftar û hizirkirina mirovê Kurdistanî kiriye, bi taybetî li ser regeza mê heye dinêv civaka kurdistanê de, nemaze ew ên ku di jiyana hevjîniyê de ne û mêr kiriye, herwiha li ser wan keçan yên ku hîn di qonaxa sinêleyê de ne û mêr nekiriye".
Di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: Ji bilî van jî, rêzefilmên tirkî şîraz û rewşa malbatên kurdî têkdaye, me wek pispor û derînnasan têbînî li ser peyama wan hebûye ji ber ku piraniya malbatên Kurdistanê di van çend salên derbasbûyî de ji ber temaşekirina rêzefilmên tirkî hevrişî arîşe û pirsgirêkên civakî bûne,nexasm jin hevrişî rewşeke xerab bûne. Ew ên temaşeyî rêzefilmên tirkî dikin û di şevekê du-sê xelekên wan rêzefilmên dûblajkirî li ser ekranên televizyonên Kurdistanê tên bexşkirin û hemû wextê şevê yê jina kurd dagîr dike".EV RÊZEFILM BANDOREKE ÇAWA LI MALBATÊ DIKIN?
Dr. Saman Sîweylî wiha dibêje: " Ti ji urf û rewişt û tîtalê kurdan, di şevê de hemû endamên malbatên Kurdistanê li hev dicivin. Kur û keç ji dibstan û zanîngeha dizîvirin û zelam jî ji kar û hinek jin jî kar dikin ew jî bi roj ne li malê ne û tenê bi şevê li malê ne, lê van rêzefilmên tirkî wiha kiriye, bi taybet jinên Kurdistanê ne hemû bin jî lê rêjeyeke mezin bi berdewamî temaşey wan rêzefilman bikin û haya wan ji nava malbat, zelam, kur û keçên xwe nemîne û di encamê de peywendiya civakî kêm bûye û kartêkirineke nerênî jî kiriye li ser perweriya zarokan û çavdêrkirina wan û di heman demê de jî bûye sedema derketina arîşe û pirsgirêkan di nêv yek malbat de".
ÇIMA EV RÊZEFILM LI GEL CIVAKA KURDISTANÊ NAGUNCUN?

Ji aliyê din ve, me li navenda şêwirmendiya malbatê hejmareke haletên wiha tomar kirine ku jin li bin bandora rêzefilmên tirk ji zilamê xwe dûr ketiye û pêwendyeke seksî li gel zilamekî din daniye yan jî berovajî zelamî pêwendyeke seksî li gel jineke din daniye û di encamê de bûye sedema jihevdûrketina jin û zelamî û telaq û berdanê.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)