01:03 26 Nîsan 2018
    Operasyona Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê yên ASAyê

    'Erdogan ji bo pirsgirekên navxweyî operasyona Efrînê da destpêkirin'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 40

    Parlamenterê HDPê yê berê Faysal Sariyildiz ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nameyeke pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û tê de got ku ti meşrûiyet operasyonê tine ye û Erdogan ji bo pirsgirekên navxweyî operasyon da destpêkirin û niha jî biryara NYê bin pê dike.

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku parlamenteriya wî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû betalkirin nameyeke derbarê operasyon Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê pêşkeşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir. Sariyildiz li ser nameya xwe ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ne meşrû ye û beriya pêkanîna jenosîdek, divê were rawestandin.

    ‘LI GORÎ NORM Û HIQÛQA NAVNETEWEYÎ EV YEK DAGIRKIRIN E'

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wiha pê de çû: "Operasyon û dorpêça li ser Efrînê berdewam in, Artêşa Tirkiyeyê heta niha nîvê axa Efrînê bi dest xistiye. Herwiha heta niha 250 jin û zarok jî di nav de sivîl hatine kuştin. Piraniya malên efrîniyan jî bi balafiran û obusan hatine wêrankirin. Niha Artêşa Tirkiyeyê herêmê talan dike û ti meşrûiyeta vê talankirinê jî tine ye. Li gorî norm û hiqûqa navneteweyî, ev hereketeke dagirkerî ye. Ti meşrûiyeta wê tine ye. Ev operasyon dê bi xwe re texrîbatên mezin bîne.

    ‘EFRÎN NE JI BO TIRKIYEYÊ BO TI DEWLETÊ NE XETER E'

    Sariyildiz got: "Tirkiye bi hinceta ku ew der ji bo xwe xeter dibîne, êriş dike. Lê li gorî normên navneteweyî ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyeyê heta niha, herêma herî bi ewle û xweparastî Efrîn bû. Di axa Sûriyeyê de tenê Efrîn mabû ku hatibû parastin. Li Efrînê ne tenê kurd lê ereb, tirkmen, ermen û gelek neteweyên din bi hev re jiyananeke wekhev ava kiribû û ne Tirkiye tenê lê ji bo ti dewletî tiştekî xeter di nav Efrînê de tine bû. Ji ber vê jî ev êrişekî ne meşrû ye."

    ‘MEBESTA TIRKIYEYÊ EW E LI ŞÛNA KURDAN EREBÊN SUNÎ LI EFRÎNÊ BICIH BIKIN'

    Parlamenterê HDPê destnîşan kir ku sedema êrişa Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan) ya li dijî Efrînê ew ku dixwaze pirsgirekên xwe yên navxweyî bide veşartin û rayagiştiya Tirkiyeyê kontrol bike û got: "Ev yek bi polîtîkaya Erdogan ya emperyal ve girêdayî ye. Ji ber ku hertim referansa turanperestî û osmanîtiyê dimeşîne. Tiştekî din jî niyeteke wan a pir xirab heye, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ku digot em ê 550 hezar welatiyên sûrî ku li Tirkiyeyê ne li Efrînê bi cih bikin. Tişta rastî ku kesên dibêjin em ê wan li Efrînê bicih bikin ne efrnî ne, ew kes in ên ku ji ber şerî ji Sûriyeyê derketine. Ji xwe bi hezaran kesên ji herêmên din ên Sûriyeyê ji ber şer hatine û li Efrînê bicih bûne. Ev hinceteke ne aqilane ye û xetereke mezin bi xwe re tîne. Mebesta Tirkiyeyê ew e ku bi demografiya Efrînê bilîze. Kurdan ji wir koçber bikin û erebên sunnî li wir bicih bike. Ev yek jî qirkirin e."

    ‘DEWLETÊN MEZIN JI BER BERJEWENDIYÊN XWE YÊN LI HERÊMÊ LI DIJÎ ÊRIŞA EFRÎNÊ BÊDENG IN'

    Faysal Sariyildiz li ser helwesta cîhanê bê çima li himberî Efrînê bêdeng e, axivî û wiha got: "Bêguman gelek caran, biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) tên piştguhkirin, ji ber ku bandora çend welatên mezin li ser NYê heye. Wekê ku tê zanîn bi destûra Rûsyayê û çev girtina Amerîka, Brîntaya, Almanya û Fransayê ev êriş pêk hatiye. Ji ber hesabên wan dewletan li herêmê hene, ev dewlet bêdeng in. Em vê yekê rast nabînin û biexlaq nabînin. Daxwaza me, ji NYê ew e ku ev operasyon ne meşrû ye û dê bi xwe re feleketeke civakî û xwezayî bîne."

    ‘ERDOGAN RÊZÊ JI BIRYARA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE NAGIRE'

    Parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz da zanîn ku di nameya xwe ya ji bo Efrînê pêşkeşî Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kiriye de daxwaz kiriye ku rê li ber şerî were girtin û got: "Me diyar kir ku meşrûyeta vê êrişî tine ye. Dibe ev êriş bibe jenosîdeke nû, dibe eybeke mezin li ser navê dinyaya niha pêk bîne. Beriya niha NYê biryar dabû ku agirbest ji bo mehekê li seranserê Sûriyeyê were sepandin. Lê vê gavê Erdogan biryara Neteweyên Yekbûyî esas nagire û rêzê lê nagire, êrişên xwe jî dide dewam kirin. Doh jî jin û zarok di encama bombebarana balafiran da hatin kuştin. Niha ji ber NYyê li ser hemû îradeya neteweyan e, ji ber ku îradeya hevpar ya hemû neteweyan e. Lê Erdogan hiha vê îradeyê bin pê dike. Dema ku tu biyarekê bidî û ew biryar were binpêkirin û tu dengê xwe nekî, ew kes dê cesaretê ji vê yekê bigirin û hovîtiyê bikin. Vê gavê Erdogan rêzê li biryaraê NYê nagire û Erdogan ji hemû cîhanê re dibe xetere. Divê NY li hemberî vê yeke bisekinin."

    ‘DI ROJEVA MIN DE VEGER TINE YE'

    Li ser pirsa gelo hûn ê vegerin Tirkiyeyê an ne, Sariyildiz wiha bersivand: "Niha vê gavê gelek hevalên me li Tirkiyeyê hatine girtin û parlamenteriya wan hatin betalkirin. Erdogan siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bi temamî fetisand û sûcê mezin ê şer a mirovahiyê dike û Tirkiye ber bi felaketeke mezin ve dibe. Niha ez ji aliyê partiya xwe ve hatime peywirdarkirin, ez niha li Ewropayê kare xwe dikim û di rojeva min de jî veger tine ye. Eger em vegerin dê derfeta ku em niha tiştên li Tirkiyeyê diqewimin ji rayagiştiya cîhanê re radigihînin, ji dest bidin. Em ji zîndankirinê natirsin, ji xwe ez bi salan di zindanê de mam."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Fermandarekî payebilind ê ASAyê li Efrînê hat kuştin'
    RT: Karwaneke mezin a HSDê gihişt Efrînê
    Di operasyona li dijî Efrînê de ji malekê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
    Rewşa dawî ya şerê Efrînê û cihên ku şer li wan diqiwimin
    Kiliçdaroglu: Yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê
    Etîketan:
    tirk, kurd, operasyon, YPG, Sputnik, Antonio Guterres, Faysal Sariyildiz, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de