06:26 27 Gulan 2018
Hevserokê HDPê Sezai Temelli - Amadekariyên Newroza 2018an

Temelli: Li Tirkiyê zilm heye, werin bi Newrozê em bi yek bin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nêrîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan têkildarî Newroza 2018an got "Divê Enqere peyamên ku dê li qadên Newrozê werin dayîn baş bixwîne." Hevserokê HDPê Sezai Temelli jî wiha axivî: "Li her deverên Tirkiyê zilm heye, ji ber wê divê em bibin yek. Em bang li hemû kesan dikin ku beşdarî Newrozê bibin."

Amadekariyên Newroza 2018an destpê kirin. Îsal Newroz di navbera 17 û 21ê Adarê li 44 navendan û di 21ê Adarê de 14 navand dê bi dirûşmeya "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e". Starta pîrozbahiyê Newrozê 17ê Adarê li Farqînê dest

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan
© Sputnik / Sertaç Kayar
pê dike û fînal 21ê Adarê li Amedê dê were pîrozkirin. Têkildarî pîrozbahiyên Newrozê hevserok û nûnerên HDP, HDK, KCD, TJA DBP, OSP, HAK-PAR û DDKD li Amedê daxuyanî dan.

BULDAN: DIVÊ ENQERE PEYAMA NEWROZÊ BAŞ BIXWÎNE

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan têkildarî pîrozbahiyên Newrozê de wiha got: "Li herema me pêşketinên dîrokî derkerin holê, dîroka zilmê bi berxwedanê têk diçe. Ji bo berxwedaneke li dijî zilmê, şerî, dagirkerî û politîkayên qeyranê Newroza 2018an bi wate ye. Bi milyonan kes dê biherikin qadên Newrozê û wê biqîrin ku tecrîta li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Hewildana dagirkirina Efrînê wê li qadên Newrozê careke din were şermezarkirin. Dê peyama ku ‘hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane û leşker zarokên me ne' were dayîn. Bi milyonan kes dê li dijî şer peyama aştiyê bide. Em bang li jinan û ciwanên ku dibêjin ‘me bi ciwanî destpê kir û emê bi ciwanî biserkevin' dikin ji bo li dijî şer yekdeng bin werin qada Newrozê. Em hêvi dikin ku Enqere peyamên ku dê li qadên Newrozê werin dayîn baş bixwîne."

TEMELLI: LI HER DEVERÊN TIRKIYÊ ZILM HEYE

Piştre Hevserokê Giştî yê HDPê Seai Temelli axivî û ev tişt gotin: "Ez cejna gelê kurd ji niha ve pîroz dikim. Ya ku vê cejnê watedar dike rihê tekoşîn û berxwedanê ye. Îro li her deverê welat zilm heye. Em rastî zilma desthilatdariyê tên. Em bi biryar in ku em ê vê zilma desthilatdariyê xera bikin. Zilm li Efrînê şer, li rojhilat xizanî, zilm û kuştina jina ye. Li her deverên Tirkiyê zilm heye, ji ber wê divê em yek bin. Em bang hemû kesan dikin ku beşdarî Newrozê bibin."

KCD: DÛH ÊRIŞÎ BAŞUR KIRIN, ÎRO ROJAVA, PÊWIST E KURD BIBIN YEK

Piştî Temelli Hevserokê KCDê Berdan Ozturk axivî û wiha got: "Ji bo faşîstan bersiva herî xurt geşkirina agirê Newrozê ye. Dûh êrişî Başur îro jî êrişî Rojava dikin. Rastiya ku îro derketîye holê yekitîya neteweyî ye. Ji bo gelê kurd nebe xwedî statu hemu kes dibin yek, divê gelê kurd jî yekitiya xwe ya netewî ava bike. Tariya faşizmê dê bi agirê Newrozê belav bibe."

 

Bi heman mijarî:

Bajar bi bajar bernameya Newrozê hat eşkerekirin
Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
Mamosteya Zanîngeha Newrozê Balatayî: ‘Êrişa Amerîkayê wê bi kêrî Herêma Kurdistanê bê'
Wêneyê Serokomarê Îranê yê Newrozê bû sedema nîqaşê
Aktîvîstê spanyolî yê bo Newrozê hatibû Amedê hat desteserkirin
Malbata ciwanê ku di Newroza Amedê de hat kuştin: Ew bo Newrozê çûbû Amedê
Serokomarê Tirk bi kurmanci û zazakî peyama Newrozê weşand
Etîketan:
daxuyaniya hevpar, Daxuyanî, Peyam, Bangewazî, Amadekariyên Newrozê, Newroz, DDKD, HAK-PAR, OSP, DBP, TJA, KCD, HKD, HDP, Berdan Ozturk, Pervin Buldan, Sezai Temelli, Kurdistan, Diyarbekir, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de