21:22 24 Nîsan 2018
    Remzi Kartal

    'Tirkiye ne tenê ji statûyeke kurdan ji hebûna kurdan aciz e'

    © Sputnik /
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 30

    Hevserokê KONGRA-GEL Remzi Kartal ragihand ku pêşketinên kurdan li Rojhilata Navîn bi taybetî jî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo dewleta Tirkiyeyê metirsiyeke mezin e. Tirkiye tenê ne ji statûya kurdan, ji hebûna kurdan aciz e ji ber vê yekê jî êrişî Efrînê dike û dewletên mezin ji ber tehdîdên Tirkiyeyê li hember operasyona Efrînê bêdeng in.

    Tirkiye operasyona leşkerî di 20ê Rêbendanê de li dijî Efrînê da destpêkirin û ji destpêka operasyonê heta niha pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPGê û Artêşa Tirkiyeyê, komên girêdayê wan de diqewimin. Herwiha ji destpêka şerê li dijî Efrînê heta niha bi sedan welatiyên sivîl hatin kuştin û ji herdu aliyan jî gelek windahî çêbûne. Hevserokê KONGRE-GEL û endamên KCKê Remzi Kartal li ser armanca Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, helwesta dewletên mezin li dijî operasyonê û têkiliyên dewletên mezin bi kurdan re ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Tirkiye ji hemû destkeftiyên kurdan ditirse û siyaseta xwe li ser vê bingehê saz dike.

    ‘TIRKIYE PÊŞKETINÊN KURDÊN LI SÛRIYEYÊ JI XWE RE XETER DIBÎNE'

    Kartal da zanîn ku, "Armanca yekemîn ya Dewleta Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, li Rojhilata Navîn û di siyaseta navdewletî de pirsgireka kurd e. Di heyama ku em lê dijîn de, pêşketinên kurdan li Rojhilata Navîn bi taybetî jî yên li Rojava û bakurê Sûriyeyê, ji bo dewleta Tirkiyeyê ji bo xwe metirsiyeke mezin dibîne. Tirkiye li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pirsgireka kurd her çiqas pêşketineke çêdibe ji bo xwe xeter dibîne.

    ‘TIRKIYE NE TENÊ JI STATÛYEKE KURDAN, JI HEBÛNA KURDAN ACIZ E'

    Kartal wiha pê de çû: "Li Başûrê Kurdistanê ji xwe dibêje, min rê li ber pêşketina kurdan girtiye û niha jî bi vê armancî êrişî Efrînê dike. Dewlet dixwaze destkeftiyên kurdan ên li Rojava tengav bike. Eger bikare Efrînê kontrol bike, li ser maseya çareseriya Sûriyeyê dixwaze destê xwe bihêz bike. Armanca dewleta tirk a esas destkeftên gelê kurd tine bike. Tirkiye ne tenê ji statûyeke kurdan, ji hebûna kurdan aciz e. Tiştî ji bo hebûna kurdan dibe care, li çer parçeyên Kurdistanê ji bo xwe xeter dibîne. Bi vê konseptê dixwaze Efrînê dagir bike, piştre jî xwe li ser Minbicê ferz bike, li ser rojhilatê Çemê Firatê yanî destkeftiyên kurdan ên ku li Bakurê Sûriyeyê bi gelê wir re ava kiriye ji xwe re xeter dibîne û dixwaze tine bike."

    ‘KURDISTAN PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ JI ALIYÊ STRATEJÎK Û JEOPOLÎTÎK VE HAT PARÇEKIRIN'

    Kartal li ser bêdengiya civaka navdewletî ya li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê axivî û got: "Em vê yekê dikarin ji du aliyan ve binirxînin. Yek ji aliyê dewletan û yek ji aliyê rayagiştî ve em dikarin. Ji aliyê dewletan ve, ev bêdengî ne ku meseleya Efrînê ye. Ev bêdengiya dewletan ku 100 sale li hemberî gelê kurdan û pirsgireka kurdan e. Yanî Kurdistan piştî şerê cîhanê ji aliyê stratejîk û jeopolîtîk û coğrafîk û gel ve hatiye parçekirin. Parçekirin û bindestkirina gelê kurd ji aliyê dewletên mezin ve di navbera 4 dewletan de hatiye parçekirin. Ev yek ji aliyê wan dewletên mezin ve heta demên dawî jî hatiye parastin. Piştî ku dewleta Tirkiyeyê di şerê Iraqê de bi wan dewletan re îtifaq nekir, wan dewletan ketin Iraqê û bi kurdan re tifaqê girêdan û di vir de guhertineke biçûk çêbû."

    ‘TIRKIYE DIXWAZE HIM NATO HIM JÎ RÛSYAYÊ BI KAR BÎNE'

    Hevserokê KONGRA-GEL wiha dewam kir: "Herwiha ji ber ku Tirkiye endamên NATOyê ye heta îro pirsgireka kurd li gorî daxwaza Tirkiyeyê hate meşandin. Care yekemîn e ku li Rojava bi pêşengiya kurdan hêzek hat avakirin û koalîsyona navdewletî jî mecbûrî vê hêzê bû û piştgiriya vê hêzê kir. Tirkiye vê yekê ji xwe re wek xetereyeke dibîne. Herwiha dewletên mezin jî ji ber ku Tirkiye ji aliyê stratejîk ve û jeopolotîk ve baş e naxwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re qut bikin. Ev dewletên mezin ji aliye kî ve ew konsepta ku li Rojhilatê Firatê ava kirine biparêzin ji aliyê din ve jî ji ber ku Tirkiye endamên NATOyê ye û welateke girîng li Asyayê ye, naxwazin ji xwe dûr bikin û têkiliyên wan bi Rûsyayê re xurt bibe. Dewletên mezin li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji ber vê yekê welatên Ewropa û yên din bêdeng in."

    ‘TIRKIYE LI ÎSKENDERONÊ Û QIBRISÊ ÇI KIR, LI EFRÎNÊ JÎ DIXWAZE HEMAN TIŞTÎ BIKE'

    Kartal destnîşan kir ku, "Helwesta rayagiştî ya li dijî Efrînê zelal e û bi piranî piştgiriya Efrînê dikin. Li hember Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan) nerazîbûn her diçe bilind dibe. Niha Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike û ew hêzên ku di bin Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de wek El Nusra, bermayên DAİŞê, gurubên selefî û komên din rêxistin kiriye, niha dibêjin ku 3,5 milyon koçberên sûrî li Tirkiyeyê hene, ku ew kampên wan komên girêdayî ASAyê ne, Lewre dema parlamenterên CHPê xwestin ku serdana wan kampan bike, lê hikûmeta AKPê destûra vê yekê nedabû. Tirkiye dixwaze wan li Efrînê bicih bike û li Îskenderon, Qibrisê siyaseteke çawa meşandin dixwazin heman siyasetê li Efrînê jî bimeşînin."

    ‘TIRKIYE SIYASETA BI TEHDÎD HER DEM BIKAR TÎNE'

    Li ser pirsa li gorî we Tirkiye ji NATOyê veqete û nêzî Rûsyayê bibe Kartal got: "Bê guman Tirkiye ji NATOyê cihê nabe. Çûnkî berjewendiyên Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, stratejîk û leşkerî bi NATOyê re ye. Lê belê Tirkiye polîtîkaya rola xwe yê stratejîk bikar tîne û wan tehdîd dike. Lewre Tirkiye herdem vê yekê bikar tînin. Bi tehdîd siyaseta xwe dimeşînin. Tirkiye dibêji welatên Ewropayê, Amerîka û yên din nikarin dev ji min berdin û hertim vê siyaseta tehdîd dimeşîne. Meseleya Rûsyayê jî ji bo welatên NATOyê wek şantaj bikar tîne. Ji bo tiştan bi dest bixe têkiliyên bi Rûsyayê bikar tîne. Her du aliyan ji xwe re bikar tîne. Ez bawer nakim têkiliyên xwe ji NATOyê qut bike."

    ‘AMERÎKA JI REWŞA EFRÎNÊ NERAZIYE'

    Kartal li ser şandina hêzen HSDê ji Reqa û Dêra Zorê bo Efrînê axivî û diyar kir ku, "Ev siyaseta Bakurê Sûriyeyê ye. Hêzeke serbixwe ye. Em wek KONGRA-GEL piştgiriya siyaseta wan dikin. Him ji bo gelê Sûriyeyê him jî ji bo gelê Kurdistanê piştgiriya wan dikin. Eger wan ji bo parastina Efrînê biryarek daye, divê piştgirî were dayîn. Serkeftina Efrînê ji bo şoreşa li Sûriyeyê gelek girîng e. Ne tenê ji bo Federasyona Bakurê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya Demokratîk jî gelek girîng e. HSDê di destpêkê de eşkere kiribû ku êrişa dewleta tirk, alîkariya DAIŞê û El Nusrayê dike. Lewre ev êriş bandore li şerê li dijî DAIŞê û El Nusrayê dike. Bêguman têkiliya Tirkiyeyê bi El Nusra û DAIŞê re hene. Ev yek ne tiştekî veşartî ye. Ji ber vê yekê jî Amerîka ji vê rewşê nerazî ye. Lê em nizain ka Amerîka ji bo vê yekê fişaran li Tirkiyeyê bike an na. Bêguman daxwaziya Amerîkayê heye. Lê di çi astê de ye em nizanin."

    ‘SIYASETA RÛSYAYÊ YA LI DIJÎ KURDAN PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ HETA NIHA NEGATÎV E'

    Kartal herî dawî da zanîn ku "Eger mudexale li dewleta tirk neyê kirin wê komkujî li Efrînê pêk werin. Rûsyayê ji şerê cîhanê vir ve ji bo gelê Kurdistanê siyasetekî negativ meşandiye û siyaseta li dijî Efrînê jî wê bandoreke neyênî li têkilîyên dîrokî yên Rûsya û kurdan bike. Bêguman rayagiştiya cîhane, saziyên navdewletî û dostê gelê Kurdistanê ji derveyê Rûsya û Amerîkayê bandora xwe li Tirkiyeyê bikin." Kartla li ser hilbijartinên Serokê Dewleta Rûsyayê jî axivî û diyar kir ku, ji niha ve diyar e ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dîsa bibe serokê nû, em hêvî dikin ku hilbijartineke demokratîk pêk were. Hêviya ya me ev e ku helwesta Rûsyayê li dijî kurdan piştî hilbijartinê biguhere.

    Bi heman mijarî:

    Li gor daneyên nexweşxaneyan li Efrînê di 24 saetan de 20 sivîl hatine kuştin
    SANA: Li Efrînê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da
    Fermandarê YPGê: Tirkiye li Efrînê çekên NATOyê bi kar tîne
    Tirkiyeyê ji bo hêzên HSDê yên diçin Efrînê: Divê hevalbendên me têkevin dewreyê
    Ehmed: Gelek DAIŞî li Efrînê girtî ne û Tirkiye dê bibe sedem ku biçin Ewropayê
    TEV-DEM: Divê Washîngton helwesta xwe ya Efrînê zelal bike
    Etîketan:
    statû, şer, kurd, Sputnik, Remzi Kartal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de