21:23 24 Nîsan 2018
    Kurdistan - Kerkûk

    Azadî Cebarî: Asayişa YNKê venegeriyaye Kerkûkê

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Rewşa Kerkûkê û derdorên wê ta radeyekî ne aram e û bi berdewamî karên revandina welatiyan, dizîna trombêlan û binçavkirina kurdan berdewam e. Berpirsê Lijneya karûbarên Ewlehiyê Azadî Cebarî dibêje, "Kerkûk mal û bajarê me ye û têkçuna rewşa Kerkûkê ne di berjewendiya tu kurdî de ye."

    Serokê Lijneya Karubarên Aramiyê di Parêzgeha Kerkûkê de Azadî Cebarî ji bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand, "Medya kurdî behsa vegera saziya asayişa YNKê bo Kerkûkê kir, lê ew yek rast nîn e û hîç saziyeke kurdî venegeriyaye Kerkûkê, tu rêkeftinek jî nebûye ku asayişa YNKê vegere Kerkûkê, bi rastî kurd bixwe reklama hin tiştan dikin lê di rastiyê de hîç binemayek bo wê nîn e û tenê dixwazin dilê xelkê xweş bikin. Medya kurdî gelek tiştan dibêje, lê belê hîç rastiyek bo wan nîn e ji ber ku rola kurdan li lraq û Kerkûkê tune ye."

    ‘BI ROJ REWŞA KERKÛKÊ BAŞE Û BI ŞEV WELATÎ TÊNE REVANDIN Û TROMPÊL TÊN DIZÎN'

    Azadî Cebarî got, "li derdorên Kerkûkê hêj paşmayên DAIŞê her mane û car car derdikevin û êriş dikin û kesekî dikujin, ligel vê yekê jî karên revandina welatiyan û dizîna trombêlan heye, lê bi roj rewşa Kerkûkê baş e û bi şev jî ev karên me behskirin car car têne kirin, ji aliyê komeka kesên xerab û rêgir û cerde ve. lê di gel vê yekê propagandayeke mezin jî li djî rewşa aramiya Kerkûkê tê kirin û hin alî hez dikin ku rewşa ewlehiya Kerkûkê têk biçe."

    ‘TÊKÇUNA REWŞA KERKÛKÊ DI BERJEWENDIYA KURDAN DE NÎN E'

    Berpirsê lijneya karûbarên ewlehiyê Cebarî, "Kerkûk mal û bajarê me ye û têkçûna rewşa Kerkûkê di berjewendiya kurdan de nîn e û her dema rewş li bar û guncayî be û helwesta navdewletî û welatên herêmê li hember kurdan hat guhertin, em cardin vedigerîn bo Kerkûkê û hîç maqûl nîn e, em mala xwe têk bidîn û di piştre cardin vegerin navê. Bi rastî pirsgirêka me ew e ku rê li hember vegeriyana endam û berpirsên kurdên parêzgeha Kerkûkê tê girtin û nahêlin vegerin û em nikarin civînan lidar bixin û nêzî 13 endamên kurd li Hewlêrê ne û ew hez dikin vegerin, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rê nade ku vegerin. PDKê endamên xwe dişîne bo Musil û Serokê Civata Parêzgeha Mûsilê kesekî partiyê û em dipirsin eger partî destê xwe ji Bexdayê qutke ji bo çi endamên xwe dişîne Mûsilê? Partî dibêje ‘Kerkûk dilê kurdistanê ye û YNKê dibêje 'Qudsa kurdistanê ye' herê ka ew dil û Qudsa we? Pêwîst e xwedî li Kerkûkê derkevin ji bo ku bikaribin komeka biryaran bidin û parêzgarê niha ji kar bê dûrxistin û yekî kurd li cihê wî deynin û ew kesên ketine ser erd û xaka kurdan cardin derxin. Venegera endamên Partî (PDK) bo Kerkûkê zirarên mezin dane me. Eger Partî venegere Kerkûkê jî bila rê bide endamên xwe vegerin."

    ‘JI BER KU BÊXWEDÎ MANE Û LI KERKÛKÊ ŞIÎGIRÎ HEYE, KURD JI KERKÛKÊ DERDIKEVIN'

    Cebarî di dawiya axaftina xwede da zanîn, "ji ber ku kurd bêxwedî mane û li Kerkûkê Şiîgirî ji Kerkûkê derdikevin. Xelkê dikin şiî û Partî û Yekîtî rêk nakevin ji bo ku ku nîvê xaka Herêma Kurdistanê me ji dest daye. Hikûmeta lraqê budca herêmê nade û roj bo rojê mercên xwe zêde dike, li ser vê yekê tev de her dû partî hêşta her milmilanê dikin û herdû yekdû bi xiyanetê tawanbar dikin. Em nizanîn divê ew yekalî bikin ku kî xayin e."

    Bi heman mijarî:

    Piştî 13 salan... yekem rêkeftin li Kerkûkê çêbû
    Li Kerkûkê şer: 8 kuştî
    Polîsê Kerkûkê hişyariya planeke êrîşa DAIŞê da
    Li navenda Kerkûkê hewla kuştina serdarekî polîsan hat kirin
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya Hewlêr û Kerkûkê vekir
    Nêzîkî 30 endam û rêbebirên Eniya Tirkmen li Kerkûkê hatin kuştin
    Fermandarê Haşdî Şabî: Li Kerkûkê me baregehek DAIŞê tune kir û 8 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    Rêkeftin, Asayîşa YNKê, Vegera bo Kerkûkê, Têkçûna rewşa Kerkûkê, şiîgirî, dizîna trompêlan, revandin, Rewşa Kerkûkê, YNK, PDK, Azad Cebarî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de