05:14 23 Hezîran 2018
Suriye hükümeti yanında savaşan güçler- Afrin

‘Ji ber şer veneguhere şerê dewletan Artêşa Sûriyeyê bi fermî neket Efrînê’

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Nêrîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 31

Rojnameger Fehim Işik ragihand ku Sûriye nedikarî bê Rûsyayê nikarîbû hevdîtinên fermî bi kurdan re pêk bîne û hêza xwe ya fermî neşand Efrînê. Her çiqas Efrîn axa Sûriyeyê be jî bi awayekî fermî neket Efrînê. Ji bo ku ev şer veneguhere şerê dewletan. Tirkiye polîtîkaya xwe ya dijminatiya kurdan û Sûriyeyê dewam bike dê zerareke mezin bibîne.

Piştî şandina Efrînê ya hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyeyê ji bo parastina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê bibû sedema nerazîbûneke tund û ji ber rê li ber vê yekê bigire kerwana hêzên ku diçûn Efrînê topbaran kiribûn û daxuyandibûn ku berdêla vê yekê giran be. YPGê jî eşkere kiribû ku ev hêz li ser banga wan jib o parastina axa Sûriyeyê çûne Efrînê. Nivîskar û rojnameger Fehim Işik derbarê şandina hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyeyê de ji Sputnikêre axivî û diyar kir ku Tirkiye li Efrînê rastî berxwedanekî mezin hatiye û ji ber pêwistiya birêveberiya Tirkiyeyê bi şer heye dibe şer li deverên din jî derxe.

YPG: LI SER BANGAME EV HÊZ HATIN EFRÎNÊ

Işik diyar kir ku Ti haydarî di derbarê li hev kirina di navbera YPGê û hikûmeta Sûriyeyê de heta niha nehatiye eşkerekirin. YPGê jî heta niha ti agahî derbarê naveroka çûna hêzên bo Efrînê nedaye. Me ji berpirsê YPGê pirsî dibêjin ku ti hevdîtinekî fermî di navbera me de tine ye. Li ser banga me ya werin axa Sûriyeyê li hemberî êrişa Tirkiyeyê biparêzin, ev hêz hatine Efrînê û ti rêkeftin di navbera me de çênebûye. Lê li gorî agahiyên berdestên me hevdîtin di navbera her du aliyan de pêk hatiye.

‘SÛRIYE JI BER RÛSYAYÊ NEDIKARÎ BI AWAYEKÎ FERMÎ BI YPGê re HEVDÎTIN PÊK BÎNE'

Işik li ser lihevkirina di navbera her du aliyan de diyar kir ku Rûsya ji destpêkê ve li ser mijarê sekiniye û got: "Lê tiştên ku xuya dike, Rûsya ji destpêkê ve nexwestiye ev yek pêk were. Di vî mijarî de gelek car daxuyaniyên fermî jî di nav de rayedarên Kantonên Efrînê, Kobane, Cizîrê, TEV-DEM û PYDê bi daxuyaniyên xwe diyar kirin ku Sûriye di vî mijarî de nedikarî Rûsyayê derbas bike û bi rengekî fermî hevdîtin bida destpêkirin û bi hêza xwe yê fermî neket Efrînê. Lê li gorî dîmenên ku ji herêmê hatin parvekirin didin nîşandan ku wekê hêzên gel tên nasîn, ew aliyên ku ji destpêka şerê Sûriyeyê vir ve piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê dikin, derbasî Efrînê bûn. Di vir de herçiqas bi awayeke fermî daxuyanî nehatibe dayîn jî, di qenaeta min de eger di navbera aliyan de hevdîtin tinebûya ev hêz nediçû Efrînê. Lewre ti hêz bi serê xwe nikare ji herêmekî derkeve biçe herêma din. Di qenaeta min de hevdîtin çêbûye, lê em derbarê encama hevdîtinê de ne haydarin û ev yek ne hevdîtineke siyasiye, ev hevdîtineke leşkerî ye."

‘TIKRIYE NIKARE WEK ÎRANÊ BANDORA XWE LI ŞÎÎ YAN DIKE, LI WELATÊN SÛNNÎ Û KURDAN BIKE'

Li ser çûna Efrînê ya hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyeyê ku nêzî Îranê ne dibe bibe sedemeke rageşiyan di navbera Tirkiye û Îranê de Işik destnîşan kir ku ev yek dide nîşandan ku Îran û Tirkiye li Sûriyeyê bi taybet li Rojhilata Navîn wek hev nafikirin û wiha pê de çû: "Her du alî li meseleyê cuda dinêrin. Hesabên Îranê li ser xeta şîî yan li Rojhilata Navîn bandora xwe bikar tîne. Li Sûriyeyê jî Îran bi heman xetê dixwaze Sûriyeyê bixe bin bandora xwe. Îran piştî şoreşa Îslamê li ser xeta şîîtiyê bandora xwe li Rojhilta Navîn piştî 2011an jî li ser elewiyên li Sûriyeyê qaîmtir kir. Lê Tirkiye nikare wek Îranê ku bandora xwe li ser welatên şîî zêdekir, li ser welatên sûnnî zêde bike. Welatên ereb ên sûnnî naxwazin pêşengiya xwe radestî Tirkiyeyê bikin. Eger Tirkiye polîtîkaya xwe yê dijminatiya kurdan û Sûriyeyê bide dewamkirin dê zerarekî mezin bibîne. Lewre Tirkiye nikare bandore li welatên sûnnî û kurdan êdî bike."

‘TIRKIYE BI VÊ POLÎTÎKAYA XWE YÊ LI DIJÎ KURDAN NIKARE BISERKEVE'

Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye bi vê polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan nikare biserkeve. Çawa ji destpêka krîzê ve daxwaza xwe li Sûriyeyê bida qebûlkirin, êdî nikare daxwazên xwe bi rengekî din pêk bîne. Diyar e ku rayaderan Tirkiyeyê êdî nikarin xwe ji vê polîtîkayê jî xilas bikin. Lewre niha polîtîkayên Tirkiyeyê bi polîtîkayên Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) re ve hatine girêdayîn û ev yek jî bisernakeve."

‘JI BER ŞER VENEGUHEZE ŞERÊ DEWLETAN ARTÊŞA SÛRIYE BI FERMÎ NEKET EFRÎNÊ'

Işik destnîşan kir ku, "Niha li Rojhilta Navîn gelek aktor hene û her aktor jî li gorî berjewendiyên xwe hesabên xwe dikin. Aktorên sereke jî Amerîka, Rûsya û welatên rojava ne. Hemû hêz li gorî berjewendiyên xwe siyaseta xwe li herêmê dimeşînin. Eger ev berjewendiyên aliyan nebûna çareseriya krîza siyasî li Sûriyeyê bi hêsantir dihat çareserkirin. Ji ber vê yekê çareseriyeke li Sûriyeyê pêk nayê. Tiştên ku tê xuyakirin ev e rûbirûbûna Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi rengekî ji aliyê Amerîkayê ve jî xweş tê dîtin. Amerîka bi vî yekê kêfxweş e ku Îran û Tirkiye bi heman cepheyê de nebe. Lewre nêzîkbûna Rûsya, Tirkiye û Îranê di pêvajoya Astanayê de ne bi dilê Amerîkayê bû. Rûbirûbûna Tirkiye û Îranê di berjewendiyê Amerîkayê de ye. Şerê li Sûriyeyê heta niha şerê rêxistinan bû, şerê wekaletan bû û ev eger vegere şerê dewletan mînak wek şerê Tirkiye û Sûriye ango Îran û Tirkiye ew welatên ku piştgiriya wan rêxistinan dikirin, dê di nav şerê dewletan de jî cîhên xwe bigirin. Lê di vê rewşê de şerê dewletan li Sûriyeyê nepêkan e. Lewre her çiqas Efrîn axa Sûriyeyê be jî bi awayekî fermî neket Efrînê, lewre pêşî lê hat girtin. Ji ber ku ev şer veneguheze şerê dewletan, Sûriye bi fermî neket Efrînê."

‘DIBE HIN DERDORA EFRÎNÊ RADESTÎ TIRKIYEYÊ BIKIN'

Nivîskar Işik got: "Di vî warî de Rûsya têkiliyên xwe yê bi Tirkiyeyê re qut nekiriye, piştgirya Rûsya qut nebûye. Eger piştgiriya Rûsyayê ji bo operasyonê bidawî bibe ne pêkan e ku Tirkiye li herêmê operasyona xwe dewam bike. Ev hêz dikarin tenê ji bo navenda Efrînê biparizên. Lê xuyaye ku çawa herêma Şehbayê ji bo ewlehiyê radestî Tirkiyeyê kirin, pêkan e ku hin herêmên derdorê Efrînê ku Tirkiye ji bo ewlehiya xwe dike hincet bidin Tirkiyeyê. Tê xuyakirina ku ne navenda Efrînê lê dorhêla Efrînê ji bo sînorê ewlehî bidin Tirkiyeyê. Li ser vê meseleyê gelo Amerîka û Rûsya li hev kirine an ne em nizanin."

‘PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ BI ŞER HEYE DIBE LI HERÊMÊ ŞEREK MEZIN BIDE DESTPÊKIRIN'

Işik li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê axivî û ragihand ku, "Niha kurdan berxwedaneke mezin li Efrînê dan, ev berxwedan nebûya wekê ku Tirkiye digota dê di nav hefteyeke biketina Efrînê îro dê tiştek din bihata axaftin. Lê tiştê zelal ev e ku biserneketina Tirkiye di ware leşkerî de vî meseleyê anî vê qonaxê. Îro jî eger biserkevin dê hesabên xwe birêve bibin. Berxwedana kurdan rê neda ku Tirkiye pêşve biçe. Ya din jî Tirkiye niha tê bikaranîn. Niha birêveberiya Tirkiyeyê mecburê vê yekê ma ye, îro hebûna îktîdarê şer e. Eger demokrasî û aştî li Tirkiyeyê hebe ev hikûmeta niha nikare 2 roj jî li ser kar bimîne. Nehêzbûna Tirkiyeyê mecburê şer kiriye û ev yek jî rastî berxwedaneke mezin hat. Eger Tirkiye li Efrînê bi ser nekeve dibe provokasyonên din jî bikar bîne, lewre pêwistiya wan bi şer heye û êrişî Şengalê bike heta dikare prokovasyonekî dibe ku şerekî mezin bi Sûriyeyê ango bi Îranê re bide destpêkirin, lewre êrişkarî bi lawazbûnê dest pê dike. Eger berxwedana gelê herêmê gelek girîng bû eger ev berxwedan dewam bike dê cîhan li hember vê yekê bêdeng nemîne."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

Rojava ji destpêka salê ve 190 hezar pez firotine Herêma Kurdistanê
Wekîlê rûsî: Çalakiyên Tirkiyeyê ne li gorî mantika Rûsyayê ne
Hêzên girêdayî Sûriyeyê li ser sînorê Efrînê bi cih bûne
Tan: Rêxistinên kurdan digotin, pêşiyê Kurdistan, paşê kurdî lê ev dûrê rastiyê bû
YPG: Hêzên artêşa Sûriyeyê şûnde venekişayane, komeke din hat Efrînê
Etîketan:
kurd, operasyon, YPG, Sputnik, Fehim Işık
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de