07:29 24 Nîsan 2018
    Tanka T-80

    Pisporê leşkerî yê lraqî: Artêşa lraqê ji berê de pişta xwe bi çekên rûsî girêda ye

    © Sputnik/ IGOR RUSSAK
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hikûmeta lraqê di van salan de çend girêbestên kirîna çekî ligel Hiûumeta Rûsyayê îmzakirine û yek ji wan girêbestan, kirîna hejmareka tankên şerî ku di van rojan de çend gihiştine lraqê.

    Derbarê vê mijarê de Sputnîk Kurdistanê hevdîtinek ligel pisporê leşkerî yê lraqê li Bexdayê Dr. Mu'tez Muhyedîn kir. Muhyedîn derbarê kirîna çekên rûsî ji aliyê lraqê ve raghand, "her tim artêşa lraqê hewil daye ku çekên nû bidest bêxe û mifa ji teknolojiya nû û modern ya leşkerî bi taybetî ya welatên mezin werbigre, bo nimûne Rûsya."

    ‘RÛSYA WELATEKÎ PÊŞKETIYE DI WARÊ ÇEK Û TEKNOLOJIYA LEŞKERÎ DE Û IRAQ DIXWAZE MIFA JÊ WERBIGRE'

    Herweha Muhyedîn da xuyakirin ku artêşa lraqê şerekê cuda dike, "ji ber ku şerê di nava bajaran de dike, şerê terorê ye ku gelek cuda ye ji şerên klasîkî, ji ber wê yekê pêwîstiya wî bi çekên cuda û cûra û cûra heye, îmzakirina girêbestan ligel dewleta Rûsyayê jî her ji ber van sedeman bûye ku Rûsya welatekî pêşketiye di warê çek û teknolojiya leşkerî de û lraq dixwaze mifa jê werbigre ji bo ku di şer û cengê pêşerojê de bikar bîne."

    ‘ARTÊŞA IRAQÊ DI WARÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN RÛSÎ DE XWEDAN TECRÛBE YE'

    Ji aliyê din ve da xuyakirin ku artêşa lraqê ji berê de pişt bi çekên rûsî û Sovyeta berê grêdaye û piraniya çekên artêşa lraqê li ser dema rejîma Sedam Hisên ji Sovyetê bûn, vêca ta radeyekî baş artêşa lraqê şehrezayî li ser çekên rûsî heye û kirîna wê hejmara tankên corê T.C 90 S yên rûsî jî dirêjepêdera wê pêvjoya kirîna çekî ye ya ku lraqê digel Rûsya ji dema derbas buyî destpê kirye.

    ‘TANKÊN RÛSÎ ROJA ÎNIYA DERBASBÛYÎ GIHIŞTINE IRAQÊ Û ARTÊŞA IRAQÊ DIKARE DI ŞERÊ DI NAVA BAJARAN DE LI DIJÎ TERORÎSTAN BIKAR BÎNE'

    Pisporê leşkeryê lraqî da zanîn ku ew tankên rûsî ku bi lraqê re dane, pêşketî ne û komeka wan di roja îniya derbasbûyî de gihiştine lraqê û artêşa lraqê dikare di şerê xwe bi taybetî şerên di nava bajaran de li dijî terorîstan bikar bîne.
    Derheqê hejmara wan tanka de Muhyedîn got, " li gor girêbesta hikumeta lraqê ligel hikûmeta Rûsyayê kiriye, Rûsya wê 73 tankên corê T.C 90 S bide lraqê."

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya îsraîlî: Tirkiye dê li Efrînê bi ser nekeve
    Li Brukselê polîsan bînayek ku tê de kesên çekdar hene dorpêç kir
    Gelo DBPya ku hevserokên wê û 5 hezar endamên wê girtî ne çawa dixebite?
    ‘Tirkiye li Efrînê li dijî hêzên Esed wê bi ya xwe bike'
    Etîketan:
    pisporê leşkerî yê Iraqî, pisporê leşkerî, tankên rûsî, tekoşîna li dijî terorîstan, kirîna çekan, artêşa Iraqê, çekên rûsî, Spûtnik Kurdistan, Mutez Muhyedî, Sedam Hisên, Bexda, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de