17:39 22 Nîsan 2018
    Hevseroka DBPê Seher Tumer

    Gelo DBPya ku hevserokên wê û 5 hezar endamên wê girtî ne çawa dixebite?

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Herdû hevserokên DBPê girtî ne û di 2 salan de 5 hezar hevserok, rêvebir û endamên wê hatin girtin. Li 94 şarederiyan qeyûm hat tayin kirin û 95 şaredar hatin girtin. Ji 13 şaredarên DBPê bi tevahî 109 sal û 6 meh ceze hat birîn. Gelo DBP li hemberî van girtinan çawa dixebite? Cîgira Hevseroka DBPê Seher Tumer pirsên Spûtnîk Kurdisranê bersivandin.

    DBPya kurd di pêvajoyeke gelek zor û zehmet re derbas dibe. Bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê li dijî DBPê gelek operasyonên desteserkirinê hat kirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek ji ber desteserkirin û cezekirinê çû Ewropa. Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel jî hat girtin û 150 sal ceze ji bo wê tê xwestin. Hevserokê Giştî yê DBPê ê nû Mehmet Ali Arslan jî di rojên borî de hat girtin. Li gorî arşîva DBPê di nava 2 salan de hevserok, rêvebir û 5 hezar endamên wan hatin girtin. Ji 102 şaredarên DBPê li 94an qeyûm hat tayinkirin û 95 şaredar hatin girtin. Aniha 21 jê jin 55 şaredar hêj girtî ne. Ji 13 şaredarên DBPê bi tevahî 109 sal û 6 meh ceze hat birîn.

    LI HEMBERÎ EWQAS DESTESERKIRIN Û GIRTINAN DBP ÇAWA DIXEBITE?

    Ala DBPê û Ala Herêma Kurdistanê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Ala DBPê û Ala Herêma Kurdistanê

    Her ku diçe hejmara DBPyiyên girtî zêde dibe. Gelek caran çalakiyên wê têne qedexekirin û lidarxistina kongreyan jî tê astengkirin. Li gelek bajaran piştî kongreyan hevserok û rêvebirên ku hatin hilbijartin jî hatin girtin. Gelo bi ewqas desteserkirin, girtin, cezekirin û bê hevserok DBP çawa dixebite? Cîgira Hevseroka DBPê Seher Tumer ji Ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî û rewşa dawî ya partiya xwe nirxand. Tumer dibêje kevneşopîya 30 salan a partiya wan heye û heger nav bê guhertin jî armanc û naverok nayê guhertin. Tumer got "30 sal e gelek partî hatin girtin, hevserokên me weke aniha hatin girtin lê her car partiyeke nû hat damezrandin. Her partî ji ya berê bi hêztir bû."

    ‘NAGIRIN, LÊ DIXWAZIN HUNDIRÊ WÊ VALA BIKIN'

    Tumer destnîşan kir ku piştî girtinan bi sedan dilxwazê DBPê serî lê didin û dixwazin di nava partiyê cih bigrin û bixebitin. Tumer wiha axivî: "Hikumet xwe weke demokrat bi nav dike û dibêje ku ‘êdi girtina partiyan zor e'. Lê aniha dibe ku DBPê nagirin lê dixwazin hundirê wê vala bikin. Piştre jê wê bêjin ‘em partiya nagirin, lê gel wan naxwaze.' Êdi gelê kurd bi van gotinan bawer nake. Bi salan e heman rê û rêbazan bi kar tînin lê bi sernakevin."

    ‘BI SEDAN DILXWAZ JI BO BIXEBITIN SERÎ LI DBPÊ DIDIN'

    Tumer wiha berdewam kir: "Aniha jî li dijî DBPê gelek êriş hene lê dîsa serî dananî û li berxwe dide. Partiyê din bi seroka hene, dema serok diçe ew partî jî bi wî re diçe. DBPê hêza xwe ji gel digire û heger çiqas heverokên bên girtin jî hine din tên û li şuna wan dixebitin. Dixwazin partiya me ji nav bibin, lê dîsa jî em ji prensîbên xwe tewîz nadin. Hevserokên me, rêvebirên me, endamên me, şaredarên me girtî ne lê em dîsa bênavber dixebitin. Heger partiyek din bûna dê bihata girtin. Em kongreya xwe li dardixin roja din hevserok û rêvebirên me têne girtin. Çiqas tên girtin ewqas jî kes ên nû tên. Em li dijî zilm û zordariyê li berxwe didin. Li dijî desteserkirin, girtin û ceze kirinan bi sedan dilxwazên DBPê serî li partiyê didin û dixwazin di nava partiyê de cih bigrin û bi xebitin. Ev hêzek mezin dide me. DBP hêza xwe ji vir digire."

    8Ê ADARÊ Û NEWROZ WÊ BIBE DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ'

    Tumer dibêje ku di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê û Newrozê de dê bersiveke xurt were dayîn û pêvajoyek nû ya tekoşinê destpê bike. Tumer wiha dibêje: "Newroz herdem li dijî hemû astengî û qedexeyan bi awayekî xurt hatiye pîrozkirin. Her sal peyamên xurt têne dayîn. Îsal jî peyama Newrozê li dijî şer demokrasî û aşitiyê ye. Wê bê gotin ku gelê Rojhilata Navîn dikare bi hev re bi awayekî aştiyane bijî."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Erziromê 40 kesên ku rêvebirên HDP û DBPê jî di nav de hatin binçavkirin
    Li Farqînê 11 endam û rêvebirên DBPê hatin binçavkirin
    Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Ali Arslan hat girtin
    Hevserokê DBPê Mehmet Ali Arslan li Amedê hate binçavkirin
    Etîketan:
    dilxwaz, Xebat, Sizadan, Desteserkirin, 8ê adarê, Binçavkirin, Girtin, Newroz, siyaset, Spunik Kurdistan, Seher Tumer, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de