06:07 20 Nîsan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Piştî Tirkiyeyê, Îran jî dana vîzeyê bo welatiyên Kurdistanê hêsan dike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Piştî Tirkiyeyê, Hikûmeta Îranê biryar daye ku dana Vîzeya Komara Îslamî ya Îranê bo welatiyên Herêma Kurdistanê hinekî hêsantir bike ku bikarin zûtir Vîzeya Îranê bistînin.

    Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê daxuyaniye weşand ku kopyayeyeke wê ji peyamnêrê Sputnik Kurdistanê re şand.

    Konsulxaneyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku "ji bo alîkariyeke baştir bo geştyar û seyrangeran di dema serdana Îranê dikin de û herwiha bo zêdekirina xizmetkariyên pêwîst di warê wergirtina vîzeya îranî de, Hikûmeta Tehranê biryar daye ku bhayiya vîzeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê bike 38 dolar."

    Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin ji bo wergirtina vîzeya Îranê serdana Konsulxaneyên Îranê li Hewlêr û Silêmaniyê û dê di 390 deqîqeyan de vîzeyê bistînin.

    Li gorî daxuyaniyê de, ew kesên ku li deverên dûr in an jî li derveyî welatî ne, dikarin serdana nivîsgehên taybet ên ji bo wergirtina vîzeyan dixebitin bikin."

    Li ser karê bazirganî û bazirganan jî xuya dike ku ew dikarin ji konsulxaneya Îranê vîzeya sê-mehî heta şeş-mehî wergirin.

    Konsulê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karacayî ragihandibû ku Hikûmeta Enqereyê mekanîzmeyeke nû ji bo dana vîzeya Tirkiyeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê pêk tîne ji bo ku di zû vîzeya Tirkiyeyê wergirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    Rexistina terorîst ji ber referandumê Kurdistan tehdîd kir
    Pêşmerge: Kurdistan pariyeka wisa nîne ku bi hêsanî bê xwarin
    Etîketan:
    Îran, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de