15:44 22 Nîsan 2018
    Operasyona li dijî Efrînê

    Avakarê Partiya Na: Operasyona li ser Efrînê întixara siyasî ye

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Avakarê Partiya Na Tuna Beklevîç operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê întixara weke ‘întixara siyasî' binav kir û got: "Parlementerên AKPê yên li dijî polîtîkaya siyasî ya AKPê dengê xwe dernaxin, mehkûmê girtigeha 'Birdoziya dijminahiya kurd in.' Ew der girtîgeheke şermê ye."

    Avakarê Partiya Na (Hayir Partisi) û berendamê serokomariya Tirkiyeyê Tuna Bekleviç ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivi. Bekleviç diyar kir ku operasyona Efrînê ji bo zêdekirina dengan hatiye destpêkirin.

    ‘OPERASYON DESTPÊKE JI BO DENG DEST PÊ KIR'

    Tuna Bekleviç, "Operasyon destpêkê ji bo deng bigire dest pê kir, piştre xapiyan. Dawiya wê bû sedema windakirina dengan. Di vir de fikra girtina deng jî xwe xapandine e. Di operasyona Efrînê de deng dernakeve, berovajî wê wê de gelekî deng winda bike. Ji bo wê divê Erdogan vê yekê bibîne."

    ‘OPERASYON ÎNTIXARA SIYASÎ YE'

    Bekleviç eşkera kir ku AKPê pirsgirêka kurd hêj zêdetir kûr kiriye, ji vê saetê şûn de ne pêkan e pirsgirêk bê çareserkirin û wiha axivî: "Di heman demê de di aboriyê de valahiyek mezin derket holê û ev întixara siyasî ye. Ez operasyonê wekî întixareke siyasî temaşe dikim."

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî Malên Gel operasyona Efrînê: Aktaş jî di nav de gelek hatin binçavkirin
    Ji bo Efrînê banga civîna lezgîn li NATOyê hat kirin
    Hêzên girêdayî Sûriyeyê li ser sînorê Efrînê bi cih bûne
    Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya
    YPG: Hêzên artêşa Sûriyeyê şûnde venekişayane, komeke din hat Efrînê
    Gelo ji duh û heta îro çi li Efrînê qewimî?
    Etîketan:
    Nêrin, Daxuyanî, Partiya Na, Avakarê Partiya Na, Tuna Bekleviç, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de