17:22 25 Gulan 2018
Ji aliyê sînorê Tirkiyê ve bombardimana Efrînê

Zana: Meseleya Efrînê meseleya kurdayetiyê ye

© REUTERS / Osman Orsal
Nêrîn
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 20

Siyasetmedar, şaredarê berê yê Amedê û nivîskarê Kurd Mehdî Zana mijarên rojevê nirxandin. Zana anî zian ku çareseriya pirsgirêka kurdî ne di destê dewleta Tirkiyeyê de ye, di destê gelê kurd de ye û got, "Mijara Efrînê mijara kurdayetiyê ye û dê Tirkiye nikaribe di van êrîşên xwe de serbikeve. Doza kurdî ye, kes nikare bi kurdan."

Mehdî Zana li pirsên Rûdawê yên derbarê rojevê de bersivand. Zana derbarê operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê de anî ziman, "Meseleya Efrînê mesela Kurdayetiyê ye. Siyaseta li ser berjewendiyên şexsa tune ye, siyaseta dewletan heye. Efrîn girêdayî Sûriyê ye, lê artêşa Tirkiyeyê sînor derbasî dike û diçe li Efrînê dide. Çima Sûriye dengê xwe dernaxe, ji ber mesele Kurdistan e û ew jî ji mesela Kurdayetiyê aciz in û tehmmûla wan ji kurdan re nîne. Divê em wek kurd vê yekê bibînin. Hemû mesele ev e."

Zana bal kişande ser bidestxistina mafê gelê kurdan û got, "Miletê kurd divê berî her tişt azad be, hemwelatiya xwe serbixe û dewleta xwe ava bike û piştî wê kî çi dixwaze bila bike. Çi îdeolojî tê bila bê lê bila Kurdistan bê avakirin. Derdê min û yê milletê kurd ev e."

‘TIRKIYE DÊ NIKARE DI VAN ÊRÎŞÊN XWE DE SERBIKEVE'

Bi ya Zana Tirkiye dê di êrîşên xwe di biser nekeve, "Tirkiye nikare di van êrîşên xwe de serbikeve ji ber doz, doza kurdî ye; welat welatê kurdan e. Bila kes xwe nexapîne. Di vê mijarê de kesên sûdê werdigrin hene. Kesên ji çekan, petrolê û xebatên din kar dikin hene û ew bi vê herêmê dileyizin."

‘DEMA ZILM LI SEROK Û PARLAMENTERÊN KURDAN TÊ KIRIN DIVÊ EM LI WAN XWEDÎ DERKEVIN'

Siyasetmedarê kurd Zana li ser ne-nemzedbûna Selahattin Demirtaş got, "Dema zilm li serok û parlamenterên kurdan tê kirin divê em li wan xwedî derkevin. Heger hûn ji min bipirsin divabû Demîrtaş dîsa bibûya namzed. Ez bawerim niha jî Demîrtaş namzetiya ragihîne gel dê wî hilbijere. Kursî ne girîng in a girîng e peyama gel e. Mînak dema ez salên 80yê ketim zîndanê, gel bi stûyê parêzeran re girt û gotin em dê hevjîna Mehdî Zana (Leyla Zana) bikin serokê şaredariyê. Wateya wê çi bû? Ew peyamek bû û ew peyameke gelek girîng bû."

‘DEMA TIRKIYE DIKEVE TENGASIYÊ DE BEHSA MAFÊ KURDAN DIKE LÊ DEMA XURT DIBE ÎNKAR DIKE'

Zana li ser îhtîmala jinûve destpêkirina pêvajoya çareseriyê got, "Li gor berjewendiyan dibe dîsa pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Herkes li berjewendiyên xwe dinêre, divê em kurd jî li berjewendiyên xwe binêrin. Pêwîst e em ji xwe bipirsin di doza min de çi karî dide me. Dema Tirkiye dikeve tengasiyê de behsa mafê kurdan dike lê dema xurt dibe înkar dike. Gerek em xwe bi doza kurdî bi pêçin. Em kurd nifûsek mezin in tu hêz nikare me. Em ne neyarê tu qewman in, doza me welatê me ye. Ew me dikujin bila me bikujin, bila 5 milyon kurd qurbanî Kurdistanê bibin. Xwîna me dê cilûbergên wan leke bike û paşê ew dê bibêjin çima em wan dikujin û birevin. Em wan nakujin lê emê ji bo welatê xwe bimirin.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

HDP: Divê hemû gelên Tirkiyeyê li hember operasyonan derkevin
Ozçelik: Êrîşên li ser Efrînê li dijî mirovahiyê ye, li dijî hebûna miletê kurd ê mazlûm e
Ozçelik: Kurdistan niha dixwaze meydanê li ber xwe berfirehtir bike
‘Ev hereketeke wiha ye ku dê gelek Demirtaşan derxe'
Etîketan:
Hevpeyvîn, doza kurdî, Daxuyanî, kurd, Mehdî Zana, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de