14:00 24 Nîsan 2018
    Turkish forces are seen near Mount Barsaya, northeast of Afrin, Syria January 22,2018

    ‘Tirkiye piştî têkçûna li Efrînê neçar maye bihaneyekê din ji xwe re bibîne'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 31

    Çavkaniyeke siyasî derbarê operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Tirkiye piştî lihevkirina bi hêzên navneteweyî û herêmî plana xwe ya li ser Efrînê xist meriyetê û li wir rastî berxwedaneke xurt hat û niha Tirkiye neçar maye ku bihaneyekê ji têkçûna xwe re bibîne, dixwaze li Şingalê operasyoneke leşkerî pêk bîne.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson
    © AP Photo / Pablo Martinez Monsivais
    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de bi piştgiriya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) re bi hinceta ewlehiya sînor û zexmbûna PKKê li herêmê operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin. Şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk de diqewimin û heta niha jî Tirkiyeyê ti pêşveçûneke berbiçev bi dest nexistiye, bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin û herwiha bi seden şervan û leşkeran ji herdu aliyan jiyana xwe ji dest daye.

    Derbarê operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, Parlamenterê HDPê Botan ji Sputnikê re ragihand ku bihaneya Tirkiyeyê ya êrişkirina li ser Efrînê ne PKKê ye ku wek hincet nîşan dide, armanca wan statûya kurdan li herêmê ye. Dibêjin, em YPGê dewama PKKê dibînin û em li hemberî wan şer dikin. Ev yek derew e. Bi zelalî dibêjin destûrê nadin ku korîdorekî kurdî li herêmê were avakirin û kurd bibin xwedî statû." Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Ehmed Eskandarî jî diyar kir ku eger Efrîn bikeve, ev serkeftineke mezin e ji bo Tirkiyeyê li dijî PKKê û gelê kurd. Lê Tirkiye dizane ku serkeftina Efrînê û ezmûna demokratîk a li Rojava tê wateya serkeftina PKKê. Ev jî tesîrê li statûya PKKê li Tirkiyeyê dike. Tirkiye hemû serkeftinên kurdan ji bo xwe xeter dibîne.

    ‘TIRKIYE DEMA FAM KIR KU LI EFRÎNÊ BI SER NAKEVE XWEST PLANA MINBICÊ BIXE DEWRÊ'

    Çavkaniyê siyasî derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Tirkiye piştî lihevkirina bi hêzên navneteweyî û herêmî plana xwe ya li ser Efrînê xiste meriyetê û got: "Lê Tirkiye rastî berxwedaneke mezin hat û şikestin xwar. Dema fam kir ku bi hêza xwe û komên tundrew ve nikare bi ser keve, xwest plana Minbîcê têxe dewrê û bi wî awayî hem têkçûna li Efrînê veşêre û hem jî bi kontrolkirina Minbicê bi bikaranîna komên tendurew korîdora di dest artêşa hikûmeta Sûrîyeyê bi dest bixe, Efrînê dorpêş bike û bi wî awayî bifetisîne û kontrol bike.

    ‘TIRKIYE LI EFRÎNÊ TÊKÇÛ JI BO VÊ JÎ BEHSA OPERASYONA LI SER ŞENGALÊ DIKE'

    Çavkaniyê siyasî wiha pê de çû: "Amerîkayê vîzeya Minbîcê neda Tirkiyeyê û ev plan têk çû. Ji ber ku dizane bidawîkirina operasyona li dijî Efrînê tê wateya têkçûnê, niha neçar maye ku bijareyên din bikar bîne. Ji bo wê jî behsa operasyona Şengalê dike. Ji ber ku dizane piştgirîya YPGê ya ji alîyê dewletên rojavayî xurt e, dixwaze bi bahaneya hebûna PKKê wê plane pêk bîne. Eger ev plan bi ser keve, ji ber giringîya jeopolîtîk û jeostratejîk a Şengalê ew ê bibe hêza herî bi bandor li herêmê. Ji bo pêkanîna vê plane dîsa pêwistî bi destûra hêzên navneteweyî û herêmî heye. Eger hola bandorê ya leşkerî û sîyasî ya wan dewletan bête berbiçavkirin, ihtimala pêkanîna vê planê tune ye."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    KNKê ji bo Efrînê biryara xwepêşandana giştî wergirt
    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    ‘Amerîka milîtanan bi helîkopteran neqil dike'
    Operasyona ku bi hezar û 200 leşker û cerdevanî tevlî bibûn bi dawî bû
    Wilson: Kurd di veguherandina Sûriyê de xwediyê rolek mezin in
    Etîketan:
    têkçûn, kurd, YPG, PKK, Sputnik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de