15:05 24 Gulan 2018
    Konsolê Giştî yê Rûsyaya Federal li Herêma Kurdisranê Vîktor Sîmakov

    Vîktor Sîmakov: Me her dem bi hurgilî çavdêriya bûyerên li Herêma Kurdistanê kiriye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Di hevdîtneke de li gel Spûtnîk Kurdistanê Konsulê Giştî yê Rûsyaya Federal li Herêma Kurdistanê Vîktor Sîmakov bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de û dibêje, "em hêvîdar in ku peywendiyên herdû aliyan hêj berfirehtir dibin û tev biyavan wê girin."

    Balyozê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Vîktor Sîmakov peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê wiha dinirixîne:

    ‘RÛSYA YEKEM WELAT E KU DI SALA 2008AN DE LI HERÊMA KURDISTANÊ KOSULXANE VEKIR'

    "Ez dixwazim bibîr bixim ku têkilî û peywendiyên Rûsyayê bi Kurdistanê re kevn in û di serdema 19an de di dema qeyserê rûsî destpê kiriye, dema hin bazirganên rûsî hatine Kurdistanê û haydarî rewş û tîtalên gelê kurd bûn, derbarî wê yekê jî em tu cara ji bîr nakin ku rêberê kurd Mela Mistefa Barzanî pena anî be Yekîtiya Sovyetê li dema ew û hemû gelê kurd ketine di nav hin rojên giran de, li dema avakirina Herêma Kurdistanê weku herêm peywendî di navbera Yekitiya Sovyetan û di piştre Rûsyaya Federal li gel herêmê destpê kirin. Dewleta Rûsyayê yekem welat e ku di sala 2008an de li Herêma Kurdistanê kosulxane vekir.

    ‘EM HER DEM BI HURGILÎ ÇAVDÊRIYA BÛYERÊN HERÊMA KURDISTANÊ DIKIN‘

    Sîmakov diyar kir, "Helbet me her dem bi hurgilî çavdêriya bûyerên Herêma Kurdistanê kiriye û girîngî jî me pê daye, herwiha Serokê Rûsyayê Federal Viladimîr Pûtîn got, ‘Rûsya piştgîrya yekrêziya xaka lraqê dike, lê di hemberê de Rûsya rêz ji mafê serxwebûna hemû gelan digire her wekî çawa di bernameya Netewên Yekbûyî (NY) de hatiye' û her dem Rûsyaya Fedral daxwaz ji Hikûmeta lraqê kiriye ku arîşeyên li gel Herêma Kurdistanê li gor destûra welat çareser bike. Piştî bûyerên 16 cotmehê de em ji Bexda û Hewlêrê dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û em bawerin ku her dû gelên kurd û ereb bo dema çendîn sedsalan bi hev re li vê deverê dijîn, dikarin çareseriya pirsgirêkên xwe bi rêya gotûbêjan bikin ji ber ku tenê ew rêya çareseriyê ye.

    ‘LI RÛSYAYÊ NÊZÎ ÇARSED HEZAr KURD HENE Û RÛSYA HER SAL 35 KURSIYÊN XWENDINÊ BO XWENDEKARÊN KURD DABÎN DIKE'

    Sîmakov: "Li Rûsyayê de nêzî 400 hezar kurd hene, herwiha her sal welatê Rûsyayê 35 kursiyên xwendinê bo xwendevanên kurd di zanîngehên Rûsyayê de dabîn dike."

    ‘KOMPANYIYÊN RÛSÎ BI AWAYEKÎ ASAYÎ LI HERÊMA KURDISTANÊ KAR DIKIN'

    Konsulê Giştî yê Rûsyayê, "Kompaniyên Rûsya her çawa berî wan bûyeran kar dikir, herwiha niha jî karê xwe bi şêweyekî asayî dikin, bo nimûne kompanya Gazprom a rûsî bo dema bêtir ji çar salên kar li Herêma Kurdistanê dike û li dema êrişên DAIŞê bo ser xaka Herêma Kurdistanê, dest karê xwe berneda û liser karê xwe berdewambu. Derbarê ku çekdarên DAIŞê nêzî cihê karê kompaniyê bûn bi dûrahiya 40 k.m. ew di demekî hemû kompanyên din ji ber êrişên DAIŞê xaka kurdistanê bicih hêla, ta niha jî li ser karê xwe berdewam e û em niha çaverê ne ku kompaniyeke din a mezin a rûsî dikin. Ew jî kompaniya Roznefte ku bê û li Herêma Kurdistanê kar bike û ez bawer im ku peywendiya aborî ya Herêma Kurdistanê û Rûsyayê ne tenê di warê neft û xazê de be, wê berfirehtir bibe, ji ber ku wiha biryar e hejmareke din a kompaniyên rûsî werin Kurdistanê û kar bikin, weku avakirina benzînxana û kargehên biçûk û avakirin û nûjenkirina hotêla li herêmê ji ber wê yekê em wiha bawerin biyaveke berfireh heye bo karkirina hevbeş."

    ‘BI RAYA ME ÇARESERIYA PIRSGRÊKAN DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ BI AŞTÎ Û DANÛSTENDIN DIVÊ ÇARESER BIBIN'

    Kunslê giştî yê Rûsya li ser pirsa ‘gelo di warê lihevnêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê roleke dîplomasiya Rûsyayê heye?' wiha axivî: "Helwesta Rûsya zelal û eşkere ye û her dema em li gel berpirsên Bexdayê diaxvîn, em teqez li ser çareseriya pirsgrêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin bi rêya aştî û danûstendinan."

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
    Li nava kurdan sembola roja evîndaran: Sêva Mêxekrêj
    Peskov: Di dest Kremlînê de derbarê hejmara miriyan de ti agahî tune ye
    Îranê bersiva Amerîkayê da: Hebûna me li Sûriyeyê meşrû ye
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û kurdan, Vîktor Sîmakov, Bexda, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de