06:33 19 Sibat 2018
Zindî
    PKK-Qendil

    ‘Amerîka ji bo rageşiya li ser YPGê kêm bike dibe li dijî PKKê bi Tirkiye hevkariyê bike'

    © AP Photo/
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat îdiakirin ku Tirkiye amadekariyên operasyona li dijî baregehên PKKê yên li Şengalê pêk bîne, dike. Iraq jî beranberî destûra operasyonê bide Enqereyê, daxwaz dike ku leşkerên ji Başîqayê vekişîne. Hat diyarkirin ku Amerîkayê jî rageşiya li ser YPGê bide rawestandin, parvekirinên agahiyên îstîxbaratî bi Tirkiyeyê re qebûl dike.

    Hat îdiakirin ku Tirkiye bi hikûmeta Iraqê re li ser operasyona li dijî baregehên PKKê yên li Şengalê hevdîtinan pêk tîne. Li gorî îdiayê hikûmeta Iraqê beremberî destûra operasyonê ji Tirkiyeyê daxwaz dike kû leşkerên xwe ji Başîqayê vekişîne. Amerîka jî eger Iraq destûra operasyonê bide, dê agahiyên îstîxbaratî bi Tirkiyeyê re parve bike û bi vê rêyê jî rageşiya li ser YPGê ku Tirkiye dibêje YPG şaxakî ji PKKê bide rawestandin.

    Li gorî nûçeya Amberin Zaman ku li Amerîkayê dijî ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên pêbawer hişyar dikin ku operasyona Tirkiyeyê li dijî PKKê ya li Herêma Kurdistanê rîskekî mezin bi xwe re tîne. Heman çavkaniyan eşkere kirin ku Tirkiye ji bo operasyona li dijî PKKê li Şengalê bi Bexdayê re hevdîtinan dike. Herwiha endamên PKKê ji beregehên xwe yên li ser sînorê Iraq û Îranê derbasî Sûriyeyê dibin. Iraq beranberî destûra operasyonê, ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku leşkerên xwe ji Başîqayê derxe. Hate eşkerekirin kin ku PKK jî li dijî vê operasyonê amadekariyan daye destpêkirin û xeta parastinê ava dikin.

    Çavkaniyan destnîşan kir ku Amerîka ji dixwaze ku PKK ji Şengalê derkeve û eger Bexda destûra operasyonê bide, dê agahiyên îstîxbaratî bi Tirkiyeyê re parve bike. Herwiha Washington jî bi vê yekê dixwaze rageşiya li ser YPGê kêm bike.

    Herwiha Amberin Zaman da zanîn ku Hikûkmeta Herêma Kurdistanê heta demekê nêz jî piştgiriya operasyonekî wiha dikir, lê ji îro şûn de ne mûmkine ku piştgiriya vê operasyonê bike.

    Bi heman mijarî:

    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Leşker jî di nav kuştî û birîndar hene
    PKK: Me operasyona artêşa tirk a Sîdekanê şikand
    Kêlên mezelên PKK û YPGiyan hatin guherandin
    Çavuşoglu: Ji bo pêvajoya aştiyê, divê PKK dest ji çekan berde
    Etîketan:
    operasyon, PKK, YPG, Amberin Zaman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de