08:29 20 Sibat 2018
Zindî
    Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd

    Berdevkê YPGê ji Sputnikê re axivî: Tirkiye bi çekên NATOyê êrişî me dike

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (351)
    0 30

    Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd Ragihand ku Tirkiye bi çekên NATOyê êrîşî Efrînê dike û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Îro li Efrînê şerekî bêexleq pêk tê. Divê cîhan xwedî li gelê ku li dijî DAIŞê şer kirin, derkeve.

    Hikmet Durgun

    Mehmûdî diyar kir ku êrîş li dijî Efrînê berdewam dikin û got: "Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên El Nusrayê, ASAyê bi xurtî êrîşî Efrînê dikin. Bombebaran dikin. Tirkiye li Efrînê çekên NATOyê bi kar tîne. Balafirên leşkerî yên Tirkiyeyê herêmên Efrînê bombebaran dikin. Di êrîşên li ser Efrînê de, ne tenê Amerîka lê tevahiya cîhanê bêdeng e. Amerîka û Rûsya di nav de, gelek dewlet bêdeng in. Diviyabû ev dewlet li gel Bakurê Sûriyeyê bûna. Divê wan helwesteke wiha nîşan bida ku ji bo istîqrara Sûriyeyê bûya."

    "DAXUYANIYÊN AMERÎKAYÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ RANEWESTANDIN"

    Berdevkê YPGê got ku ji dewletên cîhanê helwesta pêwîst, nehatiye dan û wiha dewam kir: "Amerîka heta niha li dijî DAIŞê têkoşiya. Amerîkayê gelek caran bi daxuyaniyên xwe li dijî êrîşên li ser Efrînê derket lê van daxuyaniyan nekarî êrîşên Tirkiyeyê rawestînin. Dinya bêdeng e. Hinek berjewendiyên wan hene ku em jî fêm najin."

    "SÛRIYE SÎNORÊN XWE NAPARÊZE"

    Li ser helwesta hikûmeta Sûriyeyê jî Mehmûd got: "Êrîşên li ser Efrînê dikevin hefteya 4emîn. Bi balafir û çekên giran êrîş dikin. Heta niha rejîma Sûriyeyê dengê xwe nekiriye û cîhanê jî helwesta rast û xwestî nedaye. Civaka navdewletî bertek û helwest nîşan dan lê dewletan ew tişt nekir. Careke din hat dîtin ku rejîm ne di wê hêzê de ye ku Efrînê biparêze. Lewra xwedî li parastina mafê Efrînê dernakeve. Rê li ber Tirkiyeyê nagire ku balafiran bi kar neyêne. Derbasbûna terorîsên navdewletî bo Efrînê asteng nake. Sûriye sînorên xwe naparêze. Ew hêza rejîmê tine."

    "CIVÎNÊN ME YÊN FERMÎ BI REJÎMÊ RE ÇÊNEBÛNE"

    Berdevkê YPGê diyar kir ku haya wî jê tine bê danûstendin di navnera YPG û rejîmê de hene yan na û got: Lê em dibêjin eger rejîm xwe xwediyê Sûriyeyê dibîne, divê qada hewayî li ber Tirkiyeyê bigire û berpirsyara xwe ya parastina sînorên Efrînê pêk bîne. Hîn jî civîneke fermî di navbera me û rejîmê de çênebûye."

    "EFRÎN JI HEMÛ DIYALOGAN RE AMADE YE"

    Mehmûdî teqez kir ku YPG çekên Amerîkayê dane wan, li Efrînê bi kar neyênin û got: "Ew çekên em li Efrînê bi kar tînin ew çekin ên ji bazaran reş peyda kirine. Ew çekên ku Tirkiyeyê li Idlib, Bab, Cerablus û Ezazê dabûn  çeteyan, em ji wan dikirin. Em ji bazirganên bazara reş dikirin. Îro jî em bi wan çekên ku me ji bazara reş kirîne, li dijî Tirkiyeyê Efrînê diparêzin. Ji bo alîkarî û parastina Efrînê, heta niha ti alîkariyeke berbiçav ji me re nehatiye. Tirkiye û komên pê re li dijî zarok û jinên Efrînê pêk tîne. Ji bo sivîlan jî ti alîkarî nehat. Sivîl tên kuştin û Tirkiye û çeteyên wê jî ji kampa Atmeyê Efrînê bombebaran dike. Tirkiye cîhanê dixapîne. Piştî Rûsyayê rê li ber wan vekir, wan êrîşî Efrînî kir. Divê hiqûqa cîhanê êrîşên li ser Efrînê rawestîne. Cîhan rê dide van, ew (Tirkiye-ASA) jî êrîşî me dikin. Efrîn ji bo hemû diylaogan amade ye."

    "ROKETÊN LI REYHANLIYÊ DIKEVIN JI NAVA TIRKIYEYÊ TÊN AVÊTIN"

    Fermandarê YPGê li ser îdîayên ku YPGê roketan diavêje Reyhanli û Kilîsê jî axift û got ku ew roket ji hundirê Tirkiyeyê ve tên avêtin û wiha dewam kir: "Gava Erdogan, wezîr û rayedarên wî yên leşkerî serdana Odeya Operasyonanan dikin, ti roket li wir nakeve. Lê çawa ew ji wir diçin, ew tên avêtin. Şerekî bêexlaq heye. Çeteyên(ASA) ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li Efrînê zarokan dişewitîne, jinan dikuje. Wan êşkence li cesedê şervana YPJê kir. Tirkiye û çeteyên wê ji bo ku vê qirêjê veşêrin, bêbextiya li me dikin. Her kes exlaqê me yê şerî dizane.

    Di dawiyê de Mehmûdî got ku zarokên Efrînê, jin û gelên wê Bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer kir. Enqere, Tehran, Moskow, Washingon, Almanya û gelek deverên din ji DAIŞê parastin. DAIŞê li Reqayê xelîfetiya xwe ragihand û gelek êrişên hovane pêk anî. Zarokên Efrînê cara ewil DAIŞê li Kobaneyê dan rawestandin û li Reqayê jî qira wan anîtin. Li Dêra Zorê jî berbi dawîyê ve birin û cîhanê parastin. Divê kurd, tirk, ermen, rûs, ewropî, mesîhî û hemû kes îro zarokên Efrînê biparêzin. Îro li Efrînê şerekî bêexleq pêk tê. Divê cîhan xwedî li gelê ku li dijî DAIŞê şer kirin, derkeve.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (351)
    Etîketan:
    ASA, YPG, NATO, Nûrî Mehmûd, Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de