09:12 24 Sibat 2018
Zindî
    Kongreya 3yemîn a HDPê - Enqere

    ‘Ev hereketeke wiha ye ku dê gelek Demirtaşan derxe'

    © Foto: HDP - Navenda Giştî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 32

    Rojnameger Huseyin Aykol ragihand, ji ber ku hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş girtî ye, pêwistiya partiyê bi kesên ku di qadê de bi awayekî fiîlî bixebitin heye, lewra hewcedarî bi hilbijartineke wiha hebû. Hilbijartina Buldan û Temelli hilbijartineke rast e û lê zêde kir, "ev hereketeke wiha ye ku dê gelek Demirtaşan derxe."

    Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli
    Navenda giştî ya HDPê
    Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11ê Sibatê de li bajarê Enqereyê kongreya xwe yê 3mîn a asayî li dar xistibû û di dengdanê de ji hezar 109 delegeyan 837an dengê xwe bikar anîn û bi 823 dengan Pervîn Buldan û Sezaî Temellî wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin. Rojnamegerê kurd Huseyin Aykol ku HDPê ji nêz ve dişopîne, hilbijartina hevserokên nû yên HDPê ji Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Bi raya Aykol Buldan û Temelli du siyasetmedarên xwedan tecrûbe ne û hilbijartina wan biryareke rast e.

    ‘BULDAN Û TEMELLI DU SIYASETMEDARÊN XWEDAN TECRÛBE NE'

    Aykol derbarê hilbijartina hevserokatiya Buldan û Temelli bo HDPê wiha axivî:

    "Pervin Buldan ev 3 serdem in ku parlementeriyê dike, di şandeya Îmraliyê de hebû, di parlemenê de cîgiriya serokartiya parlementoyê kiriye, danişînên parlementoyê bi rê ve birine, kesayeteke xwedan tecrûbe ye lewra hilbijartinike rast e. Buldan di xebatên HDPê de, di têkiliyên HDPê û partiyên din de xebatên karîger kirine, partî jî û gel jî jê hez dike, bi ser de jî di vê oxirê de hevjînê xwe di faîlî mechulekê de wenda kiriye, ji ber van hemû yekan hilbijartina Buldan biryareke rast û dirist e. Asoxîn hilbijartina Pervîn Buldan deng da, gel jê hezkir, qedr û qîmet dît."

    Huseyin Aykol, "HDP partiyeke ku bi alî û derdoran re siyasî re hevkarî û tifaq kiriye, partiya hevkarî û tifaqan e. Ji van alî û deroran ji kesan teklîf hat hat dayîn. Di vî warî de bo vê wezîfeyê navê Sezai Temelli derket pêş. Temelli jî kesekî ku partî jê hez dike û girîngiyê didiyê, herwiha Temelli serdemek berê parlementerî jî kiriye ji xwe. Siyasetmedarekî xwedî tecrûbe ye."

    ‘PÊWISTIYA HDPÊ BI KESÊN KU LI QADÊ XEBATAN BIMEŞÎNIN HEYE, LEWRA HEWCEDARÎ BI HILBIJARTNEKE WIHA HEBÛ'

    Aykol bal kişand ser operasyon û destserkirinên li ser partiyê û got, "Van demên dawiyê gelek zext û zor li ser HDPê hene. Ji ber ku Demirtaş girtî ye, pêwistiya HDPê bi kesên ku di qadê de bi awayekî fiîlî bixebitin heye, lewra hewcedarî bi hilbijartineke wiha hebû."

    ‘EV HEREKETEKE WIHA YE KU DÊ GELEK DEMIRTAŞAN DERXE'

    Rojnameger Aykol di berdewamiya nirxandinên xwe de got, "Bi ya min bi Buldan re dê dînamîzmek were partiye. HDPê ne weke partiyên din e ku bi kesekî ve girêdayî be. Li şûna Buldan û Temelli du kesên din jî bihata hilbijartin dê zehmetî ne kişandiba. Di diyarkirina berendamên hevserokatiya HDPê anket nayên kirin bes di konferans û civînên partiyê de lêpirsîn û lêkolîn hatin kirin. Niha navên van her du kes derketin pêş û hatin bikar tin lê ev hereketeke wiha ye ku dê gelek Selahattin Demirtaşan derxe."

    Aykol wisa reng da axaftina xwe: "Niha operasyonek li ser Efrînê heye, ne diyar e bê dê Tirkiye çi bike; dê li wir bimînin dê vegerin ne diyar e. Bi ya min herî girîng ew e HDP vî şerî rawestîne û Tirkiyeyeke aram saz bike. HDP bi awayekî dê hewil bide vî şerî rawestîne."

    ‘HDPÊ DÊ HEWIL BIDE ŞER RAWESTE Û BI ENIYA AŞTIYÊ RE TIFAQÊ BIKE'

    Aykol li ser îhtîmala tifaqan di hilbijartinan de nêrinên xwe anîne ziman: "HDP di hilbijartinên pêş de partiyeke ku dê bandora xwe li encamdanê bike, bi awayekî dikarim bibêjim ku HDPê di hilbijartinan de mifteyek e. Ez nabjim dê bi vê partiyê re tifaqê bike, bi wê partiyê re li hev bike lê ez dikarim bibêjim ku HDPê partiyeke karîger û girîng e di hilbijartinên pêş de. Wekî gotina dawî dikarim destnîşan bikim ku HDPê dê bi eniya aştiyê re tifaqê bike, lewra ji hemû tiştî zêdetir pêwistiya aştî û aramiyê heye."

    ‘EM DÊ LI SER RÊÇA DEMIRTAŞ Û YUKSEKDAG BIN'

    Ji hêla din ve hevseroka nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ji RS FMê bi Yavuz Oghanî re li ser kongreyê axivî. Buldan bersiva pirsa "Nisbetî serdema berê wê di polîtîkaya partiyê de dê tu guhertin çêbibin?" wisa da: "HDP partiyeke 5 salî ye, 5 salên bihûrî me çi polîtîka meşandibin em ê ji îro û pê de jî polîtîkayeke nêzî wê bimeşînin. HDP doh çi difikirî, îro jî dê heman tiştan bifikire û bike. Bila kes ji me hêviya guhertinên mezin neke. Em dibêjin pêwistiya Tirkiyeyê dad û demokrasî ye. Demirtaş û Yuksekdag ji bo aştî û demokrasiyê gelek hewil dan. Me ji Yuksekdag û Demirtaş ev wezîfe dewr stend. Em dê li ser rêça wan bin."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo parlamentera HDPê 25 sal ceze tê xwestin
    HDPê biryara xwe da: Buldan û Temellî bûn hevserokên partiyê
    Ji Demirtaş bo kongreya HDPê: Dem dema dayîna peyama yekrêziyê ye
    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!
    HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye
    Li Sêrtê û Batmanê siyasetmedar û rêveberên HDP û BDPê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Hewildana Rawestandina Şer, Xebatên Hilbijartinê, hevserokatî, kongre, hilbijartin, Spûtnîk Kurdistan, Huseyin Akyol, Pervin Buldan, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de