20:03 21 Sibat 2018
Zindî
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    Şervan Derwîş naveroka serdana fermandarê amerîkî bo Minbicê ji Sputnikê re ragihand

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (370)
    0 10

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku serdana fermandarê amerîkî bo Minbicê peyamek bû ku hevkariya me dê dewam bike û ji me re gotin ku dê wan kesên Reqa rizgar kiriye biparêzin. Derwîş diyar kir ku Minbic ne ewqas girîng e lê Tirkiye ji bo zîndîkirina DAIŞê dixwaze Minbicê kontrol bike.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê eşkere kiribû ku operasyona wan ê leşkerî heta Minbicê berdewam bike û ji hêzên Amerîkayê daxwaz kiribû ku ji Minbicê vekişin. Demek berê Fermandarê hevpeymana dijî DAIŞê yê Amerîka Paul E. Funk serdana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kiribû û diyar kiribû ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Minbicê dewam bike û gotibû ku hevkariya wan yê HSDê li herêmê dewam bike û teqez ji Minbicê venakişin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku li hemberî gefên Tirkiyeyê amadekariyên parastinê dewam dikin û hevkariya wan ya bi koalîsyonê re jî dewam dike.

    ‘SERDANA FERMANDARÊ AMERÎKÎ PEYAMEKÎ BÛ KU HEVKARIYA ME DEWAM BIKE'

    Derwîş wiha dewam kir: "Ev demeke ku me Minbicê ji rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kiriye û hevkariya me û koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike jî dewam dikin. Niha di ware perwerdehiya leşkerî de em ji aliyê koalîsyonê ve tên perwerdekirin. Ji xwe hêzên koalîsyonê niha li Minbicê hene. Taybetmendiya wê serdanê, hemleya operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê bû. Hevdîtinên me yên bi koalîsyona navdewletî re berdewam in û zexmtir jî dibe. Piştgiriya wan ya ji bo Minbicê di hemleyên rizgarkirina Tebqa, him Reqa û Dêra Zorê de çawa bû dê ji bo Minbicê jî berdewam dike. Serdana fermandarê amerîkî Paul E. Funk bi eşkere bû û ne tiştekî veşartî bû. Ev jî ji xwe peymakî bû ku hevkariya me ya li Minbicê dê berdewam bike."

    ‘BIRYARA ME YA DERBARÊ ÊRIŞA TIRKIYEYÊ LI DIJÎ MINBICÊ ZELAL E'

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser gefên Tirkiyeyê ku dibêje em ê operasyona ku me li dijî Efrînê da destpêkirin, dê heta Minbicê berdewam bike de axivî û diyar kir ku, "Em divê derbarê de bi awayekî vekirî bibêjin ku em hêzekî parastinê ne. Me bajarê Minbicê tevî milet rizgar kiriye. Niha amadekariyên hêza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da ku em bikarin bajêr li hember wan tehdîdan biparêzên ji destpêka rizgarkirinê heta niha berdewam in. Me çeperên xwe yên ji aliyê Tirkiyeyê ve xurttir kirine, me hêzên xwe yên leşkerî xistine tevgerê. Eger Tirkiye êrişî Minbicê bike, biryara me ji xwe vekiriye. Ji bilî parastinê ti biryarekî din ya me tine ye. Em ê li hemberî her êrişekî bajarê xwe biparêzin. Bi kurtasî em bibêjin ku amadekariyên me yên ji bo parastina Minbicê li hemberî her êrişekî dewam dikin. Niha hêzên koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, li ser xeta cephyê hene. Baregehên leşkerî yên koalîsyonê li ser xeta cepheye hene. Xebatên me yên parastinê bi hev re dewam dike."

    Efrîn - operasyona Tirkiyê
    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    ‘KOALÎSYONÊ GOT KU KESÊN REQAYÊ RIZGAR KIRINE EM Ê WAN BIPARÊZIN'

    Li ser pirsa gelo êrişekî bi ser we de çêbibe Amerîka sozê daye ku we biparêze Derwîş got: "Ez nikarim ji devsa Amerîka û koalîsyonê ve bersivê vê yekê bidim. Lê ji bo hêzên me biryar e ku em ê parastina xwe bikin. Ew biryara wan e ku piştgiriya me bikin an ne, lê em ê bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin. Di vê mijarî de xebatên me yên hevpar hene. Lê alîkariya me bikin an nekin, berpirsyariya wan e. Di serdana wan ya dawî de ji mere bi xwe gotin ku kesên Reqayê rizgar kirine em ê parastina wan bi xwe bikin. Wan eşker helwesta xwe diyar kirin ku li Minbicê piştgiriya me bikin. Vê yekê li ser xeta cepheye ji rayagiştî re eşkere kirin."

    ‘TIRKIYE BI RENGEKÎ DIN DIXWAZE DAIŞê ZINDÎ BIKE'

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser mijara gelo girîngiya Minbicê çî ye? ku Tirkiye û Amerîka li ser vê disekinin de axivî û wiha pê de çû: "Em vê yekê bi vekirî bibêjin ku piştî têkçûna DAIŞê û ku ber bi dawîkirinê ve diçe, Tirkiye bi rengekî din DAIŞê ava bike. Ev kesên ku bi Tirkiyeyê re êrişî Efrînê dikin ango li ser xeta parastina Minbicê hatine bicihkirin ji aliyê dewleta Tikriyeyê ve hemû endamên Ahrar û Şamê ne. Ev jî li kêleka El Nusra û DAIŞê ne ye û ji heman zihniyete ye."

    ‘MINBIC NE EWQAS GIRÎNG E LÊ JI BO ZINDÎKIRINA DAIŞê TIRKIYE DIXWAZE BIKAR BÎNE'

    Derwîş wiha pê de çû: "Minbic ne ewqas girîng e gef lê tên xwarin, ji bo projeya Tirkiyeyê ku dixwaze DAIŞê ji nû ve zindî bike û cîhadîstan li dor xwe kom bike û ji bo li ser wan planan bimeşîne, ji bo Tirkiyeyê Minbic girîng e. Wekê din Minbic niha aram e û jiyana asayî lê heye. Lê ew dixwazin bi rengekî din DAIŞê zindî bike. Tirkiye dixwaze wan komên cîhadîst ên ku xetereya wan ne kêmê DAIŞê ye li herêmê dora xwe kom bike. Bi awayekî zelal em dikarin bibêjin ku Tirkiye bi rengekî din dixwaze DAIŞê zindî bike, ji ber vê yekê jî êrişî Efrînê kirin, gefên li dijî Minbicê jî tê wateya heman tiştî ku dixwazin DAIŞê dîsa zindî bikin."

    Şerwan Derwîş da zanîn derbarê mijara Minbicê de ti têkiliyê wan bi awayekî fermî hikûmeta Sûriyeyê re tine ye. Wek Meclîsa Leşkerîya Minbicê ti têkiliyê wan bi hikûmeta Sûriyeyê re tine ye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (370)

    Bi heman mijarî:

    Bahçeli: Em ê 5 qatê Vîetnamê bînin serê Amerîkayê
    Serokê Bizutneweyî Îslamî: Divê kurd hêviya dilovaniyê ji dijminê xwe nekin
    Li Idlibê wesayîta bombebarkirî hat teqandin: 9 mirî, 14 birîndar
    Fermandarê Giştî yê YPGê: Bila Artêşa Sûriyê Efrînê ji êrîşên Tirkiyê biparêze
    YPGê bangî cerdevanên dibe ku beşdarî şerê Efrînê bibin kir
    Etîketan:
    operasyon, Sputnik, Şerwan Derwîş, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de