11:22 19 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    YPGê bangî cerdevanên dibe ku beşdarî şerê Efrînê bibin kir

    © Foto: AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (343)
    0 40

    Berdevkê YPGê Rojhat Roj li ser rewşa dawî ya şerê Efrînê ragihand ku şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe dewam dikin û heta niha pêşveçûneke Artêşa Tirkiyeyê tine ye. Herwiha Roj bangî cerdevanên ku dibe beşdarî şerê Efrînê bibin kir û got: "Çawa cenazeyên leşkerên tirk vedigerin Enqere û Stenbolê yên wan jî dê wisa vegerin.

    Îro rojnameya Haberturkê ku li Tirkiyeyê weşanê dike ragihandibû ku fermandarên cendirme yên navçe û bajarên wek Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê, cerdevanan bibin operasyona li dijî Efrînê dest bi xebatan kirine û li gor rojnameyê agahiyan wê ji nava cerdevanan ên xwebexş hilbijêrin. Berdevkê YPGê yê Efrînê Rojhat Roj derbarê mijarê de û rewşa dawî ya şerê Efrînê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku, "Em bangî cerdevanan dikin ku tevlî vê şerê nebin, ev cerdevanên li dijî gelê xwe şer bikin, dê cenazeyên wan jî wek leşkeran vegerin."

    ‘ARTÊŞA NATOyê YA SEREKE LI HEMBERÎ ŞERVANÊN YPGê DERBEYÊN GIRAN DIXWIN'

    Rojhat Roj destnîşan kir ku şerê li dijî Efrînê bi hemû dijwariya xwe dewam dike û got: "Ev 23 rojên hewlên Artêşa Tirkiyeyê ya ketina Efrînê dewam dike. Di ware leşkerî û şer de Artêşa herî sereke ya NATOyê li hemberî şervanên YPGê derbeyên giran di şerê Efrînê de dixwin. Bi taybet li navçeyên Raco û Bilbilê me du helîkopterên Tirkiye yek ji cureya Kobrayê ya din jî ji cureya Atakê xist û gelek windahiyên wan di wir de çêbûn. Şervanên me çalakî li dijî baregeha leşkerî ya li bajarê Ezazê pêk anîn. Di encamên de jî baregeh hat îmhakirin. Hedefgirtina wê baregehê ew bû ku wek bersivdayîna şervanê me bû."

    ‘HETA NIHA 150 WINDAHIYÊN ME HENE'

    Berdevkê YPGê yê Efrînê wiha pê de çû: "Niha balafirên şer, balafirên keşfê hertim li ser Efrînê digerin û him çeperên YPGê û cihên sivîlan bi dijwarî bombebaran dikin, ji aliyê din ve topxanyên tirk bi obusan tankan topbaran dikin. Beranberî vê yekê jî şervanên YPGê berxwedanekî bêhempa nîşan didin. Belê raste şehidên me û birîndarên me jî hene. Lê hejmara ku ew didin ne rast in. Heta niha 150 şehîdên me hene, nêzî 400î sivîl hatine kuştin. Ji xwe em roj bi roj ji rayagiştiya cîhanê re van haydariyan radigihînin."

    ‘SERDANA AKAR NAYÊ WATEYE SERKEFTIN BI DEST XISTINE'

    Berdevkê YPGê li ser serdana Serfermandarê Artêşa Tirkiye ya ji bo eniya şer jî axivî û ragihand ku ev yek nayê wateya ku serkeftinekî û pêşketinekî bi dest xistine û wiha pê de çû: "Niha herêmên ku şer lê diqewimin nêzî sînor in. Kîlometroyekî jî nîn e di navbera navçeya Bilbilê û sînor de tine ne. Gelek deverên ku şer lê diqewimin wiha ne. Niha Artêşa Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe bi komên hevalbendê wan ve êrişî Efrînê dike. Lê ev serdan nayê wateya ku destkeftiyên pir mezin bi dest xistin, me li Efrînê gelek pêş çûn. Dixwazin ji rayagiştiya Tirkiyeyê bibêjin em li Efrînê pêş de çûne."

    ‘EM BANGÎ CERDEVANAN DIKIN KU TEVLÎ VÊ ŞERÎ NEBIN'

    Îro çapameniya Tirkiyeyê ragihandibû ku cerdevanên kurd jî dê beşdarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bibin. Li ser vê mijarê Berdevkê YPGê yê li Efrînê Rojhat Roj got: "Ev cerdevanên ku li dijî gelê xwe şer dikin; çi li Tirkiyeyê, çi li rojhilatê Kurdistan, çi li başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dê tinekirina wan jî wekî leşkerên Tirkiyeyê û komên bi wan re girêdayî bin. Çawa cenazeyên leşkerên wan, çekdarên girêdayên wan vedigerin Enqereyê, vedigerin Stenbolê û deverên din dê yên wan jî wisa vegere. Em bangî cerdevanan jî dikin, bila tevlî vê şerî nebin. Eger tevlî bibin dê ew jî wek leşkerên dewletê bên kuştin."

    'GELEK ŞERVAN BI RÊYÊN CUDA CUDA BEŞDARÎ ŞERÊ EFRÎNÊ DIBIN'

    Rojhat Roj li ser îdiaya ajansa Reutersê ku gotibû hikûmeta Sûriyeyê ne rasterast piştgiriyê dide YPGê jî destnîşan kir ku, "Niha hemû gelê Efrînê li cih û warên xwe ne. Raste gel ji herêmên şer hatine nav bajêr û derdorê. Ew îdiayên ku rê li ber şervanna vedikin da ku bên Efrînê ne rast in. Ti alîkarî nîn e ku em li vê derê distînin. Dema dorpêçiya DAIŞê ya li ser Kobanê bînin bîra xwe ku li wir berxwedaniyekî bêhempa hat dayîn. Li wir gelek civanên me, şervanên me hatin beşdarî şer bûn. Niha jî gelek şervan bi rêyên cuda cuda xwe digihînin Efrînê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (343)

    Bi heman mijarî:

    Mijarên di rojeva Tillerson de 'Efrîn û mafê mirovan e'
    Yaşar Okuyan bo Bahçeli: Tu hîn newêre li balafirê siwar bibe
    Tirkiye: An têkiliyên me yên bi Amerîkayê re baş bibin an jî bi temamî xirab bibe
    YPG: Tirkiye piştî derbeyên giran dixwaze planên nû pêk bîne
    Nûnerê Pûtîn derbarê îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li Idlibê axivî
    Etîketan:
    operasyon, cerdevan, YPG, Sputnik, Rojhat Roj, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de