07:43 24 Nîsan 2018
    Artêşa Tirkiyê - Operasyona Efrînê

    'Bihaneya Tirkiyeyê ku êrişî Efrînê kir ne PKKê ye'

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 20

    Parlamenterê HDPê Botan ragihand ku bihaneya Tirkiyeyê ya êrişkirina li ser Efrînê ne PKKê ye ku wek hincet nîşan dide, armanca wan statûya kurdan li herêmê ye. Dibêjin, em YPGê dewama PKKê dibînin û em li hemberî wan şer dikin. Ev yek derew e. Bi zelalî dibêjin destûrê nadin ku korîdorekî kurdî li herêmê were avakirin û kurd bibin xwedî statû."

    Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ku di 20ê Rêbendanê de dabû destpêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Herwiha di şerê li dijî Efrînê de heta niha bi 100an sivîl hatine kuştin û ji her dua liyan jî gelek windahî çêbûn. Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan li ser operasyona Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û destnîşan kir ku armanca operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, ne tehdîd ên li dijî Tirkiyeyê ne, armanc statûya kurdan û avakirina korîdorekî kurdî ye.

    ‘GELÊ KURD MEXDÛRÊ NETEWDEWLETÊ YE'

    Parlamenterê bajarê Wanê yê HDPê Lezgîn Botan diyar kir ku kurd mexdurê netewdewletê ye û got: "Em wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne tenê mafê gelê kurdan, mafê hemû kesên bindest û kêmnetewan diparêzên. Esasa me yên bingehîn ev e. Kurd niha li Rojhilata Navîn dixwazin netewa demokratîk ava bikin, civaka demokratîk û şaristaniya demokratîk ava bikin. Ev 150-200 salên dawî dewlet li ser esasa yekena tên avakirin; yek dewlet, yek netew, yek ziman û yek etnîsîte tên avakirin. Lê li ti derê cîhanê ti nikarî dewletekî ku hemû ji yekê pêk hatibe avakirin bibînî. Ev yek jî bi xwe re êş, elem, azarê dikşîne, gelek qetlîam pêk hatin. Ev pirsgirek di hemû ware civakî de xwe dide nîşandan. Ji ber vê yekê em civaka demokrasî diparêzên. Gelê kurd jî mexdûrê vê pergala netewdewletê ye."

    ‘BI ZELALÎ DIBÊJIN EM DESTÛRÊ NADIN KU KURD LI HERÊMÊ STATÛ BI DEST BIXIN'

    Botan li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê da zanîn ku bihaneya Tirkiyeyê ne PKKê ku wek hincet dide nîşanda, armanca wan statûya kurdan li herêmê ye û wiha pê de çû: "Dibêjin em YPGê dewama PKKê dibînin û PKK jî rêxistinekî terorîst e û em li hemberî wan şer dikin. Ev yek derew e. Ji xwe bi zelalî dibêjin em destûrê nadin ku korîdorekî kurdî li herêmê were awakirin. Bi zelalî dibêjin em naxwazin ku kurd statûyekî bi dest bixe. Dibêjin eger kurdên li herêmê satûyekî bi dest bixin, li Tirkiyeyê 25-30 milyon kurd hene ku pirsgireka me naxwazin çareser bikin û statû bidest bixin e. Dibêjin eger kurdên li parçeyê din statû bi dest bixin, em mecburin ji bo kurdên naxwe jî statûyekî bidin û ev jî aloziya li Tikiyeyê zêdetir dike."

    ‘TIRKIYE PÊŞENGIYA DAGIRKIRINA KERKÛKÊ KIR'

    Botan wih berdewam kir: "Niha li Tirkiyeyê tifaqa faşîst û ergenekon hatiye avakirin ku dibêjin em nahêlin kurdên li başûr, rojhilat û rojdava statûyekî bi dest bixin. Piştî referandûma Herêma Kurdistanê, Tirkiye pêşengiya dagirkirina Kerkûkê kir. Esas armanca wan ev e ku dibêjin em naxwazin korîdorekî kurdî û kurd statû bi dest bixe. Lewre gelê Efrînê ji bo dewletekî wek Tirkiyeyê bibe gef û êrişî Tirkiyeyê bike. Em manîpulasyonên û derew in. Dibêjin YPGê dewama PKKê, ev derwe e. Niyetên xwe yên li hemberî kurdan bi zelalî eşkere dikin. Em wek HDPê ev zihniyeta faşîst şermezar dikin û qebûl nakin.

    ‘QETLÎAMÊN SEDAM ÇIQAS RAWA BIN ÊN LI EFRÎNÊ JÎ EWQAS RAWA YE'

    Parlamenterê HDPê diyar kir ku, "Ne rewaye ku bi dehan balafirên şer bi tonan bombe dibarînin ser gelê Efrînê û ser sivîlan ku qetlîaman dikin, zarokan dikujin. Ti bihane vê qetlîamê rawa nake. Çiqas qetlîamên Sedam (Serokê Dewleta Iraqê yê berê ku hat îdamkirin) li dijî kurdan pêk anî rewa bû, yên li Efrînê jî ewqas rawa ye. Niha Efrîn li derveyê sînorê Tirkiyeyê ye. Efrîn ne di nav axa Tirkiyeyê de ye. Hêzekî wisa mezin nîn e ku êrişî Tirkiyeyê bike û dewletekî wekê Tirkiyeyê ku endamê NATOyê ye tehdîd bike. Tenê derdekî wan heye ku kurd ti statûyekî bi dest nexin. Kurd wekê sedsala borî li Rojhilata Navîn tiştekî bi dest nexin. Kole bin û girêdayî wan bin."

    ‘EFRÎN HEBÛN Û TINEBÛNA GELÊ KURD E'

    Botan got: "Dê Efrîn biserkeve, Efrîn hebûn û tinebûna gelê kurd e. Çawa ew hebûna xwe li ser tinebûna gelê kurd dihesibînin û ferz dikin, divê gelê kurd jî hebûna xwe di Efrînê de bibîne û heta malekî û kesekî jî bimîne Efrîn nakeve. Ji xwe piştî şerê 21 rojan de Artêşa Tirkiyeyê hilweşiyaye û têk çûye. Niha hesaba Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) ev e ku berî li statûya gelê kurd bigire ya din jî hesaba hilbijartina 2019an dike. Niha hesaba van her du yan dike û ji aliyê din ve diziyên xwe bidin veşartin e. Bi hesasiyeta netewa tirk, dijminatiya kurdan dikin, ev yek ne domdirêj e."

    Niştecîyên Efrînê ji ber bombebarana balafir û topavêjên tirk li şikeftan star dibin.
    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    ‘TIRKIYE KOMÊN CÎHADÎST LI DIJÎ KURDAN DIDE ŞERKIRIN'

    Parlamenterê Wanê da zanîn ku niha Tirkiye cihadîstên terorîst ku ji Reqayê, Idlibê û deverên din rewiyane di bin navê OSOyê de (Artêşa Sûriyeya Azad) civandiye û li hemberî gelê kurd dide şerkirin. Heta em dikarin bibêjin ku terorîstên ji Çeçenistanê, Kirgizistanê, Uygurê û Ozbekistane berhev dike û dibêjin ev sûrî ne û li hemberî kurdan didin şer kirin. Eger niha li Rûsyayê, Fransayê, welatên Ewropayê û dewletên din bombe nayên teqandin, ev ne merîfata wan dewletan in, ev têkoşîna kurdan yên ku li dijî DAIŞê biserketin e. Niha bi eşkere ye ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Niha li Idlibê, El Babê û Cerablûsê ji wan re dewletekî bûçûk ji wan terorîstan re ava dike û da ku bi xwe hêsanî bigihînin Ewropayê û welatên din. Ev tiştekî şaş e, dive em ji aliyê welatên din ve bên dayîn."

    ‘DIVÊ RÛSYA DESTÛRÊ NEDE VAN ÊRIŞAN'

    Niha Rûsya hesabekî şaş li dijî kurdan dike, dive Rûsya van tiştan bibîne da ku pêşerojê de ev komên cîhadîst nebin belayê serê Rûsyayê. Eger Rûsya destûra qada hewayî nede, Tirkiye nikare êrişî Efrînê bike. Lewre pergala parastina hewayî ya Efrînê nîn e. Divê rayagiştiya Rûsyayê li hemberî vê yekê bisekine.

    Bi heman mijarî:

    Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin
    ‘Erdogan ji bo bi Papa re hevdîtinê pêk bîne bexşeke mezin kir'
    Prof. Hikmet Sami Turk: Dibe îktîdar operasyonê ji bo hilbijartinan bikar bîne
    Amerîka: Em ne ji bo perçekirina Sûriyeyê li wir in
    Paylan: Ji aliyê Efrînê ve li dijî Tirkiyeyê kevirekî biçûk jî nehatiye avêtin
    Parlamenterê sûrî: Hevdîtin bi YPGê re ji bo şandina artêşê bo Efrînê dewam dikin
    Etîketan:
    statû, kurd, operasyon, YPG, PKK, Sputnik, Lezgîn Botan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de